Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
ehmedê xasî - tirşik
ehmedê xasî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Yek ji şairên Kurd ê bi zaravê Dimilî û herî bi nav û deng, Mela Ehmedê Xasî ye.Ew di sala 1863 an de li Hezanê ji dayik bûye. Li gor hin rîwayetan, ew di sala 1950 de çûye dilovanîya xwe! Navê bavê wî, Mele Hesen e û ji eşîra Xas e. Li gorî gotinan, bapîrê M.Ehmed ji Bîngolê koç kiriye û çûye Heza nê cîwar bûye. M.Ehmed, pêşî xwendina xwe di medreseyên li Kurdistanê de kirîye û xwendina olî xwendîye, heta ku xwendina Rêzê kuta kiriye. Destûrna- meya xwendinê, ji Hecî Brahîm Efendi yê miftîyê Dîyarbekir wergirtiye. Xasîyê nemir bi herdu zaravên Kurdî -Kurmancî û Dimilî- herweha bi zimanê Farisî û Tirkî jî dizanibû. Lê belê wî nivîsarên xwe piranî bi Dimilî nivîsîne. Gelek helbest bi Kurmancî û Erebîjî ristine. Nivîskarê hêja ji ber welatparêzîya xwe, di dema kutaneka sazûmana Siltan Evdilhemîd de ji Kurdistanê hatiye cîhêlkirin û li Girava Rodosê di bin çavdêrîya mecbûrî de maye. Melayê Xasî demeke dirêj li Hezanê (Lice) maye û ciranê Şêx Selîmê rêçika Nexşebendî bûye. Malbata Şêx bi zaravê Kurmancî dipeyivin. Lê xelkê Hezanê bi Dimilkî (Zaza) dipeyivin. Mixabin, di wê demê de Şêx Selîm hevalbendê Dijmin bû. Mela Ehmed jî welatparêzekî germ bû. Ji ber wê yekê, navbera wî û Şêx timî dubendî bû. Lê dîsan jî Melê Xasî, hîç jê pixav nekiriye û bê tirs û bizd li welatparêzîya xwe heta dawiya jiyana xwe domandîye.

Pirtûka Mela Ehmedê Xasî ya ku îro li Kurdistanê bi nav û deng e, "Mewlidê Nebî" ye. Bi tevayî 18 beş û 378 beyt in. Rêz, bi yazde kiteyan dikişin û qafîyeya her du rêzên beytan jî bi yek tîpê ne. Herweha eynî wek Mewlûda Mele Ehmedê Bateyîye. Çimkî cara yekem bi zimanê Kurdî (Kurmancî) Mewlûda Batê hatîye nivîsandin. Di pey wê de, çi mewlûdên ku ji alîyê nivîskarên Kurd ve hatine nivîsîn jî, tevek li gor pêveçûna Mewlûda Batê hatine çêkirin. Melayê Xasîji xeynî Mewlûdê pirtûkek bi navê "Cengnama Kurd û Ermen"iyan jî nivîsîye. Mewlûda Melayê Xasî, cara pêŞî di 25 ê Adarê sala 1315 (1898) an de, li Dîyarbekir di çapxana "Lîtografya"yê de çap bûye û 400 jmar derketine. Di van salên pa§î de jî, nivîskarê Kurd Malmîsanij ew ji tîpên Erebî wergerandîye tîpên Latênî. Lê mixabin heta niha jî bi tîpên Latê nî wek kitêb li çapê neketîye. Bes wî derbarê Mewûdê di kovara HÊVI, jmar: 4, rûpel: 75-97 an de nivîsîye û wê daye naskirin.



01.09.2013 00:18 | felat

2. Ehmedê Xasî (1867, Hezan − 1951, Hezan)

...

."Temam bi viraştişê Mewlidê Kirdî bi yardimê Xaliqî û feyz û bereketê peyxemberê ma, sellelahu ‘eleyhî we ela alîhî we sellem, bi destê Ehmedê Xasî Hezanic di henzar û hîrê sey û şîyyes serre bi tarîxê ‘erebî…”

Ahmed el-Hassi/ (احمدالخاصى, Ehmedê Xasi Hezanıc)

..

melayê xasî mewlûdê pirtûkek bi navê "cengnama kurd û ermen"iyan jî nivîsîye yek ji ev heye; ehmedê xasi / kıtabê dini /diyarbekır /ziman - zazaki / ır /Ziman - Zazaki / 25 Adar 1899 / Weşanxane - Çapxaneyê Wılayetê



30.12.2013 20:34 | xasê

3. melayê ku di licê de xebitîye. ji salê 1899 re yek kîtêb da weşandin. ''mewlîdê kirdkî'', di ew kîtêb de bi zaravayê zazakî re mewlid nivîse. cîyê wî, di zazakînivîsî de girîng e, sedemê ku siftehê nivîsên zazakî kirîye.



gotinê wî heye ku ez pir dilxweş bûm. '' yew mêrik xasî ra perseno, vano ke 'eke cixara herem o, yan helal o?' ehmedê xasî zî bersiv dano û vano ke 'eke cixara herem o, ma vêşnenî; helal o, ma şimenî'.



21.09.2014 19:01 | endazyar

4. destpêka wêjeya zazakî ya bi nivîskî ye. min mewlida wî nexwendîye.

jixwe xwendina min a zazakî ji ya kurmanciya min kêmtir e. ma ez hîna berhemên klasîk ên kurmancî nikarim baş bixwînim. îcar bi mewlidan çawa bikarim ez? ne xem e. pir kêfa'm ji xwendina bi zazakiyê re tê. herê willeh.

edît: rastnivîs



21.07.2018 22:50 ~2022.01.06 00:04 | mirovekirind

5. Ehmedê Xasî Mewlidê Kirdî 1892 de nuşto, 1899 de Dîyarbekir de çapxaneyê Lîtografya de 400 nusxeyê ey ginayê çape ro û vila bîyê. No kitab hetanî nika çend rey transkirîbeyê alfabeya latînkî bîyo.



31.12.2019 22:07 | bazêçewlîg

6. Ehmedê Xasî nuştoxo tewr verên yê kirdkî (kirmanckî, zazakî, dimilkî) yo. Serra 1867 (hîcrî: 1283) de nehîyeya Licê Hezan de ameyo dinya, 18 sibate 1951 de Hezan de dinya ra bar kerdo. Mezelê ey Hezan de yo.

Nameyê ey Ehmedê Sofî Hesenî yo. Mîyanê şarî de bi nameyê Xasî, Ehmedê Xasî, Seydayê Xasî û Xoceyo Xasî zî şinasîyeno. Nameyê babîyê ey Hesen, dadîya ey zî Medîna ya. Nameyê kalikê ey Mela Osman, nameyê babîyê kalikê ey Emer û nameyê kalikê kalikê ey zî Xan Ehmed o. Kalikê ey Mela Osman ameyo Hezan de melayî kerda û êdî na dewe de mendo.

Xasî tehsîlê xo Medreseyê Mesudîye yê Dîyarbekirî de temam kerdo. Îcazeyê xo destê muderris muftî Îbrahîm Efendî ra girewto (Hîcrî, 1 rebîulaxir 1320). Perwerdeyê tesewufî zî verê şêxê neqşebendî Şêx Evdilqadirê Hezanî het temam kerdo. Îcazeyê şêxîtî girewto la çi rey şêxîtî nêkerda.

Xasî, wextê xo de memurîye zî kerda. Hezîrana serra 1330 (H.) de seba muderrisîya merkezê Dîyarbekirî tayîn beno. Dima temmuza 1331 (H.) de bi se quriş meaş seba muderrisîya dewa xo Hezanî tayîn beno. Badê ke demeyêk nê wezîfeyî keno, na rey seba muftîyîya Licê tayîn beno la demeyêko kilm dima o bi xo nê wezîfe ra îstîfa keno. Muftîyîya ey di serrî û di aşmî dewam kena.

Badê ke îstîfa keno, agêreno dewa xo Hezan û hetanî mergê xo uca ciwîyeno.

Ey kitabê kirdkî yo tewr verên Mewlidê Kirdî 1892 de nuşto, 1899 de Dîyarbekir de çapxaneyê Lîtografya de 400 nusxeyê ey ginayê çape ro û vila bîyê. No kitab hetanî nika çend rey transkirîbeyê alfabeya latînkî bîyo. Ehmedê Xasî bi erebkî, fariskî, tirkî û kurdkî (kirdkî, kurmanckî) zî nuşto.

Eserê eyê ke çap bîyê û nika estê nê yê:

1) Mewlidê Kirdî

2) Kitab-ut Tesdîd Bî Şerhî Muxteser-ît Tewhîd

Çime: zazaki.net



01.05.2020 20:46 | kajav

7. min mewlêdê Ehmedê Xasî bi zazakî wendawo.. Ez zane ke zimanê zazakî zimanê nuştişiyo



01.05.2020 23:17 | drşivan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ehmedê mala musa
» xasîl

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî