Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 84 peyam
sermaya serhedê - tirşik
sermaya serhedê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Min xwest ez ber hozan serhat wê mijara vekim. Dibejin xwe amade kiriye ku li ser wê mijarê helbestek binivise.
Di zarokatiya min de em havînê diçûn çiyayên erzirom û qersê. Carekê ortê havînê bû me hinî berxbir kiribû, teyrek barî û 30 berxên me ji sermê telef bûn.



01.02.2017 09:19 | cinorek

2. sermaya serhedê gelek zor î zexîm î heşîn e*
serhad herêmeke mezin e gelek bajar û bajarokên kurdistanê dihundirîne.
meriv dikare bakûrê colemêrgê jî wek serhedê bihesibîne û ev sînor heta qers û erdêxanê jî dihere.
wek karekterestîk meriv dikare bêje hemû bajarên herêma serhedê sar in, zivistan zû tê û dereng diçe, bi giştî berf zêde dibare û ji ber sermayê dereng dihele û jiyanê zehmettir dike. lê sarbûna hemî bajaran ne wek hev in, guherbar in.
wek mînak deşta erzirom-qersê gelek sar e ji ber ku him di bakûr de ye û him jî ev deşt gelek bilind e, ji ber van du sebeban gelek sar e.
8 sal bêtir li qersê mame, gelek gelek sar e, meriv dikare bêje bi tenê sê meh estiyên merivî sarma nagirin, 9 mehên dî sar in û bêyî saqoyekî meriv nikare li derve bigere.
colemêrg jî sar e lê ji bela ku derûdora wê bi çiyayan dagirtî ye zêde bayê nagire loma sermaya colemêrgê merivan zêde naêşîne.
wan jî sar e, tevî ku li wanê behreke mezin heye jî ji ber sermayê nêm çênabe, piştî erzirom û qersê meriv dikare bêje sermaya wanê xedar e.



01.02.2017 14:05 ~14:21 | ferhenga şikestî

3. Bi gotina gundîyên me sermaya yalê me kûre ja hişk e. Yanê di sermayê de zêde nêm nîn e lewra jî meriv zûtirkê nexweş nake. Divê cotê solên pak, faykeyekî germ û potekî dirêj xwe kî êja êdî derkevî ku wê behna paqija sar û seqema Qersê bikşînî li hundirê xwe.

Nîşe: Peyama min a sedemîn ev e. Li durî welêt herî zêde ji bîra serma, ba û biharên serhedê dikim.



04.04.2018 01:03 | jifêzagorda

4. sala par, berfa ewilîn di dîroka 01.11.2016 da barî.
berfa dawiyê jî di dîroka 10.04.2017 da barî.

yanî tam qilî qilî 5 meh û 9 rojan berfa giran li erdê ma. navbera van 5 meh û 9 rojan de timî berf dibarî. Heta pêşiya deriyê me bile (mala me navendan navçeyê ye) 2 metro berf barîbû.
Ez bi fîşalî nabêjim, me li ser hev da du qoçix li xwe dikir, em dîsa jî dicemidîn. Ez pirî cemidîbûm, navmila min carekî xam bibû, carekî jî hindik mabû cî derketibû.
saleke zef sar bû. Êdî kûçik dicemidîn ha.
mê -38 dît.
qehra me ya sala par, 5 meh û 9 rojan va jî xelas nebûbû.
Piştî berfa dawiyê, hê jî dewam kiribû.

Lê sala îsal!
me çavên zivistanê nedît.
du sê caran tenê tozikeke berf barî, ewna jî ara du sê rojan da heliyan çûn.
hewa siv (timî) germ bû.
me herî zêde -20 dît. Ew jî du sê rojan.
Niha jî bihar e xaş bihar e.
Dewran dewrana gul û sosin û çîçekan e.
hewa hênik e, carna şilî dibare, lê çiyayê Sîpanê kinca bûkaniyê hê li xwe nexistiye; lap spî ye heta nêzikê gundên zikê xwe.

behra Wanê zelal e, ava wê weke kêrê sar e hê.
îsal Serhad xweş e. Vê bihara nerm î nazik de pêşniyar dikim werin bigerin.



04.04.2018 11:33 | bûtîmar


6. Wextê ku em zar bûn, ji me ra digotin Rûsan berf helandine û bi vî awayî berbirê (hemberî) xudê hatine, lewma jî xwedê ewna recm kirine û ev belaya berfê daye wana, êja berê jê li ven deran jî Rûs hebûne, ev der bin destên rûsa da bûne, lewma ven der ewqas sar in û bi berf in. *

(bnr: zivistana moskovayê)



01.12.2018 02:47 | bûtîmar

7. Gotinê Pêşîya
Mirov hespê hevalê xwe be
Her tim peya ye



01.12.2018 11:52 | varik

8. li bajarên din havîn hat lê li me hê bihar nehatîye.
Sîpan hê sipî ye, belekiyên berfê hê jî nehelîne û ez hê jî du pijama û du cot goreyan li ser hev da xu dikim û orxan û betanî bes e evqas giranî !



07.05.2020 01:14 | bûtîmar

9. ew serma ye ku min wextek nelet dikir lê niha ji xeribiyê xweziya xwe pê tînim. ew sermaya ku çilmê pozê min dikir cemet û biruhê min spî dikir.



07.05.2020 01:20 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» sermaya serhedê

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî