1. nûçe û mizgîniyeka xêrê ye.. kengî destpê kiriye nizanim lê bi qasê ku dixweye beşeka mezin a termînolojiya twitterê hatiye wergerandin, û beşa ku hîn nehatiye wergerandin jî bi hêviya kedkar Û zehmetkêşên kurdên ku başebaş hem bi ÎngÎlîzî û hem bi kurmancî dizanin ve maye.. |
|
29.12.2013 05:41 |
endazer
|
2. ji bo twîtter'a kurmancî hûnjî dikarin bibin wergêr. |
|
04.05.2014 18:17 |
xemgînamed
|
3. hevalno li twîtterê bikarhênera kurdan twîttera xwe bi tirkî dixebitînin ji ber ku twîtterê kurdmancî hîna serdest nine. Her kes kari li twîtterê bibe wergêr. bi piştgirîya we emê twîtterê kurdmancî bikin serdest. |
|
11.06.2014 21:50 |
xemgînamed
|
4. (bnr: ji bo twitter'a kurdî) |
|
12.04.2017 11:51 ~11:54 |
xendekî
|
5. hewldaneka kêrhatî ye, divê weka (bnr: kurdîkirina google translate) cidî û şideh bê çêkirin. |
|
12.04.2017 11:55 |
xendekî
|
6. Tiştekî pir girîng e. |
|
24.05.2017 23:46 ~23:47 |
cûndûllah el-kurdî
|
7. Kurdên twitterê serê meheke hashtag vedikin #twitterakurdî hwd. goya "#twitterakurdî" dixwazin lê dema em dibêjin werin wergerrin, bixebitin tu kes naxebite. |
|
04.08.2017 22:53 |
cûndûllah el-kurdî
|
8. mîna hemû karên din yên ziman, ji ber tunebûna saziyên eleqedar, karek bêxwedî ye. divê saziyek heba ku tekane karê wan kurdîkirina alavên teknolojîk bûya û hemû bername û nivîsbariyên popûler wergerandiban hemû zaravayên kurdî. û wê vê saziyê ji hemû parçe û partî martiyên Kurdistanê alîkariyl bistanda. ma çi zehmetîya vê heye? |
|
05.08.2017 10:24 |
simurg56
|
9. Projeya ku êdî xilas bûye û bi ser neket. |
|
05.11.2017 21:50 |
cûndûllah el-kurdî
|
10. jı ber ku bı felsefe ya sosyal medya ra çelişmiş dıbe hamleya ki puç u vala ye. |
|
06.11.2017 08:12 |
hun çawane heval:)))))))
|
11. nizanim, dê çi kêrî me bê lê wê rojê çend bikarhêner bi hashtaga #twitterakurdî çend twît avêtin lê helbet ev hejmara twîtan gelek kêm bû. |
|
09.09.2018 20:33 |
biruya hayao miyazaki
|
12. A giring kurdîkirina naverokê ye, lê dîsa jî tiştek baş e. |
|
18.02.2020 10:14 |
brusk56
|
13. Nizanim çawa bû, çê bû nebû, bi rastî nava min û twîtterê nîne, lê hema meriv dixwaze zimanê xwe li her derî, li her qadê bibîne. Lê bi qasî ku ez dibînim pêşî kurdên ku ji bo "Kurdî anlamayan arkadaşlar var" wan bi Tirkî dinivisînin gere bizivirin ser zimanê xwe yê zikmakî. Ku fêm nake bila hîn bibe yan jî dev jê berde, Gava tu bi kurdî binivîsî wê ew bi xwe hêdî hêdî hînî zimanê te bibin. Çi bêjim, Xwedê hiş û mêjî bide wan jî. |
|
01.05.2020 23:51 |
afa
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |
|
seyda perinçek [1] |