Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 19 peyam
    rudaw tv - tirşik
    rudaw tv
    (11) (15) (37)
    di mijarê de bigere

    37. vêga nûçegihana wê ya ji stembolê bal dikişÎne û dil dibijîne ser xwe.. *



    2014.03.30-22:20 | endazer

    38. qenala ku spîkerên kevin ên roj tv, dilbixwîn dara û hêvîdar zana standiye û nûçeyan li wan dide pêşkêş kirin. herdû jî ew qas xweşik diaxive ku mirov ji kurmanciyê hez dike. herdû jî, ne ji mehmet ali birand ê rehmetî an jî ji banu guven ne kêmtir e. axaftina wan gelek herîkbar e.



    lê divê rudaw dev ji tirkiyê berde. ma te ji xwel meseleyên tirkan e. qey kurdistana başûr eyaletekî tirkiyê ye.

    mesela, bernameyekî wan heye. li stenbolê tê çêkirin. keçika spîker rojnameyên tirkan dixwîne û piştre jî dîmenên stenbolê diherike felan. wê rojê min bir ser rudaw'e û min hew nêrî keçik rojnameya tirkiyeyê dixwîne. yanê bi min ev ne tiştek rast e. bila ferka wan ji trt6ê hebe. ji xwe gelê kurdistana başûr zêde evîndarê tirkan e, bi vî awayî zêdetir jî dibe.



    2014.06.22-11:12 | brusk56

    39. tesbîtên brusk56 rast in, ez kengî qanala hanê vekim, nûçeya ku pêrgî wê têm, di derheqê de rûdan û bûyeran li tirkiyeyê qewîmîne ne. mariv dibê qey atv ye lê tenê ziman cuda ye



    2014.06.22-13:34 | ferhenga şikestî

    40. (bnr: rûneş tv)



    2014.06.22-16:07 | gernasnenas

    41. temam zimanê wan û weşana wan xweş e fîlan lê êdî eleqaya xwe ya ji bo tirkiyê fîşal dikin. min îro li nûçeyên şevê ya vê qenalê temaşe kir, willeh û billeh bêhenek dibêjim herî kêm %70-80ê nûçeyan di derbarê tiekiyê de bû. temam bila ji tirkiyê jî nûçe bidin ji ber ku cîranek girîng e. lê me çi ji lehiya stenbolê, pira sêyemîn û mûzeyeke ki li stenbolê vebûye, ye?



    2014.07.21-00:48 | simurg56

    42. ji bo Erdoğan "doğan grubu" çi ye, ji bo barzanî jî rûdaw ew e.



    2014.08.21-09:22 | nazim tolhildan

    43. YEKEM TELEVIZYONA PROFESYONELA KURDAYE MUQAYESE KIRINA Wê BI TELEVIZYONêN PARTIYAN NE RASTE.



    2014.08.21-11:41 | ferzad

    44. Televizyona DAİŞ Û mİT YE kARéWAN HEMİ DİJBERTİYA kURDAYE KéRİ PénÇ QURİŞA NAKE jİ BO Wİ GELE WERE GİRTİN



    2014.08.21-13:07 | xewn

    45. televîzyona ku îro davutoglu yê serokwezîrê tirkan, pirsa wê kiriye. di serdana xwe ya başûr de, dema dîtiye ku rûdaw ne li hawirdor e, gotiye "ka rûdaw?".

    ecêb e tabî...



    http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/211120148



    2014.11.21-19:09 | simurg56

    46. tv ya ku misyona wê xapandina gelê kurd, vir û derew û afirandina kurdên wek kerîyên mîhan pêştir tiştek nîne.



    2015.01.14-22:02 | nazim tolhildan

    47. Zehf kêfa min jêr tê dema peyamnêr di dawiya nûçeyan de nav û cihê ew lê ne dibêjin. Mesele; pêşewa pehlewî, rûdaaaaww, hewlêr.



    2015.01.15-03:45 | seydayê_peyvan

    48. li gorî kanalên din ên kurdî, wek trt kurdî, stêrk tv, nûçe tv, newroz tv, dunya tv, kurdistan tv filan dema mirv berê xwe didiyê bi xwudê zêrê bîstûçar eyar e, gelek kêmasiyên wê hene erê lê kanalên din nahêjin serê neynûka wê.. cara ewil kurdan bi rûdaw tv yê zanî bê ka bi profesyonelî karê televîzyonê çawa tê çêkirin.. yên ku li ber ber wan kanalên ku di stûdyoyên xwe yên teng û tarî de heta êvarî propagandaya partiya xwe dikin mezin bûne nikarin vê yekê fêhm bikin..




    49. di nûçeyên wan de tiştê him xweş him jî nexweş ew e ku nîv kurmancî nîv soranî ye. weke mînak pêşkeşkarê nûçeyê kurtenûçeyê bi kurmancî dibêje û naveroka nûçeyê bi soranî çêdibe. ji ber ku pêşkeşkar kêm-zêde behsa nûçeyê kiriye mirov ji naveroka soranî jî kêm-zêde fêm dike. bi vî awayî kurmancekanî soranînezan fêrî zimanê soranî dibin.



    2015.01.15-18:30 | oxir

    50. di nav televiyonên kurdî ên nuçeyan de heta niha ya herî serkeftî û bêali ye. her çi qas hin gotinên wekî li dijî pkk ê propaganda dike hebin jî heta niha min tiştekî wiha nedît. berovajî vê yekê gelek caran ne kêmî med nûçe tv ye li hember pkk ê.



    2015.04.03-01:39 | nistiman

    51. Rûdaw

    Bînahiya çavên me ye...



    2015.05.03-12:25 | yûsivcewher

    52. Tvya mitîngên akpê bi zindî û simultane wergerê dide lê di vê rewşa awarte de behsa teqînên li mitînga hdpê nake. Vaye ji te re bêalîtî. Ez birîm bêalîtiyeke wisa de.



    2015.06.05-23:07 | azadixwaz

    53. Te gotin ku (bnr: rudaw tv) behsa teqînên li Amedê nake. Lê ev ne wisa ye. Vaye li vir http://rudaw.net/kurmanci di rûpela ewil de hatiye danîn.



    2015.06.06-02:36 ~02:40]| bikarhêner

    54. Tvya ku xebatên wê li herêma Kobaniyê ji aliyê rêveberên vê kantonê hatiye qedexe kirin e. Ne tenê xebatên wê her weha kesek nikarê bi vê tvyê re hevpeyvîn bikê, ji wê re nûçeyan bişînê. Ev hemû hatine qedexe kirin..

    Belê maşallah çi demokrasiyeka pêşketî ye. Me digot e ev der wê bibê Koreya Bakûr lê wellehî rahmet li Koreya Bakûr. Ne bi vê ecêbê jî...



    2016.02.25-22:03 ~22:16]| nan û av

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    dayo [1]
    Peyva ji bo gazîkirinê ya dayîka meriv e. Da, dayo, dayê, yadê, dada, ...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Min wî yekoyek nas dikir, dengbêj û zanayek hêja bû. Oxir be jê re....
    kurdî fikirîn û tirkî gotin [1]
    Berê dewara li ba bixe - hayvanlarin onunu çevir Ez diçim ber pez - k...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Dengbêjê gelê kurd, bilbilê Amedê îro Koça dawî kir. Wekî gelek dengbê...
    farid farjad [1]
    Vîrtîozê kemanê. Wan rojan her şev guh Didim dengê kemana wî....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » rûdaw music

    Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî