Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 70 peyam
dembuhêrkek li pirtûkxaneya el cezerî - tirşik
dembuhêrkek li pirtûkxaneya el cezerî
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. CIWANMERD KULEK

Bas - Salên 90î, dema ez xwendavenekî dibistana seretayî bûm, tekanê pirtûkên ku me hebûn evên dersê bûn. Ew jî yekî mezinê me ê ku di wexta xwe de li mektebê ew ders xwendibû pêşî ew sitandibû, sala piştre dabû yekî pola di biniya xwe re, her sala bihurîbû yekî dabû ê dî heta ku pirtûka perritî êdî ne ji dersê re ne ji xwendinê re dibû. Di wan salên ku her kesî ji gundekî, warekî koç kiribû û hatibû bajêr, Bismil (Diyarbekir), de ciyek hebû ku şagirtên dibistanê karibû xwe bigihanda pirtûkên dîtir. Li sûka bajarê ku bi pêleke boş a koçê mezin bûbû qesabxaneyeke mezin hebû. Li hewşa avahiyeke mezin a mîna xaneke duqatî, li qatê jêrê dikanên qesaban, ajelên serjêkirî, gurandî bi şîşan daleqandî, post û eyar li ber dikanan, bêhn û qelabalixiyeke giran di nava wê avahiyê de dikimkimî. Li qatên jorê ciyên mîna çayxane, lokalên sporê, ciyê tehsîlkirina baca emlakê û hwd. hebûn. Li rexê paş ê vê avahiyê, berî di kûçeyê de, dikanine hebûn. Ji wana yek jê, camekaneke mezin liber, liser du beşan bû. Ev Pirtûkxaneya Gel bû. Çend sendelî û mase li beşê kitêban hebûn û li pişt wan kitêbên ku bi qandî qedayîfa li pastexaneya kêlekê bala min nedikişandindi refan de zer bûbûn. Li her malê tije zarok û qarewar û xirecir hebû û –jixwe- xwarin jî li erdê dihat xwarin. Vêca pirtûkên ji bilî ên dibistanê, û ciyekî bi mase û rûniştek bo xwendin û xebatê! Tiştekî piçûk dixuyê, lê belkî adet û nerîteke pirr ecêb bû wê demê ji min re. Dema liber guhê min xistin ku divê mirov ji derve li kitêbên dî jî binere ji bo ku tiştekî hîn bibe, rojekê min cegera xwe qewîn kir û ketim vî ciyê ku çi cara di ber re diçûm min taqet nedikir li hundirê wê binerim û rûnim. Dawiya dawî, hey ê wek xwediyê qedayîfê pere ji min nexwestana!

Hîç xwîna min li kitêbên di wir de nekeliya, ne jî dilê min li wan vebû! Ne şaş bim pirrên wan ên weşanên Wezareta Çandê û ên Wezareta Perwerdehiyê bûn, ne serenavên wan ne naveroka wan tiştek ji min re nedigotin. Herçî kitêbeke testkirinê a jibo zarokên dibistana seretayî jî, ez zûka jê aciz bûm û ji wir derketim. Careke dî jî neçûmê.

Pirtûkxane

Rojnamevaneke Norwêcî, rojekê ji min re got ku dewleta Norwêcê ji her kitêba ku li Norwêcê çap dibe –heke ne yeke pirr beredayî be- 1500 hebî werdigire. Gava mirov dide ber hejmara her çapa pirtûkeke Kurdî -1000 lib- ev hejmareke qerase ye. Lê bêguman tişta di wir de hê bêtir mirov matmayî dihêle faktora pirtûkxaneyan e: ligor ku dewleta Norwêcê wan pirtûkxaneyan naxe embaran yan naşewitîne, wan dişîne pirtûkxaneyan. Hebûna ewçend navşînanên ku ewqas pirtûk ji wan re bên şandin û li wir bên hilanîn û pêşkêşkirin di têkiliya pirtûk û xwendevan de rengekî cuda û heja ye.

Pirtûkxane ne tenê ew cî ne ji bo ku mirov kitêban nas bike, kitêbxane ew cî ne ku mirov pirtûkên li pirtûkxaneyên xwe yên malê tune ne jî peyda bike. Û bi her xwendina li wir zanibe ku bi sedan, hezaran pirtûkên dî ên ku haya wî jê tune ne jî li dora wî ne û li benda wî ne. Raz û seqaya pirtûkxaneyan bû ûdeke dî dide xwendinê. Em êdî ne li qulika mala xwe, lê li mala pirtûkan in. Di 29ê Gulana 2015an de pirtûkxaneyeke ku rengekî dî ê xwendinê û têkiliya bi pirtûkan re dixist jiyanê li Bismilê vebû. Ew nedişibiya pirtûkxaneyên ku heta niha me dinasî. Hemtayên wê li bajarên kurdan pirr kêm in, eger hebin. Navê vê pirtûkxaneya ku hindik maye dusaliya xwe pîroz bike Pirtûkxaneya El Cezerî ye.

Xwendevan

Taybetmendiya pirtûkxanê a pêşî li ber çavê mirov dikeve ew e ku pirtûkxane bi destpêşxeriyeke sivîl, takekesî û serbixwe a çend xortan hatiye damezirandin. Jibo dabînkirina pêdawîstiyên wê di serî de ji hin camêran alîkarî girtine û wekî dî ji şaredariyê heta bi qeymeqamtiyê li deriyê her kesî xistine bo ku piştgiriya pirtûkxanê bê kirin. Saziyên dawî ên binavkirî pî nedaye ber wan, lê herçiqas alîkariyek ji wir wernegirtibin jî karibûne xwe bigihînin çavkaniya herî girîng a ku pirtûkxaneyekê liser piyan dihêle: xwendevan. Xwendevanên ku dibin endamên pirtûkxanê qertekê werdigirin, bi vê qertê hem ji hemû çavkaniyên pirtûkxanê sûdê werdigirin hem dikarin li salona pirtûkxanê bixebitin. Bi saya heqê endamtiyê ê salane ku ji her endamekî werdigirin (30 Lîreyê tirkî /bo xwendevanên pola 6. 7. û 8. tenê 15 lîre) heta niha tenê du mehan nikaribûne kirêya xwe bidin. Û dahateke dî a balkêş ku gelek kesan kêfxweş jî dike: Xwendevanên ku pirtûka ji pirtûkxaneyê werdigirin eger di panzdeh rojan de venegerînin, cezayê kirrîna pirtûkeke kurdî bo pirtûkxanê li wan tê birrîn. Û hin caran ev kesên cezaxwarî tên handan û teşwîqkirin bo ku hinekî ji wê kitêba ku kirrîne bixwînin.

Ji kevaniyên malê heta bi mamosteyan kesên ku tên ji wir pirtûkan werdigirin hene. Lê ên ku herî pir pirtûkxaneyê bi kar tînin û jê istifade dikin ciwan, ango zarok û gênc in. Qelebalixiya zarokan, keç û xortên dibistana navîn û amadeyi ên ku liser maseyan kom bûne û bi bêdengî dixwînin yan dişixulin kêm nabe. Waqi‘eyeke ku li hemû pirtûkxaneyên Tirkiyê û Kurdistana bakur heye, li vir jî dertê pêşiya me:Xwendevanên ku li pirtûkxaneyê li dersan dişixulin. Li gelek pirtûkxaneyên dî ji ber vê diyardeyê kesên ku dixwazin herin pirtûkan bixwînin li pirtûkxaneyan ciyê vala nabînin. Lê Pirtûkxaneya El CEzerî çareseriyek ji vê kêşeyê re jî peyda kiriye ku min li dereke dî nedîtiye. Qorek mase hatiye veqetandin ji bo kesên li dersan dixebitin û liser maseyên mayîn jî hatiye nivîsîn ku ew mase tenê ji bo xwendina pirtûkan in.

Çar xortên bi navê Hakan Altunç, Bawer Özgün, Mazlum Şimşek û Recep Gürel pirtûkxaneyê bi rê ve dibin. Du berpirsên pirtûkxanê, Bawer û Hakan Altunç, bi mazûvaniyeke dilovan ez li pirtûkxanê gerandim û pirsên min bersivandin. Herdu jî bi xwe û karê ku dikin bawer in. Bawer, 27 salî, dev ji xwendina xwe ya beşa Matematîkê berdaye, herçî Hakan e, 26 salî, peywendiya wî ya bi edebiyatê ne tenê bi riya xwendina beşên ziman û wêjeya tirkî û a kurdî, belkî hê bêtir, bi derxistina kovara Asîva geşe standiye. Gava mirov temaşeyî pirtûkxaneyê dike û guhdariya karûbar û vizyona wan dike ne mumkin e mirov hêvîdar nebe. Wek reşika çavê xwe qedrê karê xwe digirin û jibo biserketina wê vala nasekinin. Gava pirsa sedema danîna navê Ismail Ebul-iz El-Cezerî (zanayekî ilmê sîbernetîkê ê ji Cizîra Botan ê serdema Artûkiyan) ji wan dikim Bawer dibêje: “Dema em li navekî digeriyan, me dît her kesî navê Celadet Bedirxan, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî li ciyekî kiriye. Heta bi tirkan jî li Kutahyayê peykerê wî danîne, lê hê ji kurdan kesî liser navê wî ciyek venekiriye (helbet ji bilî muzexaneya El Cezerî a li Cizîrê).”

Pirtûk

Li pirtûkxaneya ku a niha bi rêvebiriya çar kesan karê xwe didomîne 9.000 pirtûkên bi tirkî û dora 900 pirtûkên bi kurdî hene (kovar û hin pirtûkên zarokan ên netomarkirî jî ne tê de). Pirtûkên kurdî, refên wan li gor binemaya ziman ji ên dî hatine veqetandin lê sernavê her beşê, li hola mezin a Pirtûkxanê, bi kurdî liser refan hatiye xistin. Ji qertên endamtiyê bigirin heta bi deriyê daşira wan a gelekî paqij ku mirov sola xwe derdixe û bi şimikekê dikeve hundirê wê serdestiya nivîsên kurdî li her derê heye. Lê Hakan bi dilekî şikestî diyar dike ku alozî û teşqeleyên dawî fikar bi wan re jî çêkirine lewma vê dawiyê jêrnivîsên tirkî jî li bin navên refan xistine.

Bo dagirtina refên pirtûkxanê heta bi Ewropa jî ji wan re pirtûk hatine. Weşanxaneya Doğanê bi şandina 13 kolî pirtûkan belkî yek ji wan saziyan e ku di serî de behsa wê bê kirin. Herçî weşanxaneyên kurdan in, herçiqas ên ku soz dabin û ên bersiv nedabin hebin jî, hê pirtûkek ji wan negihaştiye pirtûkxanê. Refa kovarên kurdî têra xwe dewlemend e. Hin kovaran bi xwe hejmarên xwe şandine, hinan jî pirtûkxanê bi xwe ew standine.Rêjeya xwendina pirtûkên kurdî li gor ên tirkî kêm e; hefteyê 5-6 pirtûkên kurdî ji pirtûkxaneyê tên wergirtin. “Lê,” Bawer dibêje, “gelek caran hin xortên kurdan li vir dibînin ku kitêbên kurdî hene û haya wan ji kurdî dibe.” Ev rêje di pirtûkên zarokan de hinekî zêdetir e, lewra, li gor ku Hakan radigihîne, kêfa zarokan pirr ji pirtûkên zarokan ên bi kurdî re tê. Gava ez pirsa awa û hedefa bidestxistina pirtûkên kurdî ji wan dikim, Hakan bi dilekî amin vê bersiva ku mirov ancaq ji pirtûkxaneyên netewî hêvî dike dide: “Em pirtûkên ku nû dertên dişopînin û armanca me ew e em ji her pirtûka ku nû derketiye yekê bistînin.”
Çalakî

Dîwarên pirtûkxanê pêşî bi helbest, bend û parçeyên dîtir ên ku ji pirtûkan werdigirtin tên xemilandin, lê paşê dibînin ku ev jî têrê nake. Hingê bîr dibin ku gazî nivîskaran bi xwe bikin—lê tenê nivîskarên kurdînûs, tevî ku ên tirkînûs jî xwestine werin dawetkirin ji xeta xwe nehatine xwar. Heta niha Kawa Nemir, Yıldız Çakar, Rênas Jiyan, Berken Bereh, Sîdar Jîr û Selîm Temo hatine wan “rojbuhêrk û şevbuhêrk”ên ku li pirtûkxanê li dar xistine.Hakan derbarê vê yekê de dibêje: “Em pirtûkan didin naskirin, ango hezkirin. Lê dema nivîskar tê ew bêtir dikare berhema xwe bide naskirin û hezkirin.” Van çalakiyên ku di destpêkê de gotibûn ku eger ew du kes bin ên li nivîskaran guhdar dikin jî ew ê gazî wan bikin gelek kes kişandine û civandine. Hin nivîskaran karibûne gelek pirtûkên xwe jî bifiroşin. Bi xêra hatina wan, xwendavan piştre mereqa wan dikin û tên bêtir pirtûkên wan ji pirtûkxanê dibin.

Dema min afîşên vexwendnameyê ên nivîskaran dîtin ez şaş mam. Min di heyata xwe de afîşên ewqas mezin (120x175cm) ên ji bo nivîskarekî kurd nedîtibûn. Jibo ku xelkê ji wê “şevbuhêrk” yan “rojbuhêrk”ê agahdar bikin afîşeke wiha a wek bejna mirovekî li bilboardeke li kolana mezin a nava bajêr dixin-helbet, qaweta wan nagihêje a duduyan! Ji bilî van çalakiyên ku êdî dixwazin formata wan biguherînin û ji qada helbest, çîrok û romanê derxin da dubarebûn çênebe, û hinekî bêtir giraniyê bidin bîranînan û pêşangehên hunerî, çalakiyeke dî jî kirine ku ew dimîne helwesteke ku misyonapirtûkxaneyê ji nû ve tarîf dike: Hinga ku ê salek di ser avakirina pirtûkxaneyê re derbas bibûya, di 22ê Nîsana 2016an de, ango di 118emîn salvegera rojnameya Kurdistan de, bi 17 xwendavanên xwe re şitlên daran ji şaredariyê werdigirin û li ciyê ku Şêx Evdirrehîmê birayê Şêx Seîd hatiye kuştin wan diçînin. Navê Mîqdad Mîthad Bedirxan, avakerê rojnameya Kurdistan, li vê daristanê dikin.

Ji dareke şîn berev daristaneke gurr

Bawer diyar dike ku ew bi dildarî li vê pirtûkxanê dixebitin û wê bi rê ve dibin, ne bi xwedîtî! Hakan jî wî piştrast dike û pê de diçe: “Em dixwazin tiştên xweş li vir bicivînin. Dema xwendevan çav li berhemeke baş bikeve ew ê destê xwe bavêjê. Daxwaza me ew e ku siberojê ên ji me baştir werin û ew vî karî bidomînin, ne ku em heta hetayê liser vî karî bin.”

Pirtûkxane van rojan hewil dide ku çalakiyên xwe yên klûba xwendinê ji nû ve zindî bike û klûbeke sînemayê veke bo nîşandana filîman û gotûbêja liser wan. Vê pirtûkxaneya taybet bi ked û xîreteke mezin hewil dide ku tiştên di jiyana me de kêm in ligor qaweta xwe yek bi yek bîne cî. Lê ji bîr jî nakin ku qawet bi hêvî, daxwaz, vizyon û piştevaniyê tê holê û bi ser dikeve. Pirtûkxaneya El Cezerî pirtûkxaneyek e ku ne ku mirov tenê di ber re here, lê mirov têkeve hundir.

Heftenameya Bas



10.02.2017 23:15 | darînê daryo

2. Hefteya borî jî kurdistan24 nûçeyekê di derbarê wan de amade kiribû. Xuya ye di warê xwe de tekane pirtûkxane ye. Xebatên baş in. Lê gelo ji bo çi dikin? Çi hewce ye? Xwedîtiya evan tiştan kêm e li Kurdîstana hîn bêhtir kêm e. Dîsa jî mala wan ava. Heviya belavbûna pirtûkxaneyên bi vî rengî ...



11.02.2017 09:14 | darînê daryo

3. Camêran xwedî blogekê ne jî.


“ Tiştê herî xirab ku dikare bi welat û miletekî biqewime, bêdengiya felsefî, ilmî û edebî ye. Tarîx şahîd e ku welat û milletên bêkitap û bêkitabxane li pey pêşketina dewr û dewranê dimînin û hêdî hêdî ji nav refên millet, çand û welatan derdikevin û winda dibin. Lê millet û welatên ku xwediyên kitêb û kitêbxanan in, him yekîtiya xwe diparêzin û him jî pêşengiya pêşketinê dikin.”
Mehmed Uzun, Antolojiya Edebiyata Kurdî, Aram, 2003, r., 11



11.02.2017 12:18 | darînê daryo

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» dembuhêrkek li pirtûkxaneya el cezerî
» pirtûkxaneya dîjîtal ya zaningeha rojava

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî