Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
navçeyên ku hewl didin bibin wilayet - tirşik
navçeyên ku hewl didin bibin wilayet

Navê mijarê ya ewil ev bû:navçeyên ku hewl didin bibin bajar
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navçeyên mezin in ku mane di navbera du bajarên mezin û loma li gel mezinbûna xwe û zêdebûna nifûsa wan, dîsa jî nikarin bibin bajarek serbixwe.
li mêrsînê tarsus wisa bû. li ser her tiştê xwe dinivîsandin "bila tarsus bibe bajar". li ser qutiyên loqumê jî wisa hatibû nivîsandin.
niha dibînim ku sêwreg jî yek ji van navçeyan e. lê bi qasê tarsusê nebûye pîskopat.



23.04.2017 20:41 | simurg56

2. (bnr: erdîş)
hingî ez xwe zanim dibêjin erdîşê bibe îl (bajar). lê nabe.
piştî erdheja wanê ji hikmatê hatibûne erdîşê, gotibûn em ê erdîşêbikin bajar.
lê nekirin.

yek jî gotegoteke din di nav gel da heye. dibêjin bona ku bajartiya wanê a mezin bikeve loma wê erdîşê bikin bajar. çimkî nifûsa erdîşê 170 hezar e. eger erdîş ji wanê veqete, wan ji şert û mercên bajarên mezin nayne cih..

lê idî herdiyan re jî gerek nema. ji ber ku şarederiya herdiyan jî destê zarê mala misto de ye.

zarê mala misto : dewleta tirk e



23.04.2017 21:06 ~21:07 | bûtîmar

3. Cizîr jî yek ji van navçeyan e! Ya rastî Cizîr ji xwe bajar e heta dema ku Cizîr bajar navçe û bajarên ku niha bûne parêzgeh gund bûn. Û navê mijarê jî xelet e ez dibêjim qey, navçeyên dixwazin bibin parêzgeh.



24.04.2017 00:27 | endazer

4. ên ku di nav wan de belkî yê herî zêde heq dike, sêwreg e. ne ji ber eşîrtîyê bûya, bi rastî jî bi qasê sêrt, şirnex, kilis, mûş û hwd. pêşketî ye. ji aliyê din ve, him ji rihayê him jî ji amedê, nêzikî 100 km dûr e.
min di cama dikanekî de nivîsek wisa dît "sîverek îl olsun, hema ne olursa olsun" yanî "bila sêwrek bibe wilayet, hema çi bibe bila bibe".
li ser erebeyan jî wisa dinivîsin: "bila sêwreg wilayet be, plakaya wê 82 be"



12.01.2018 23:41 | simurg56

5. ew navçe ne ku dibêjin qey dema bibin welayet wê hemû pirsgirêk çareser bibin.
mirovên cihên biçûk wisa ne. xwe bi bajar an jî navçeya xwe mezin an jî biçûk dibînin.
ma dema ew navçe bû bajar wê çi bigûhere ? ez bêjim ti gû naguhere. ti gû.



13.01.2018 10:43 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» navçeyên wêranbûyî
» hewldana marjînalbûnê
» bibin arîkar ji bo pêşxistina google werger ê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî