Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
erebî - tirşik
erebî
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Zimanê miletê erebê ye. (bnr: zimanê erebî)

Welatên lê tê axaftin
Erebistana Siyûdî
Yemen
Iraq
Sûrî
Misir
Tûnis
Lîbya
Cezayir
Maroko
Qeter
Kuweyt
Behreyn
Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî

Axiverên zimanê zikmakî 380.000.000 e

malbata zimanî:
afroasyayî
samî
rojava samî
erebî



09.04.2017 14:19 ~2017.12.04 22:56 | cûndûllah el-kurdî

2. kontrol



09.04.2017 16:41 | çomez

3. zimanek gelekî pêşketî û xûrte. Ji alîyên jêhatin a îfadekirinê ne bawerim tû ziman pêre têkeve pêşbazîye.
quran'a pîroz jî bi vî zimanî daketîye. A rast ev jî bûye sedem a pêşketina erebî.



04.12.2017 22:41 | xemrevîn

4. belê ji hêla peyvan ve zimanekî gelek dewlemend e lê çi? îro ro li cihanê tu bandoreke wî ya çandî, hunerî, zanîstî nîn e.
ziman bi xebitandinê pêşve diçe û geş dibe lê wexta tu pê ve eleqedar nebî û bi zimên karên universal nekî demeke şûnde paşve diçe.
îroj bi zimanê erebî ji xeynî literatura îslamî ka çi heye? di muzikê de çi berhem dane? di edebiyatê de çend heb nivîskarên wî zimanî yên ku di qada navnetewî de berhemenên xwe dane hene? di zanistiyê de di çi astê de ne? di hunerê de çi afirandine? pîvana pêşketin û xurtbûna zimên bi tenê ji peyvên pêkhatî nayêt nirxandin, ziman pirralî ye



05.12.2017 09:47 | ferhenga şikestî

5. Zimaneke bi qasî ku kurd di çavê xwe de mezin dikin, ne mezin e. Di binemala zimanên samî de ye. Bi îbranî re heman malbatê de ye. Zimaneke tewang e. Di xerizandina peyva de an daçek tên pêşiya wê an dengdêrê peyvê tê guhertin. Her lêkerek erebî bi 24 awayî dikarê bê guhertin, ji bilî hin îstîsnayan. Zimaneke xerizandina peyva gelekî hêsan e.

Ji bilî warê olî pê ve li serdema me de pêşve neçûye. Heya ku mirov dikare bêje di zanistê de paşde maye. Gelek peyv ji vî zimanê derbasî kurdî bûne lê di demên berê de. Ji ber kû hem cîran û dagirkerê kurda bûn û hem ola ku kurd jê bawer dikin bi vî zimanî ye.

Lê nizanim çima, hişmendiyeke di nava kurda de heye ku vî zimanî gelekî dewlemend û pêşketî dibînin. Heya ku ev fikr car caran dibe sedema ku peyvên kurdî dikin malê vî zimanî. Lê li gor daneyên wîkîpediyayê peyvên kurdî 3 cara li yê erebî ne.

Kişandina lêkerek erebî

Nesere
Nesera
Neserû
Neseret
Nesereta
Neserne
Neserte
Neserûma
Nesertûm
Nesertî
Nesrtûma
Nesertûnne
Nesertû
Neserna



13.06.2020 00:35 ~00:36 | tîrêj zana 21

6. bi devavêtinê ti tişt bi pêşve naçe ,
zimanê érebî qet ne bi paş de ye .

tev felsefa yûnanan di derdora sala 1100 de ji dest zanîstên misilman hatine wergerandin ka bê ew kîjan ziman bû ?
helbet érebî .

zêde bûna peyva ne nîşana pêşketinê û paşketinê ye .

lêkirna lêkerên érebî ji bo bêjedaran gelekî hêsan e.
li gor ahenga helbestê , bêje yê şekl û şimala xwe distîni .

terîmên dadîyê tev bi érebî ne .

em kurd ji bilî siyasetê tiştekî nakin .
loma zimanê biyanî di kurmancîya me de gelekî cîh girtî ye .
têkilîya dîn û dagirkerîyê bi vê yekê tinne.

tibba kurdî bi serîsî bi érebî re têkildar e.



13.06.2020 01:36 ~01:37 | shwinsherm

7. Em jê re Erebkî dibêjin.



13.06.2020 13:52 | mîr

8. Zimanê ku ew çend peyv û hevoka tenê dizanim;

Bî hebbîk = ez ji te hez dikim ( ev li erebiya klasîk wa ye, lê erebiya ku erebên rihayê bikar tînin de wateya xwe " ez te maç dikim"

şino?: Çi?


Şinonek?/ şinonic? : Çawa yi?
( ya yekemîn ji bo mêra ya duyemîn ji bo jina)

zên elhemdullah: baş im elhemdullah

teel: were

Zerga : şîn
Hemra :sor
bigara : çêlek
xubbis : nan
anî :Ez
intî : tu


Ma ne bes e, bira qurbana min bin ka ewan ewqas bi kurdî dizanin

Nîşe: Ev hevok û peyvana tevan yên ku min ji erebên rihayê bîhîstîne. Erebiya klasîk niye



05.04.2021 22:30 ~2022.05.05 15:33 | navîgiranmezelîwêran