Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
rudaw tv - tirşik
rudaw tv
(7) (11) (5)
di mijarê de bigere

17. bi weşana xwe kurd1 tîne bîra min ku hineke bêpartîbunê esas digire, lê ji kurd1ê gelekî wêdetir û baştir bernameyan çêdike û alê siyasî de jî polîtîkaya min tu tiştî nebihîstiye nameşîne. weke din di derbarê rojava de weşanên pir bi qalîte çêdikin.



22.11.2013 22:41 | azadixwaz

18. kî fînanse dike ne dîyar e. lê nêzîkî pdk weşanê dikê û tê idia kirin neçîrvan barzanî fînanse dike. (bnr: ) http://kurdistantribune.com/2012/nechirvan-barzanis-association-media-corruption-rudaw-company-as-example/



22.11.2013 23:37 | diljan

19. kanala ku camêr û ciwanikên ku berê bi derew û dezenformasyonan dev diavêjtinê û direşikandin niha behsa başî û kalîteya wê dikin.. nizanim kanalê xwe rast kir û berê peyka xwe berev îmraliyê ve dagerand an heval bi xwe hesiyan û ji ya xwe poşman bûn..

ji ber ku tvya min tune nikarim darî weşanên wê bikim.. lê ji malpera rûdaw.netê carûbaran eger bernameyeke bi dilê min hebe darî dikim.. kalîteya dîtbariyê gelekî baş e.. wekê kanalên nêzikî pkkê hemû bernameyên xwe li heman stûdyoyê û bi heman dekorasyonê û li paş heman fonî çênakin û pêşkêş nakin.. kurmanciya ku pêşkêşkerên kanalê bikar tînin çendî behdînîkî be jî nêzikî zimanê xelkê ye.. bi kê ve girêdayiye nizanim an ji aliyê kê ve tê fînansekirin ji min re ne xem e, polîtîkaya wan a weşanê ne teng û sînorkirî û beralîkirî û li ser hesabê partî û îdeolojiyekî ye.. yanî wekê kanalên din ne ji çarçeveyeka teng ya partiyekî li bûyer û pêşketinên li kurdistanê û li seranserê dinyayê dinêrin..



23.11.2013 02:11 | endazer

20. qenala dest bi weşana li ser hotbirdê kirî. li ser fînans an xwediyê tiştekê gotegotan kirin an tiştna gotin tişteke din, lê behsa qalîte yan weşana wê kirin tişteke din e. behsa aliyeke kirin nayê wê wateyê ku li ser aliyên din tu ditinê mirov tune ne, an bala mirov nakişîne.



23.11.2013 10:16 | azadixwaz

21. qanaleke bi teşqele ye, serê gavê dev diavêje pkkê.



23.11.2013 23:09 | rojgar

22. kanala ku nizanim ji ber çi nûçegihanên wê dema di dawiya nÛçeyên xwe de navê xwe û navê rudawê dibêjin xwe wiha dişidînin.. tê bêjî qey hemû esker in û li hemberî fermandarên xwe tekmîlê didin..



28.12.2013 07:11 | endazer


24. televizyoneke bi du zaravaya kurmancî - soranî weşanê dike. Qaliteya deng û rengan pir baş e Weşana wê hdye. Qanal aligirê barzanî ye û dijberî pkkê ye. anchormen ê xeberên kurmancî dilbixwîn daraye. bi Kurmancîyeke têkûz û biteql nuçeyan pêşkêş dike. "Beden dili"ya wî jî ne xerab e. dîsa min bihîst ku gulistan perwer jî di Rudawê de bernamekê amade dike, mêhvanekî wê jî şivan perwer bû.



28.12.2013 15:38 | seydayê_peyvan

25. tê îddia kirin ku ji alîyê sixûr a tirkîyê hatîye damezrandin.



28.12.2013 17:53 | fırat evdal

26. li gorî min televizyona kurdî ya herî bi rêk û pêK E. Fikra çi be bila be. lê jiber ku kurdistanî ye ev televizyon bala min pir dikişîne. xwezî televizyonên me hemÛ bi vi avayî nûjen(modern) bûya



28.12.2013 20:18 | bakur-başûr

27. kanalek jı hewlerê weşanê dike.yek ji televîzyonên kurdî ya herî baş e.weşana tv yê hinek alîgirê barzanî ye.lê ez dîsa jî gelek temaşe dikim.ji bo min ferq nake alîgirê kê be.weşana wê gelek baş e u hd ye.bi serbilindî dikarim bibêjîm kanala kurdî ye.ji wan tv yên din ên tewşo meyşo gelek baştir e.înş wê baştir jî bibe.serkeftin ji wan re.



08.01.2014 18:59 | feqiyêteyran

28. http://ku.firatajans.com/news/rojane/ruye-res-ci-hewceyi-teniye-ye-rudaw-amed-dicle.htm#.UtvEHS3_r2V.twitter



19.01.2014 18:39 | feqiyêteyran

29. televîzyona rexneyên amed dîcle heq kiriye ye.

wê rojê min guhdarî nûçeyên derbarê rojavayê de dikir. nûçeyek derket di vê qenalê de ku ez gelek aciz kirim.

2 keç tevlî ypgê kiribû û rudawê vê nûçeyê weke "2 keç ji aliyê ypgê ve hat revandin" da. paşê çima venexwendina kurdan a li cenev-2ê qewimî û nizanim çi . ji ber ku hûn gelek welatparêz û gelek yekîtîhez û gelek kurdistanî ne lewma



20.01.2014 14:18 | brusk56

30. eW KANAL E KU DİBÊJE Jİ BER PRENSÎBÊN ROJNAMEVANİYÊ EM NİKARİN Jİ ŞERVANÊN yPG'Ê YÊN Dİ ŞER DE JİYANA XWE Jİ DEST DANE BÊJİN ŞEHİD.eNDAMÊN daİŞÊ Û YÊN YPG HER DU Jî Jİ BO WAN YEK E Tİ FERQî di nav van de nîn e.

Di amîdakurd.com'ê de nivîsekê de wisa behsê dike.

http://tinyurl.com/owmqpbw



Mesela “Qetlîam Nîn e”yê



Yek jî mijara li ser Rojava derbarê qetliamên li Til Hasil û Til Eranê de ye. Rûdaw TV diyar kiribû ku li deverên YPG behs dike qetliam û komkujî nîn e. ...... Û tişta dî ya ecêb, Rûdawa ku dixwast bêje li Til Eranê qetliam nîn e di nûçeya xwe ya vidyoyî ya bi sernavê “Kurdên rojava behsa komkujiya Til Eran û Til Hasil dikin” xwe û KurdWatchê bi destê xwe derewîn derdixe ku li wê nûçeya vidyoyî de rastiyên qetliamê tên vegotin.(1) Bi van delîl, şahid û bûyerên qewimî hekî hêj pirsên “ka qetliam heye an nîn e” hebin êdî tiştek namîne mirov bikaribe li ser bêje.



1-Nûçeya Rûdawê ya derbarê Til Eranê: http://tinyurl.com/neadwlr



20.01.2014 17:01 | cekdar

31. ger kanala ku bi zimanê ingilizÎ jî ava bikin ew Ê bibe mina al jazeera ye.

ez wÊ rûşenÎyÊ dibinim ji rudawÊ. btw car caran hinek video-nuçeyÊn ingilizÎ jÎ çêdikin.

ew dive bibe amadekirina kanalÊ ye.

http://rudaw.net/english/world/28012014



29.01.2014 15:36 | cinorek

32. gava ku hemÛ hÊvÎyên me têkçûn, belkÎ ew me ji nû ve giyandar bike.

ew kanala ku 2 parlementerÊn meclÎsa tirk bi kurdÎ dide axaftin.

ev şoreşek e.

di programa 2 ali de “parlamenterê bdpê esat canan û parlamenterê berê yê AKPê abdurrahman kurd

http://rudaw.net/kurmanci/onair/tv/episodes/episode/2ali05022014muh



12.02.2014 18:35 | cinorek

33. hindî teqlîda bbc dikin hema ji qestî navê qenatî ne kirîne bbc kurdish.

(bnr: dinya nedîtî)



26.02.2014 16:51 | dastanekkevin

34. televîzyona ku vêga encamên hilbijartina heremî ya tirkiyê, zindî dide.

(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



30.03.2014 19:13 | simurg56

35. tvya hilbijartinan ji nuçe tv xweştir pêşkêş dike. (bnr: heyf ji hinan re)



30.03.2014 22:13 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» rudaw english

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî