Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bi kurtasî jiyan çi ye - tirşik
bi kurtasî jiyan çi ye

Navê mijarê ya ewil ev bû:bi kurtasî jiyan çiye?
(19) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Melankolî



05.02.2017 18:45 | elaziz izzetpasa camii

2. Gerandina wate



12.04.2019 23:34 | monerica

3. (bnr: wateya jiyanê)



13.04.2019 00:08 ~00:09 | brzn

4. ceribandin e.



13.04.2019 09:18 | robar cilo

5. Bi kurtî لَآ إِلٰهَ إِلَّا اللّٰهُ

lê bi dirêjkî wihaye


Wekî hun jî dizanin xwedê tiştê veşarî jî dibîne pê dihise amena.. berîya vê dinyayê Xwedê xweyê dilê xweyî safe hinek sirên kudreta xwe bi hemû afirînerare parve dike yanî açix dide ji xeynî sirê têkçûna xwe.

şeytan jî jê şitrê qê wê bi serkebe li hember xwedê derdikebe bê taetiya dike.. bi hêleyan jiber xwedê direvin ew alîgirên xwe, di cinnetêde har û toritiya dikin. şeytan Jî hz ademre û kaşara diya meyî heware dibêje hun jî ji vê dara bonzaîyê bikşînin hunê jî bibin xwedê bila mirin bi we nikaribe
Ew jî dibê welleh ne fikrek xerabe em jî jê nemînin xewqas xwedê hişyarî dabû wan dîsa dixerife orispî çocixîyê hz adem, şeytan û hewa bonzaî partîsî dikin. Piştî wî bavê meyî Adem û diya meyî hewa tiregêjî dibin demek dibin evdên le'netî yê şeytan şeytan jî dibêje çi dikin wan ripî rût tazî dike dengeya cinnetê xerabdikin... Paşê adem efendî dinihêre ku gundekî bi sê axa û şivan nabe cinnetê li xwe dikin cehnime poşman dibe dibêje yarebê bi dilovaniya xwe navdar tu min bidî xatirê hebîbê xwe muhammed xwedê jî dibêje tu xebera min bikî ezê we efû bikim dibêje temam xwedê jî navê hinek tişta hînî wî dike
Pirahiya tişta û navê ku wî di lewha mehfûzda dîtibû (stûr: la illahe ilallah muhammeden resûlallah) ku zikirbike an bîne ziman wê di pêşerojêde mihemed pêxember were dinyayê temelê serketina xwedê bavêje, yanî xwedê wî ew jî bi destê xwedê xwedê diafirine(ez hêvî dikim we vir şaş fehmnekiribe xwedê nura xwe bi emanetî dide muhammed û dostên xwe heta roja xwedê tê nura xweda çewaye di quranêde derbas dibe dikarin binihêrin).. werhasil xwedê ji cinnetê berê wan dide cehnima dinyayê dibêje herin hev li dinyayê kambaxbikin di diya hevnin heta demek Wê berdest an pêxember werin we hişyarbikin kesê ku bawerkin qenciyê bikin wê herin cinetê lê ku dijî wî bikin hevalên şeytanin heta roja qiyametê bicihimin ji ber çavên min herin. Û xwedê format diavêje jiyanê jiyan ji serîde destpêdike piştî dawiya vê jiyanê piştî mirinê şeytan û alîgirên wî edî wê wan sira jibîrbikin edî nikarin hileyan bikin edî hakîmiyet dîsa a xwedayê dilovane ew roj weyla li halê kirquzdêya *

Sedema ku hz.muhammed fexra kaînatêye eve dema muhammed diafire di hebûna wîde yanî di maya wîde ev hatiye qodkirin;teqez wê xwedê bibîne û dînê îslamê derxe holê û temelê wê dînê îslamê bike serdestê hemû ola davêje sedema ku hebîbê xwedaye qurana pîroz dinivîsîne ev quran ji destpêka heyata dinyayê heta qiyametê
Tev têde kodkiriye belê ev ne pirtûkek ji rêzêye bi hesabê ebcedê nivîsandiye û ti tişt ti afirîner tune ku têde nehatibe nivîsandin û helbet têde hatiye nivîsandin ku serketin teqez û bê guman a xwedaye ev qurana ku em davêjin dîwar û devê wê venakin em nizanin ku qedera hemû mirova ji kîre çi hatiye nivîsandin tev têdeye kesên li cinetê har û tor kî bûne tev lê nivîsandiye bi sîstemek wisa hatiye nivîsandin meriv heyran dimîne a rast meriv fehmnake lê biallah wisaye

Hertişt ji adem û çend peyv û navê ku wî hîndikin dest pêdike (stûr: ebced)a peyva ji adem dest pê dike adem dibe muhammed piştî muhammed amed belê ev bajarê rengin ebced iro wî nîşandide....

Hinek kurt bû gelek tişt hene bên nivîsandin lê dem jî dibê ez jî kurtim



13.04.2019 22:03 | telebê hz mêdî

6. jiyan nexweşîyek bû ku li min bibû kulek xedar salan ez hindekî rehabilîte kirim.
wekî din navê xoşewîsta mina berê ye.



14.04.2019 21:37 | şikber

7. (bnr: nefes)
Mina ji dîwana melayê cizirî;

Dê gul û reyhan bibarin têk û têk gulzar-i bit
Şem'-i dê can dit ji şewqê bête ber subhê nefes
Narit axir ger bi mûyek behsê zulfa yar-i bit



23.04.2019 15:21 | cinorek

8. bi kurtasî ger ez bi hevokekê qala jiyanê bikim:
(bnr: bikutime vê heyatê)



15.06.2020 12:06 | merwano

9. Jîyan tewleye em jî têde rêx in.



15.06.2020 12:11 | mele amon ra

10. Jiyan bi temamî tarîtiye..
Mixabin ez hem vî halîde me hem jî wusa difikirim..



15.06.2020 20:32 | xeletnivîs

11. Jiyan mirina bi saxiye, jiyan niyana jîndaraye, jiyan çakêtê (yekî jixweve digot çakuç digot çakêt) mehkemêye. jiyan lîstike, jiyan berxwedane, jiyan têkoşîne jiyan komploye, jiyan ayiqbûnê û ayaniyê giring dike, jiyan sewsîbûne( şîzofreniye) û herwiha emdikarin dirêj bikin bi kurtî dawiya jiyanê a shorbevanaye.



15.06.2020 21:13 | shorbevan

12. jiyan şerê hebûn û nebûnê ye .
jiyan şerê kirin û mirinê ye .

û sernivîs çewt e .
"çi ye" wilo tê nivîsîn



15.06.2020 22:42 ~22:43 | shwinsherm

13. Jiyîna ji bo mirinê ye.



15.06.2020 22:47 | yûsiv

14. Veguhestin e. Jiyan li gor beşên jiyanê diguhere. Di eslê xwe de li gor her kêlî rewş û nêvengê diguhere. Lê belê bi giştî jiyan li gor pêdivî û derfetên mirov teşe digre. Ji bo zarokan fêrbûn e, gihaştin e. Ji bo xama gihaştina zayendî ye. Ji bo ciwana zêdebûn e. Ji bo kesên gihaştî (orta yaş ) rêzgirtin e. Ji bo kesên temendirêj mayîndeyî ye, yanê piştî mirinê jî mayina bi manewî ye.

Jiyana gerdûnê ya bi giştiyê zîndewera veguhestin e. Çawa ku xaneya ewil xwe kir du beş û zanîn û agahiya xwe parve kir û tecrûbeyên xwe veguhest, îro jî ev kiryar bi her hawî didome.



15.06.2020 22:58 | tîrêj zana 21

15. Ji bo mirinê jîyîn e!



15.06.2020 23:00 | kajav

16. xwarin xwarin.



12.04.2023 20:25 | horhorik

17. Filankes li ber rehma xwedê bû. Xelk û alem wî nas dikirin. Ji ber ku ev kes yekî zana bû. Ên ku pê dihisiyan ew ber bi mirinê ve diçe dihatine cem filankes. Dixwestin Berî filankeso bimire jê sûd bigirin. Tewşo jî ji wan kesan bû ku hatibû serlêdana filankeso. Piştî silav dayînê tewşo pirsa ku her dem di serê wî de bû anî ziman.
Ka filankeso bibêje bi kurtasî jiyan çi ye?
Li gor tewşo jiyan tewşomewşo bû zatenî lê dixwest fikra yekî zana jî bibihîze. Filankeso hinek fikirî û got;
Çoleke germ bifikire tenê darek tê de heye û darê sîya xwe daye dora xwe. Her wiha Yekî li hespê siwar bûye bifikire. Ew kes bi lezekê di bin vê sîyê re diçe. Ha jiyan wek vê kêlîyê ye yanê zehf kin e. Lê çiqas kin be ewqas xweş e jî.
Tewşo keherî û got;
Erê yabo erê. Berde binê te erd e. Jiyan her deverê çolê ye û mirov çiqas bi hespê xwe li devereke xweştir bigere jî tenê dikare kêlîyekê bigihîje armanca xwe. Yanê jiyan dûvdirêj e lê kêlîyên xweş kêm in û zû dibihûrin.

Vêca ez bixwe alîgirê tewşo me.



03.02.2024 12:10 | çaya germ

18. Jîyan nizanim çi ye û bi kurtasî nayê vegotin ez dibêjim qey lê ma kesî jî negotîye sernav şaş e. Ji kerema xwe bila edîtorek sererast bike.
Çiye ❌ çi ye✅



04.02.2024 20:25 | xabûrî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jiyan û felsefeya mensûrê hallac
» çiyayê bagokê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî