Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 25 peyam
kesên ku dema xwendina pirtûkan de binê hevokan bi pênûsên rengorengo xêz dikin - tirşik
kesên ku dema xwendina pirtûkan de binê hevokan bi pênûsên rengorengo xêz dikin
(1) (0) (8)
di mijarê de bigere

3. Ew kesin ku ji vê dinyê hezdikin.



2020.04.03-18:56 | f

4. ez bûm. dema zanîngehê bê pênûsên rengoreng nedikariyama pirtûkên waneyan bixwînim. niha jî dil nadim pirtûkan xêz bikim û ji xwe re paqij paqij dixwînim.*



2020.04.03-19:58 | xelîl

5. Ji wan kesan yek jî ez im.
zehv kêfa min pê ra tê ku piştî nîzam çen sala vedigerim devê pirtûkekî vedikim û hevokên ku min berê binê wana xêz kiriye dixûnim *

hine cara jî dibêjim vay be a niha bûya min binê vê hevokê xêz nedikir ..

mirov degiş dibe, wext degiş dibe, bala meriv jî...



2020.04.04-12:32 | hozan serhad

6. Ne ez im. Çima; xêz bikim û Pîştî dêmekî dîsa bixwênim wan dera ez ê ji wan derên din bimênim. Mirov her car tiştin din fêm dike ji xwendinê. Ez çima xwe ji temamê pirtûkê bihêlim? Heke bixwênim ez ê ji serî heta binî dîsa bixwênim çêtir e. Lê aniha fikirîm ew jî zehmet e. Xêz kirin jî zehmet e. De ka lo ya ku di hişê min de ma ma! Nema jî dev jê berde.
(bnr: bêxîretî)



2020.04.04-16:40 | xwelî li ser

7. ku xwediyê pirtûkê bin wê gavê pirsgirêk tune ye
lê ku pirtûk ne ya wan be, ya pirtûkxaneyekî be, yan jî ya kesî din be, tiştekî pir nexweş e, şerm e, fedî bikin, (bnr: qirêj)



2020.04.04-18:26 | afa

8. ti carî ez nebûm.Min dil dikir ku bibim lê nedibûm.Dema min dixwend û cîhekî bala min bikişanda min hez dikir ku xêz bikim lê nedibû.Demek şûnda jê sar dibim ango jibîr dikim.
Lê xêzkirina bin hevokan ango peyvan , bi min her tim tiştekî baş dihat.Jixwe mirovên wisa re her tim rêzdarîyek min hebû , hê jî heye.
Nizam çima lê li gor min ew kesan her tim pirr serwext û jêhatî dihate xûyan û min jî her tim dixwest ku ez wek wan bim.
Mixabin ew wek xwe , ez jî wek xwe mam.



2020.04.04-18:44 | brzn

9. ne hemû, lê gelek ji wan, ew kes in ku 24 seetan li aforîzmayekê digerin ji bo ku li ser twitter û facebookê binivîsin. ew kes in ku qet ta'mê ji pirtûkê nastînin.

xêzkirina rûpelên pirtûkan guneh e !



2020.04.05-17:56 | toriyê omerî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
dersên kurdî yên online [1]
min ji bo kirmanckî xwe qeyd kiribû bi xêr îşev em ê beşdarî...
çavmir [1]
tê wate ya "heke tu bi min bişêwir e". bi tirkî bence , bi...
tiştên ku dilê mirov ji jiyanê sar dikin [1]
Dema Kurdek dibêje ez biratiya gelan dixwazim....
stranbêjên kurd ên bi kurdî nizanin an naaxivin [1]
Stranbêjên dengê gelekên wan xweş in lê mixabin piranî nizanin bi zima...
ferheng ji bo fêmkirina rojavayê kurdistanê [5]
tiştên herî giring ji bo destpêkeran:

rêxistinên sîyasî...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ne kurd dikarin bibin tirşikvan?
» dema ku roj diçe ava
» xwendina dîkan
» binevş
» pênûsên çardehderb
» xêzika fila/filehan

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî