Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hevoka kurdî ya herî dirêj - tirşik
hevoka kurdî ya herî dirêj
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. îhtîmalek mezin di wergera pirtûka benim adım kırmızı (navê min sor e) ya orhan pamuk de ye lê min ew nexwendiye.

em bi vê destpê bikin, ji pîrtûka sobarto ya helîm yûsiv;

"silêman dît ku ne bavê wî tenê belê herkes, li her malê bi radyo ve dibe benîşt û guh didin nûçeyan û ji rengê rûyên wan silêman dizanîbû bê rewş xerab e yan jî baş e, her ku radyo nûçeyek xweş bigota, bavê wî ji kêfa re hiş winda dikir, bang zarokên cîranan û yên taxê dikir, ew dicivandin û pere û şekir li wan belav dikir, vêca zarok jî li bendî nûçeyên xweş diman."



vê hevokê de li gorî hesaba wordê 75 peyv hene.



30.08.2013 17:23 | simurg56

2. hevokê ciwanmerd kulek ji gelek dirêjin di romana wîye "otubêsê" de çend tiştên wiha ez li rast hatim hewqas dirêj bû meriv dikaribû 44 rêwiyan li hevokeke wî bide rûnîştandin.



30.08.2013 21:58 | tivirloismail

3. ji ber ku wêje û wêjehezên kurdî hê hinekî nû ne, ku vê yekê nivîskarên kurd jî zanin, ji ber wê jî hevokên dirêj zêdetir ji wergeran der tê.



30.08.2013 22:08 | azadixwaz

4. go, ji dûr vE, anku dema ku ji bo hêsabûna xwe ya dawî -go soz û bext dabû ji rêberê xwe yê zîrek re- li serê riya kelehê ya çiv dayî, bi helkehelk sekinîbû û bi çavên xwe yên ku hinekî din hûr û kûr çûbûn, go, li gir nihêrîbû û ji wê navbeynê de kelehê mîna wan kaşxaneyên derebegên ewrûpayî yên di gravûrên curecur de dîtî, di nava xelekeke ji mij û moraneke cûn î tarî pêk hatî de xuya kiribû ku bi tenê çend ejdehayên çavsor ên çîrokî ji esmanê wê yê neftî kêm bûn û vê yeka han, go, tatêla wî ya ku hê bi ser hemdê xwe ve dihat, zêdetir kiribû di nava wan kêliyan de.



ev hevoka hanê ji pirtûka kurteçîrokan a keleh a şener ozmen hatiye wergirtin, bêguman ya herî dirêj e. qet nebe ta niha.



19.10.2013 15:47 | ceso

5. a ku bixwe û ji xwe kurteçîrok e.



19.10.2013 15:56 | azadixwaz

6. çîrokek di hindurê çirokekê de ye. pirtûka schopenhauer a bi navê "li ser jin û evînê" di bin destê min de ye niha. ez dikarim sond bixwim ku hîn hevokên di hindurê pirtûkê de bi xwe pirtûken cûda ne. hevokeke wî nêzikî 2 pelan e. binêrin ne rûpel, ez dibêjim pel * dil dixwest ku yeka ji wan wergerînim lê zimanê heval schopenhauer pirr giran e.



19.10.2013 18:24 | seranser

7. ez dibêJIM ew hevok di nav ROMANA mehmed uzun hawara dîcleyê 1-2 DE YE.



19.10.2013 18:43 | biruya hayao miyazaki

8. bijî serok.



19.10.2013 23:46 | tivirloismail

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevoka kurdî ya herî dirêj
» kurdîniya malî
» herî
» dirêj

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî