Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
eskerê boyîk - tirşik
eskerê boyîk
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Eskerê Boyîk 31-ê Tebaxê, sala 1941 ê, li gundê Qundaxsazê, komara Ermenistana Sovyêt ji dayîk bûye. Qundaxsaz dikeve bakûra çîyayê Elegez.Qundaxsazîya bi germî ziman, folklor û kevneşopîyên xwe diparastin û rehên berhemên Esker digihîjne wan çavkanîyan.Eskerê Boyîk bi xwendina xwe, bi pêşê xwe pisporê aborîyê ye.Wî salên dirêj li înstîtûteke zanîyarîyê kar dikir û serokê beşeke giring bû. Gelek berhemên wî yên zanîyarîya aborî di kovarên zanîyarî û wek broşur, bi zimanên ermenî û rûsî çap bûne.

Lê Eskerê Boyîk berî gişkî nivîskar e; pêşewitîyê ziman û çanda kurdî. 50 salî zêdetir e, wekî ew bê westan dinvîse, berhemên wî di weşanên kurdî û yên bi gelek zimanan mayî de tên belav kirin.

Yekemîn dîwana şiîrên wî, ‘Şiverê’ sala 1966 an çap dibe. Dû re Esker gelek pirtûkên şiîra, çîroka, romana, pîyêsa û lêkolîna çap dike û cîhê xwe yê hêja di wêjeya kurdî de digre. Berhemên wî li Yekîtîya Sovyêt (Ermenistan), Swed, Almanîya, Tûrkîya û Başûra Kurdistanê çap bûne. Ev êdî naskirina netewî ye.



“Sinco qîza xwe dide mêr”

Bi bawerîya min ew bûyara şanoya kurdên Yekîtîya Sovyêt, ya here berbiçav bû. Berî hevberdana Yekîtîya Sovyêt du şanoyên kurdên sovyêt, yên gelerî hebûn; yek li Gurcistanê, li bajarê Tbîlîsî, ya mayî jî li Ermenistanê, li gundê Elegezê. Herdu şanoya jî komêdîya ‘Sinco qîza xwe dide mêr’ dilîst. Komêdîya ‘Sinco qîza xwe dide mêr’ kêm û kurtîyên civaka kurda danîn ber çavan û dîyalôgên wê, yên tûj û sade, nav xelkê de dihatin gotin, bibûn beşekî folklorê.

Bi seda gotarên Eskerê Boyîk di ronjama ‘Rîya Teze’ de çap bûne û bi beşa kurdî, ya radîyoya Yêrêvanê hatine belav kirn. Piranîya gotarên wî pirsgirêkên civaka kurdan û çanda wan dianîn ber çavan. Gelek berhemên wî usan jî di mediya kurdî, ya dervayî Yekîtîya Sovyêt hatine belav kirin.

Eskerê Boyîk li Almanîya, bajarê Oldenburg bi cîh bû. Nav van salên qurbetîye de wî gelek berhemên nû, yên hêja gihandine ber destê xwendevanên kurd. Esker usan jî bi zanebûnên xweye kûr û ezmûna dewlemend xizmeteke civakîye hêja dike, bi taybetî li ‘Mala Êzdîyan’ ya bajarê Oldenburg ê.



30.08.2013 15:42 | felat

2. nivîskarê pirtûka xezeva xwedê gundê êzdîyan e. min vê pirtûkê berî 12 salan fîlan li stenbolê ji pîrtûkxaneya medya kirîbû. wê demê min êzidiyan meraq dikir, çawa ku min vê pirtûkê min cî de kirî. lê mixabin min nekarî ji 2-3 rûpelan zêdetir ji vê pirtûka ku 420 rûpel e, bixwînim. him jî ser sinivîse 'beşa ewlîn'

neyse em werin sedemê; mixabin zimanê pirtûkê bi min qet xweş nehat. hema bêje her hevokê de standartên ku êdî kurdî de runiştine, binpê dike û loma ger kurdiya ku dinivîse ne ya gundê we bixwe be, mirov nikare bi awayeke herikbar pirtûkê bixwîne. ji bo min jî wisa çêbû min jî nexwend.

vaye hema ez tenê rûpela ewil ya pirtûkê li vir binivîsim:



[wextê razanê bû. ji dîwana şebab axê gundî êdî bela bûbûn, çûbûne malên xwe. axa li oda xweye razanê ketibû nav nivîna, lê hê ranezabû. ew û zerîf xatûn derheqa hatin-çûyîna wê rojê diaxivîn. eyşan xanima xûşka axê li ber ten dabû zerîfê:

"min pênc kur û sê keç gîhandine mirazê wan. tek reşît maye. dîya wî jê ra qurban be, hûnê binhêrin îsal êzê jê ra daweteke çawa bikim. bûk-zava, nebî dora min civyane... bira ew bifikirn, ku lawekî wane, niakrin wî jî bizewicînin."



-ten li min dida şebab, -zerîf xatûn ber xwe diket,- seva cewar beg usa digot. bes e, cewar bîne, bizewicîne. em jî gune ne. xortên axelera gişkî topkî, qet nabîne qilîçka cewarê min, îcar ez jî bûme pêkeniya eyşanê. cewar çiqas xwendîye, bes e, heyran!



lawekî axê tenê hebû. wî j, ew çend sal bûn li stenbolê dixwend. xêncî w, zarokê wan tune bûn. ji axaftina jinê dilê axê şewitî. lê nexwest wî gilî mezinke:

-xeysetê wê usa nee, qet ber tiştekî hesav neke. eyşana me ye, çima tu nû eyşanê nas dikî? - axa li ber dilê jinê da hat.

eywana bi xeberdan bûn, ji nişkê va ji pişt dêrî dengê baso hat.

baso caw axê ra anî, ku xaçoyê dostê wî yê ermenî hatîye, dixwaze wî bivîne. "di dîwanê da rûniştîye, dibêje, ku lez e, karê wî bi axê ra heye"



-xêr e? çi bû xaço usa bi lez e, tiştekî xirav wan dest nedaye? -şebab axê got, rabû kicê xwe li xwe kir, hazir bû ku here dîwanê.

-çika çi karê wî heye, ku vê şeva cemed û vê bagerê daye serê rê hatiye.

]



30.08.2013 16:56 | simurg56

3. zimanê romanê gelekî xweş e û di ser de jî herikbar e. ji ber vê teşqeleya standardiyê êdî em nikarin pîrika xwe jî fam bikin. te go standart, eyşş.



30.08.2013 18:07 | înano lo

4. nivîskarê ku zimanê romana wî nikare bi rexnekirina standartîzekirina zimên were parastin.

nivîskareke ku bêje ez nivîskarim, nikare qeydeyên zimên tevde binpê bike. nivîskar dikare peyvên heremî, baneşanên heremî bi kar bîne lê nikare bi hemû xeletî û bêduzeniya xwe ew zimanê ku belkî tenê gundek an jî navçeyek tê axaftin, bîne û bike zimanê romanekê. dikare lê wê demê tu qîmeta romana wî namîne.

weke mînak;

dibêje "axa li oda xweye razanê": divê bêje "axa odeya xwe ya razanê" tu eleqeya vê xeletiyê û heremîbûna zimanê nivîskar tune. ev hevok nîşan dide ku an nivîskar an jî redaktor kurdiya nivîskî nizanin.



dibêje "derheqa hatin-çûyîna" divê bibêje "derheqê hatin-çûyîna"

dibêje "baso caw axê ra anî" divê bêje "çav" ne "cav" tu ferhenga kurdî te ev peyv ne wisa ye. nivîskarê ku peyvên wî ferhengên wê zimanê de tune be, encax dikare bibe nivîskarê gundê xwe.

eskerê boyik ser serê me ye, ked daye lê romana ku ez behsê dikim nayê xwendin, tiştekî din nizanim derbarê camêr de.

hema mirov dev ji rêzimanê berde jî:

(bnr: nivîskarê ku peyvên wî ferhengên wê zimanê de tune)

ma tiştekî wisa dibe?



30.08.2013 20:25 | simurg56

5. romana beriya 50 salan û li sowyetê, îhtimalek mezin bi rusî û bi alfaba kirîlî hatî nivîsandin helbet wê ne weke kurdiya niha be, bi ya min xweyê xeletiyê çapkar/weşanger e. hemu pirtukên kevn di hemu zimanên cîhanê de piştî hin sererastkirinan tên çapkirin.



30.08.2013 22:05 | azadixwaz

6. Navê wî çima esker e?

"Dema herba cîhanî ya duda, sala 1941ê, 22ê meha hezîranê şer di navbera Almanyayê û welatê sovêtê da jî destpê dibe, du-sê meh şunda, 31ê meha tebaxê ez tême dinê. Wê demê bavê min dibine eskeriyê, meydana şêr. Ji bo wê jî navê min datînin 'esker'."
Çavkanî: kovara nûbihar hejmara 142 rûpel: 27



13.05.2018 21:23 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» eskerê boyîk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî