Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 18 peyam
    weqfa mezopotamyayê - tirşik
    weqfa mezopotamyayê
    (2) (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. bi armanca damezrandina zaningehek ku di zimanê zîkmakî de perwerdehiyê dike, hat saz kirin.

    250 kes di sazkirina weqfê de cih girtin. di nav wan kesan de îsmaîl beşîkçî, osman baydemir, fîlîz bedîrhanoglu, şivan perwer jî heye .

    ser xêrê be..



    2013.06.02-07:05 | brusk56

    2. gelek baş e. lé min jı derek bihisti bu ku ev weqf weqfa cemaaté ye ?



    2013.06.13-00:24 | feqiyêteyran

    3. weqfa ku agahiya nin derbarê wê de tune. lê dikarim bibêjim ku ger tê de ismail beşikçi hebe cemaat tune.



    2013.06.13-10:42 | simurg56

    4. ez hêvîdarim bigihêjin armanca xwe û zaningehê damezrînin



    2013.11.23-21:07 | bakur-başûr

    5. berî her tiştî divê navê wê bê guhertin û bibe kurdistan.. beriya çend mehan di organîzasyonekî de min damezrînerê vê weqfê nas kir, akademîsyeneke xort û xweyîxîret bû, ji bo avakirina weqfê ji îzmîrê dev ji îşê xwe berdide û tê amedê, di demeke kurt de têkiliyê bi gelek kesan re datîne, lê piştî demekî komîserên tesfiyeyê yên kckê dikevin dewrê de.. di pêşangeha pirtûkan ya tûyapê a îsal a li amedê, standek mezin vekiribûn, serwîsa çay û qehwê didan mêvanên xwe.. *

    û ez vê jî bêjim ji ber rêveberiya ku ji aliyê komîteya tesfiyeyê ve hatiye teyînkirin, dilê gelek akademîsyenên kurd ên ku di damezrandina weqfê de ked dane, maye..



    2014.06.14-02:45 | endazer

    6. malpera wê; http://mezopotamya.org.tr/iletisim.php (di malperê de ji xeynî tirkî hilbijêrka kurdî û îngilîzÎ jî heye, lê wekê gelek malperên din ên kurd di vê malperê de jî hilbijêrka kurdî naşixule)



    2014.06.14-02:48 | endazer

    7. Ev weqf e ku hêviyan li me şîn dike ji bo dahatûyê.



    2015.03.24-12:51 | kuşpene

    8. demeke gotin em ê zanîngeheke li diyarbekirê damezrînin û hew. înşalah damezrînin. wê pir baş bibe ji bo me.



    2015.03.24-17:32 | kurê xelkê

    9. Weqfa bi hêviyeke mezin hatibû avakirin û gotibû emê zanîngeheke bi zimanê kurdî perwerdehiyê bide ava bikin, lê mixabin ti pêjina wan nayê.

    Gelo heya we jê he ye?



    2017.03.19-11:47 | gumgumok

    10. Ew weqf e ku piştî derxistina rêbera rastnivîsînê (kanûna paşîn. 2019), kovareka bi navê folklora me derxistîye (adar, 2019). Xwedê wê bihêlê!

    Hêvîyeka min ji weqfê heye: ferhengeka kurmancî.



    2019.06.27-00:21 ~09:39]| mirovekirind

    11. weqfa go hê jî dest bi avakirina zaningehê nekirine. li bakûrê tunebûna zaningeheke pirsgirekek mezin e. heke ev zaningeh were damezrandin wê di pêşêrojê da bibe çavkaniyeke mezin ji bo zaningehên kurdistanê.



    2020.12.12-00:00 | hueyn

    12. Ji ber cejna zimanê kurdî heta dawiya mehê buhayên pirtûkên xwe daxistine. Min reklama wan li cihekê dît û ez yekser çûm malpera wan. Lê tenê çend heb berhem hebûn û hew. Bi rastî ev navê han bi min gelek giran û mezin dihat (ji aliyê jimara berheman). Lê cihê mixabiniyê ye ku hêviyên min bû kulmek cîncoq û wer hat. Neyse lê du sê pirtûk min xwest, gorî piyasê erzan kirine. Min xwest hûn jî agahdar bin*

    Here lînkê



    2021.05.16-10:31 ~10:32]| rizgarm

    13. saziyekî zahf baş ji bo çand û zimanê kurdî. ya din jî weqfa îsmaîl beşîkçî ye. gerek hejmara weqfên wilo zêdetir bibin.



    2021.05.18-21:40 | hueyn

    Hemûyan Bixwîne