1. yek ji wan im. dikim nakim nikarim pora xwe dirêj bikim. dema ku piçkî dirêj dibe Û DİGİHÎJÊ QEMÇİKA MİN XWE CÎH DE DİBAVÊJİM KUAFOR. PİŞTÎ QUTKİRİNÊ Jî wisa rehet hîs dikim wek ku barekî giran ji ser milên min hatibê xwarê. |
|
14.02.2017 00:39 |
gulêê
|
2. +1 |
|
14.02.2017 00:55 |
bûtîmar
|
3. yanî ew kesên ku hêdî hêdî porê wan diweşe. yek ji wan jî ez im :/ |
|
14.02.2017 03:09 |
ceso
|
4. yek ji wan jî ez im, porên min hinekî gijikî ne, wexta ez dirêj bikim teşe nagirin û her gav wek ku ez hê hû ji nivînan rabûme ji hev de dibin. sedema dî jî; porên min pirr zû rû digire ez bi şev dişom serê sibehê radibim weka ku çar pênç roj min neşûştibe rûyî dibe loma ez jî çendîn dil bikim jî nikarim dirêj bikim:( |
|
14.02.2017 10:57 |
ferhenga şikestî
|
5. çend caran min hewl da ku porê xwe dirêj bikim lê mixabin çê nebû. lê porê kin ji yê dirêj rihettir e, tu di ber re nakevî şerekî giran. |
|
14.02.2017 14:52 |
înano lo
|
6. Her têleka xwe bi hêlekê re tere. Ez çito vê direj bikim. |
|
14.02.2017 17:39 |
elaziz izzetpasa camii
|
7. Ez im. ew hesta piştî qutkirinê heye ya, çu tişt wê tehmê nade min. Lê êdî kuafor/berber gelekî biha bûne, li malê piştî du qedehan meqesê didim destê xwe û hew. |
|
10.04.2018 02:08 |
jifêzagorda
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |