1. cejna hezkiriyan e ku li rojavayê başûrê kurdistanê, di meha sibatê de wekî valentine's daya kurdan tê pîroz kirin. sêva bi mêxekan hatiye pêçandin, ji bo du mirovên ku ji hevdu hez dikin dibe diyarî, ji bo du mirovên ku ji hev xeyidîne jî dibe sedema lihevhatinê. |
|
05.02.2017 17:59 ~2017.02.12 22:35 |
tizbîkêş
![]() |
2. min nedizanî, lê min nivîsa (bnr: şeyhmus diken) dît û ez pê agahdar bûm. welle çi bêjim, bila ji me hemûyan re pîroz be. |
|
13.02.2017 23:57 |
wiha wilo wisa
![]() |
3. hevvpeyvîneke fexriya adsay bi seywan saeedian re heye di hejmara 6an a zaremayê de ku tê de bi berfirehî qala sêva mêxekrêj hatiye kirin. bi qasî ku di bîra min de maye bi xêra wî ev kevneşopî hatiye parastin û belavkirin. |
|
14.02.2017 14:57 |
înano lo
![]() |
4. sêva ku li dora wê qurnefîl tên çikandin. |
|
24.02.2018 15:28 ~15:33 |
xendekî
![]() |
5. Min bi cara yekem şêva mêxikrej bi fîlma Dema Jin Hezbike de dîtibû (lînk: |
|
28.02.2018 18:38 ~18:38 |
jifêzagorda
![]() |
7. Sêva ku hayê min heta berî aniha du salan jî jê tunnebû. Lê ev îro du salên min ji ber ku tora civakî ji berê zêdetir bikar tînim, li gelek deveran dibînim. Nexasim, hengê navê wê deng vedaye êdî bûye wek henekek û belav bûye. |
|
15.11.2021 19:13 ~19:15 |
pîroz
![]() |
8. cixareya mêxekrêj: (bnr: djarum) Here lînkê |
|
16.11.2021 15:06 ~15:07 |
tizbîkêş
![]() |
9. Sêva Mêxekrêj bêhtir di nav Kurdên Rojhilat de, ji berê de, ji sedsalî zêdetir ve tê çêkirin. Nîşaneya evîn, lihevhatin û aşitiyê ye di navbera hezkiriyan de. Heke tu ji yekî hez bikî, sêva mêxekrêj jê re dişînî. An jî heke tu şer bikî bi hezkiriya xwe re an hûn dilê hev bihêlin, tu dikarî bi sêvekê vê meselê çareser bikî û xwe bidî efûkirin. Ev çand bi sed salan e di nav Kurdên Îranê de heye. |
|
01.07.2022 21:49 |
evcebarê pirê
![]() |
10. Sêva ku ketîye klîba starnekî birê sefqan orkêş Şeyda. Camêr xweş disitire û klîb jî xweş e kerem bikin. |
|
02.07.2022 21:55 |
pîroz
![]() |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |
![]() |
li ser youtubeê şîroveyên tirkî yên di bin stranên kurdî de [1] |
![]() |
binivîse tirkî li ser stranên kurdî [2] |
![]() |
ji kurdan re empatî [3] |
![]() |
fitar [1] |