1. yek ji helbestên kurdî yên hawarê li dil dikin e. dilo rabe bike karî, bîşû dest alî merdanî Dilo rabe, bike karî, bîşû dest alî merdanî Meke kislanû vî carî, dest hilîne b’ke isyare B’ke ixtîyar li dinyaê, wekî Adem û ‘Hewayê Yeqîn tûj d’çîye fenaê, li paş dibî şermuzare Li paş dikî gelek şerm e, mirin ‘heqq e dête ser me Evrû bazara te germ e, bes bike bey’ û bazare Bes bike bey’na û şîre, tu terk bike mal û kura Wekî merdê ‘sa’hib sera, wekî alê di ixtîyare Wekî alan e’s’haba, tu kêm bike xurd û xaba Bes bike zewq û şeraba, guh mede nefsa keffare Nefsê tuyê bêkar kirî, pir sûc û gunehkar kirî Ji mewlaî şermuzar kirî, gelek ‘eyb e, gelek ‘ar e Gelek ‘eyb e tu her hû kî, hemû şûla b’dilê xû kî Tu dê xûlî b’serê xû kî, ev çi kesb e, ev çi kare Ev çi kesb e te hilgîrtî, ‘hubba dinyayê tu girtî Cem’e dîkî kîrt û pirtî, ji enwa’ê di emwale Cem’a malî nef’e nîne, tu qenc bizane b’yeqîne Xîlaf û şik ger tê nîne, bi qewlê ehlê ebrar e Bi qewlê nebî û îmama, zikrê Xudê ‘sûb’h û şama Lazim l’ser xa’s û ‘ama, bi kîtab û bi guftare Dilû bû çî tu nizanî, nefsa şirîka şey’tan î Hem neyarê l’gel Xudan î, wekî gurgan û ‘heftyare Weki gurgê li nav berxa, wekî ‘teyrê li ser ferxa Daim dikit dewr û çerxa, şev û roje, meh û sal e Şev û roja tu ‘xafil bî, li ser fe’ila di ba’til bî Bi dûrî pîrê kamil bî, bi çend salayî paş mare Tûyê rûwînî çi sewdayî, ‘talibê malê dinya yî Tarikê emrê xuda yî, ey rûreşê gunehkar e Ey rûreşê bê’hed gelek, wek ‘ebdê bê nan û nimek Bû wî fikir, hatî felek, ‘umir te çû bi xisare ‘Umir te çû tûbe nekir, te pêzanî ‘emel nekir Qet j’gunnuha te bes nekir, te ne fikr e, te ne war e Tu dê kengî keyû ‘emel, tu bes bike ‘tûlil emel Gehişte te mirin û ecel, tu dê kengî keyû kare Tu dê kengî keyû karî, daim bikî gîrî û zarî Mekanê te qebrê ‘tarî, te ne bang e, ne hewar e Te çi bang û hewar nîne, daim dîkî gîrî û şîne Meded ya nebî Nûrîne, li ber te bang û heware. spoilerê veke 》Asoya Helbesta Kurdî daxe: Here lînkê |
|
10.02.2017 23:46 ~23:51 |
xendekî
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |