Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
sêva mêxekrêj - tirşik
sêva mêxekrêj

Navê mijarê ya ewil ev bû:sêva mêxekirêj
(9) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. cejna hezkiriyan e ku li rojavayê başûrê kurdistanê, di meha sibatê de wekî valentine's daya kurdan tê pîroz kirin. sêva bi mêxekan hatiye pêçandin, ji bo du mirovên ku ji hevdu hez dikin dibe diyarî, ji bo du mirovên ku ji hev xeyidîne jî dibe sedema lihevhatinê.

li ser sêva mêxekrêj nivîsek têr û tije: Here lînkê



05.02.2017 17:59 ~2017.02.12 22:35 | tizbîkêş

2. min nedizanî, lê min nivîsa (bnr: şeyhmus diken) dît û ez pê agahdar bûm. welle çi bêjim, bila ji me hemûyan re pîroz be.

lînka nivîsê : Here lînkê



13.02.2017 23:57 | wiha wilo wisa

3. hevvpeyvîneke fexriya adsay bi seywan saeedian re heye di hejmara 6an a zaremayê de ku tê de bi berfirehî qala sêva mêxekrêj hatiye kirin. bi qasî ku di bîra min de maye bi xêra wî ev kevneşopî hatiye parastin û belavkirin.



14.02.2017 14:57 | înano lo

4. sêva ku li dora wê qurnefîl tên çikandin.

kerese:
- sêvek sor (hewce nake illeh sor be, lê bêhtir sêva sor tê bikaranîn; dibêjin mirov dikare bi pirteqalê jî çêke)
-150 gr qurnefîl. (buhayê 10 lîreyî)

çêkirina wê:
pêşîyê divê sebr û bêhnfirehî bi we re hebe. hûn dikarin ji serê sêvê an jî ji nava sêvê destpê bikin, ferq nake. mêxeka ew daçikînin û yên din jî li dira wê daçikînin û wilê li tevahîya sêvê bizivirin. neqeba mêxeka heke hûn zêde bihêlin wê sêva we zêde piçûk bibe, heke mêxek zêde nêzîkî hev bin sêva we piçûk nabe, wê wek xwe bimîne. ji ber ku min dixwest sêva min piçûk be min neqeba mêxeka fireh kir û niha sêva min nêzîkî 2 santîma piçûk bûye, kişaye nav xwe.

sêv gava digihe mêxekê êdî narize. yanî tu sêvekî deynî erdê heta 20 roja wê ew sêv pûç bibe û here, lê mêxek gava digihijin hev û hevdu digrin û mêxek û bi sêvê re dikeve reaksîyonê û nahêle sêv xira bibe. hevalekê ji mala xwe re sêvek çêkiribû, zarokan mêxekên wê jê kişandibû; û sêvê kuf girtibû, sifto bibû. mêxek nebe sêv namîne.

bêhna mêxekê û bêhna sêvê dikeve nav hev û mirov hema dixwaze bide ber pozê xwe û bêhn bike.

li nav kurda êdî belav bûye, ev du sal e 14 sibatê li her devî çalakîyên li ser sêva mêxekrêj tên lidarxistin.



24.02.2018 15:28 ~15:33 | xendekî

5. Min bi cara yekem şêva mêxikrej bi fîlma Dema Jin Hezbike de dîtibû (lînk:

) Wan çaxan haya min hîç ji têkiliya sêxa mêxikreş û roja dildaran felan nîn bû. Min ji dîya xwe pirsîbû, wê xanim xatûna Kurmancî min re gotibû ku erê me jî berê çê dikir û dixist ji nav cihêzê xwe ku bêhna xweş jê bê.



28.02.2018 18:38 ~18:38 | jifêzagorda

6. Seva ku bilêvkirina wê jî bi qasî çêkirina wê dijwar e*



15.11.2021 00:23 | merwano

7. Sêva ku hayê min heta berî aniha du salan jî jê tunnebû. Lê ev îro du salên min ji ber ku tora civakî ji berê zêdetir bikar tînim, li gelek deveran dibînim. Nexasim, hengê navê wê deng vedaye êdî bûye wek henekek û belav bûye.
Wek mînak:
(Sûretek tê parvekirin)
-hevalno, ka bêjin ev çi ye?
+Sêva mêxekrêj?!!! ( Dibe tîqtîqê xelkê...)



15.11.2021 19:13 ~19:15 | pîroz

8. cixareya mêxekrêj: (bnr: djarum) Here lînkê



16.11.2021 15:06 ~15:07 | tizbîkêş

9. Sêva Mêxekrêj bêhtir di nav Kurdên Rojhilat de, ji berê de, ji sedsalî zêdetir ve tê çêkirin. Nîşaneya evîn, lihevhatin û aşitiyê ye di navbera hezkiriyan de. Heke tu ji yekî hez bikî, sêva mêxekrêj jê re dişînî. An jî heke tu şer bikî bi hezkiriya xwe re an hûn dilê hev bihêlin, tu dikarî bi sêvekê vê meselê çareser bikî û xwe bidî efûkirin. Ev çand bi sed salan e di nav Kurdên Îranê de heye.

Hunermend Seywan Saedian di sala 1999an de ev çand da nasîn. Ku ew jî vê çandê ji diya xwe hîn bûye. Wî xwest ku ev çand bila nemire û di nav Kurdan de geştir bibe û belavtir bibe. Ji wê rojê pê de, tevî gelek tengasiyan, hêdî hêdî ev çand li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû û hêj jî dewam dike.



01.07.2022 21:49 | evcebarê pirê

10. Sêva ku ketîye klîba starnekî birê sefqan orkêş Şeyda. Camêr xweş disitire û klîb jî xweş e kerem bikin.
Ew stran û klîb:
Gula malê,2022




02.07.2022 21:55 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» sêva qedexe

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî