1. îhtîmalek mezin di wergera pirtûka benim adım kırmızı (navê min sor e) ya orhan pamuk de ye lê min ew nexwendiye. |
|
30.08.2013 17:23 |
simurg56
|
2. hevokê ciwanmerd kulek ji gelek dirêjin di romana wîye "otubêsê" de çend tiştên wiha ez li rast hatim hewqas dirêj bû meriv dikaribû 44 rêwiyan li hevokeke wî bide rûnîştandin. |
|
30.08.2013 21:58 |
tivirloismail
|
3. ji ber ku wêje û wêjehezên kurdî hê hinekî nû ne, ku vê yekê nivîskarên kurd jî zanin, ji ber wê jî hevokên dirêj zêdetir ji wergeran der tê. |
|
30.08.2013 22:08 |
azadixwaz
|
4. go, ji dûr vE, anku dema ku ji bo hêsabûna xwe ya dawî -go soz û bext dabû ji rêberê xwe yê zîrek re- li serê riya kelehê ya çiv dayî, bi helkehelk sekinîbû û bi çavên xwe yên ku hinekî din hûr û kûr çûbûn, go, li gir nihêrîbû û ji wê navbeynê de kelehê mîna wan kaşxaneyên derebegên ewrûpayî yên di gravûrên curecur de dîtî, di nava xelekeke ji mij û moraneke cûn î tarî pêk hatî de xuya kiribû ku bi tenê çend ejdehayên çavsor ên çîrokî ji esmanê wê yê neftî kêm bûn û vê yeka han, go, tatêla wî ya ku hê bi ser hemdê xwe ve dihat, zêdetir kiribû di nava wan kêliyan de. |
|
19.10.2013 15:47 |
ceso
|
5. a ku bixwe û ji xwe kurteçîrok e. |
|
19.10.2013 15:56 |
azadixwaz
|
6. çîrokek di hindurê çirokekê de ye. pirtûka schopenhauer a bi navê "li ser jin û evînê" di bin destê min de ye niha. ez dikarim sond bixwim ku hîn hevokên di hindurê pirtûkê de bi xwe pirtûken cûda ne. hevokeke wî nêzikî 2 pelan e. binêrin ne rûpel, ez dibêjim pel * dil dixwest ku yeka ji wan wergerînim lê zimanê heval schopenhauer pirr giran e. |
|
19.10.2013 18:24 |
seranser
|
7. ez dibêJIM ew hevok di nav ROMANA mehmed uzun hawara dîcleyê 1-2 DE YE. |
|
19.10.2013 18:43 |
biruya hayao miyazaki
|
8. bijî serok. |
|
19.10.2013 23:46 |
tivirloismail
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |