Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
jeanne d'arc - tirşik
jeanne d'arc
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. azîzeya netewî ya fransayê ye. lê helbet riya azîzebûnê ya wê piştî xayîn û kafir îlankirina wê tê ji aliyê engîzisyona ingilîzan ve. wê dişewitînin. sebeba tekfîrê ev e: jinxas dibêje çend azîzên mezin bi min re dipeyivin/peyivîne (an jî dengên wan dibîhisim). rast bû ya na, nizanim lê belê di wê dewrê de dêrên xiristiyanî îznê nedidan jinan ku li ser dînê bipeyive, li gorî wan bi xwe jin nîvemirov bûn, têra xwe gunehkar bûn û tew rabûye bi vê kêmasiya xwe ya afirandinê qala pêwendiyên xwe yên dînî yên azîzan dike û qasî vê kafirtiyê cilûbergên zilaman li xwe dike. ji ber ku ev jinxas di artêşa fransizan de bû û li hemberî ingilîzan şer dikir. ji bo ku delîleke maddî dest bixin, dadgeh bekareta wê kontrol dike. erê. çîrokekê wisa.

fîlmên ku li ser wê hatiye kişandin gelek xweş in.



2017.04.07-21:59 ~22:00]| biruya hayao miyazaki

2. çi biçûk biçûk xuya dike jeanne d'arc-a te hey frensa,
li cem jean d'arc-a welatê min.

-ji cemîle buhayrat re, ji nizar kabbanî ve li hemberî frensayê cezayîrmêj.

helbet ji bo jeanne d'arc-kirina buhayrata wêrek navê simon de bouvoir-a wêrek jî bê gotin.



2017.12.16-23:39 | biruya hayao miyazaki

3. Kesên jîyana wê meraq dike dikare fîlma bi navê wê hatîye çêkirin temaşe bike. Fîlmek gelek xweş û biêşe.



2020.01.05-21:24 | azad30

4. Li rouen'a fransayê, li cihê ku hatiye qetlkirin abîdeyek çêkirine li ser navê wê.

Helbesta 'qesîdeyek ji bo bîra te' ya yehya omerî tîne bîra min lew di risteyekê de derbas dibû.



2020.01.06-14:00 | yusiv hemed

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
sterlîn [1]
Sterling an jî Pound. nîşaneya wî £, koda wî jî GBP ye. diravê Qraliye...
social phobia [3]
nexweşiya ku dema çareser nebe jiyana mirov rûdixîne. nexweşiyeke derû...
jan dost [1]
nivîskarekî gelek serkeftî ye. Lê nizanim çima pirtûkên wî nayên çapki...
rola kurdan di şêra navbêra azerî ermeniyan de [1]
welatê ku dikeve navbêra qarabax û ermenistanê welatê kurdan e...
cefilîn [1]
Lerizîna Ji ber tirs û xofê ango sarî, mahd xeliyê, kelêcanê. Gotina (...
belki ev jî bala te bikişînin
» jeanne hébuterne

Kategoriyên mijarê:: dirok oldin dirok oldin dirok oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî