Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
navên cinan - tirşik
navên cinan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Li hin deverên kurdistanê, kurda nav li cinan kirina. Mînak li mêrdînê ji wan cinên go zarokê nu welidîne didizin re xerîm dibêjin. Bi tirkî al karısı dibêjin ne şaş bim. Ger li herema we jî navên cinan hebin ji kerema xwe binivîsin. Spas û zor spas.



05.02.2017 19:35 ~19:37 | hêvî

2. (bnr: yên ji me çêtir)



05.02.2017 19:41 | gumgumok

3. li hezroyê ji cinên jin re êfrût dibêjin. û yê ecêb jî min navê wan kêm caran wek cin bihîstiye. dema ku qala wan were kirin, ji dêvla cinê, dibêjine ''tirs''.

çîrokek li ser wan: Here lînkê



17.02.2017 02:05 | remlavêj

4. (bnr: elk)

(bnr: xapxapok)



05.07.2018 00:33 | tizbîkêş

5. li cem me behsa cineke bi navê heftar heye. ev cin heft roj û şevan tê ser jina nû welidandiye, lewre kengî Jinek zarok bîne heft şevan li ba wê komek însan jî dimînin da ku ew cin bela xwe bi vê jinikê nede û bi heftikê nekeve (ango le'net).



10.08.2018 03:42 | bargiran baran

6. Ji wan cinê zarokê zikê dayika dikujin re jî pîrik tê gotin.



08.02.2021 23:57 | tîrêj zana 21

7. mijara ku gelek peyamên wê bi şev hatine nivîsandin. bi roj cin nayê bîra kesî.



09.02.2021 00:06 | hueyn

8. Navê wan pîre paşnavê wan jî elihk rihavok * sêr merivxur..
Yanî wiha;
Pîrelk pîrhevok, pîrevok, pîresêr, pîra merivxur *



10.02.2021 00:04 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» navên alternatîv ji bo twitterê
» cinan

Kategoriyên mijarê:: mitoloji oldin mitoloji oldin mitoloji oldin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî