Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
beyannameya ciwanên kurd ji bo firat cewerî - tirşik
beyannameya ciwanên kurd ji bo firat cewerî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. beyannameyeka ji alîyê çend ciwanên kurd ên "nivîskar" ve hatiye nivîsîn û di facebookê de wek beyanname hatiye belavkirin e. van kesan îmze kiriye:
Alican Akdogan
Aziz Tekin
Bilal Ata Aktas
Ekrem Yildiz
Esra Boga
Esra Sahin
Fırat Bozkurt
Kubra Sagir
Mahmut Yurguc
Medine Tekin
Mucahit Isikoglu
Omer Faruk Baran
Rebin Ozmen
Rezan Cetin
Rifat Yildiz
Siyajin Arami
Sumeye Isikoglu
Tofan Sunbul
Vahdet Ucar
Yahya Yavuz
Zozan Yasar


beyanname jî ev e:
Genç Kürtler Rahatsız
-Firat Cewerî'ye Açık Mektup-
Hocam? Rahatsızız. Kibrinizden ve edebiyatı fildişi kulenizin nobranlığına hapsettiğinizden dolayı değil sadece, eleştirilere cevap verirken bile tutturduğunuz bıyıkaltı böbürlenmenizden dolayı da rahatsızız. Katlarda yalılarda oturup biteviye demokrasi ve edebiyat konuşurken siz, her kadeh kaldırışınızda muhattaplarınızın kardeşlik edebiyatına sos oluveriyor Kürtler. Olsun, afiyet de olsun. Bu herkese batacak değil ya. Ama üzerine edebiyatınızı kurguladığınız gerçeklik, işgalcinin ateşine odun taşımaktan başka bir işe yaramıyor. Dilediğiniz kadar yumuşatın veya formunu değiştirin, sanatınızın malzemesi Kürtçe diye okuyucunuzdan merhamet bekleyemezsiniz. Altmetnini "bilge adamın egzotik diyarlara yolculuğu" biçiminde şekillendirdiğiniz romanlarınız da kabak tadı veriyor zira. İşimiz gereği onları okuyor, sevmiyor ve rahatsız oluyoruz. Hoş edebiyat da edebiyatçı da savaşmak zorunda değil. Ama zamanında yapılmış değerli şeylerin zamanla değersizleşebildiğine olan inancımızla şunu belirtmek istiyoruz. Büyük kütüphanenizin kutlu gölgesinde edebiyatınıza malzeme yaptığınız şeyin öznesi de nesnesi de biz değiliz. Takipteyiz.


kurteya wê: firat cewerî qurre ye, ji birca xwe ya bilind ji wir li xelkê dinerê, pozbilind e, dema bersiva rexneya dide xwe dinepixîne, di xanî û yalîyên mezin û biha de rûdine, şerabê vedixwe, diçe bi dijmina re diaxive, edebiyata xwe ji bo dijmina li ser civaka kurda ava dike, nivîsa wî kêrî dagirkerîyê tê, ji ber ku kurdî dinivîse bila ji "nivîskarên ciwan ên kurd (!)" merhemetê hêvî neke, tehma kundira ji berhemên wî tê, ji ber ku karê wan e dixwînin lê hez nakin û aciz in, şer neke lê nirxa bêqedr neke, kirde û biresera nivîsa te ne em in. Genç Kürtler rehetsiz ekibi firat cewerî dişopîne. (bi kurdî di vê tehmê de ye, beyanname)



27.04.2017 10:45 ~11:02 | xendekî

2. beyannameya ku niha di nav derdora edebiyata kurdî ya medya civakî de infîalek çêkiriye, hema kîjan kurdînûsên medya civakî yên "nûgihayî" tê îmze dike. gelek ji wa hevdu nas nakin, gelek ji wa belkî hemû berhemên firat cewerî nexwendibin (belkî, tabî ne hemûya). rûyê hevdu nedîtine. rûyê firat cewerî jî nedîtine, pê re nanek jî nexwarine. lê têra xwe behsa kesayeya wî kirine, rexneya wa tenê li ser kesayeta wî maye, bûye reşkirineka kirêt; ne komîk ne jî kêrhatî.

gelek bertek jî hatin helbet.
1) çima ev "gênç kurd yezarlar" beyanname bi zimanê dagirkerên xwe nivîsîne? ev xizmet ji bo dagirkeran? an ji bo popûlerîteya tirkî zêde ye divê tirkî ba? yanî hûn dibêjin tirkî ji kurdî zexmtir e, zexmtir e lê nexwe derdê me çi ye? nivîskarê kurd, yê ku hemû romanên xwe bi kurdî nivîsîye, komek li ser navê ciwanên kurd rexneyeka kirêt dinivîse lê bi tirkî!!!

2) omer faruq baran nami dîger ofb li ser hesabê xwe yê instagramê, daxuyanîyek da û got wî ev beyanname îmze nekiriye, navê xwe jî ji bin vê beyannameyê kişandiye (lê gênç yezara hê jî navê wî jê nebirine) û ji cenabê firat cewerî lêborîn xwest.

3) tirşikvan înano lo jî li ser bloga xwe rexneyek xweş ji bo vê beyannameyê nivîsîye: "nameyek ji ji bo hevalên ku gotine genc kürtler rahatsiz" Here lînkê

4) yek ji yên îmzekirî erol şaybak e, serkan aydogan ma tu jî nayê vê beyannameyê îmze nakî, serkan wiha bersiv daye wî: Here lînkê

5) nûdem hezex û çend kesên din jî beyanname trollandine (bnr: trollandin). henekê xwe pê kirine, li ser navê "gêj kürtler rehetsiz" û ji bo mihemed ronahî. beyannameya wan jî li vir e: Here lînkê



27.04.2017 11:12 ~11:51 | xendekî

3. beyannameyek bi tirkî ye. firat cewerî kî ye, nivîskarek tirk e gelo?



27.04.2017 20:21 | simurg56

4. Nivîskar kurd û kurdînivîs yên rexneyan lê digirin kurd û kurdînivîs lê têkiliya wan ya ligel hev û beyanname bi Tirkî ye. Û bi ser de jî bi tirkîyeke ecêb û ecemî. Min bi xwe tu pirtûkên Firat Cewerî nexwendine, dema hesabê min ê twitterê hebû carina min didît bi piranî bi Tirkî dinivîsî, ewî û muhsîn kizilkaya ji hev re xweş dikirin û ez ne xelet bim li ser trt kurdî bi hev re bernameyek çêdikirin wî wextî. Di beyannameyê de min tu şûn û şopên rexneyeka edebî nedît. Tenê ew îbareya "berhemên wî tim xwe dubare dikin" heye ew jî dişibe wê te dît hin kes hene beşek tenê jî ji rêzefîlma lostê temaşe nekirine lê dema di civatekî de peyv tê li ser rêzefîlmê ji bo ji hevalên xwe kêm nemînin dibêjin "lost sonlara doğru çok bozdu." Û berê peyvê bi hevalên xwe ve dikin.
Ne Firat Cewerî nas dikim ne jî yek ji wan ciwanik û ciwanmêrên xudan îmze, lê bi qasê ji ziman û naveroka beyannameyê xuya dike tu ferqa wan ji hev nîne. Ciwanên me jî dixwazin wekê Firat Cewerî nanekî ji navê nivîskariya zimaneke qedexe bixwin û bi vî navî cihê xwe li ber dilê xanimên Tirkî û Ewropî çêkin, tevil kokteylan bibin, derkevin ser sehneyan. Lê ciwanên me ji bîr dikin karîyer -karê te eger qûnalêsî jî be- ne karê du sê roja ye, jê re sebr divê, xebat divê, melaqî û xwelîserî divê.
Bi hesûdî û zikêşî û çavnebariyê kar naçe serî.
Zanim her yek ji wan ciwanan dilê xwe dibijîne jiyana Firat Cewerî, lê tiştekî ji bîr dikin ew sekn û helwesta ku ji Firat Cewerî dixwazin û ew şert û mercên ku dilê xwe dibijîninê bi hev nakin û nikarin bên cem hev. Bi kurt û kurmancî An xew e an kew e! ;)



27.04.2017 22:02 | endazer

5. ez çi çaxa ku pêrgî xirecirên bi vî rengî yên di medyaya civakî de yên ku di navbera kurdînûsan de pêk tê, têm sed car hemd û sena ji xwudê dikim ku ji saleke bêtir e ji cim'eta wan dûr im, û bi ser de jî dûr im bi nûr im*
ya ewil; zimanê rêx-neyê bi tirkî ye, li hemberê nivîskarekî kurd, ku ew bixwe bi dehan pirtûkên kurdî nivîsandine ( hez ji wan bikî jî nekî jî) û ewqasî jî ji zimanên bîyanî wergerandine bo kurmancî, loma seb xatirê vê rastiyê be jî divêt zimanê rexneyê bi kurmancî ba, hem jî bi kurmanciyeke resen û rewan, ji ber ku rexne bixwe li ser sekn û zimanê nivîskarekî ye. êdî rexnelêanîna li ser tercîhkirina zimanê nivîskarekî bûye edet û gelek jî qlîşe bûye, ez bixwe ji deh salan bêtir e ku bi kurmancî dixwînim, didim û distînim. dikarim bêjim ku di van deh salan de tu tişt neguherîne, ez kovarên kevn ên dehan salan jî dîxwînim mijarên ku bûne gengeşiya nivîskaran tim û daîm li ser zimên e. loma ezê zêde li ser vê yekê nesekinim ji lew hîn jê eciz bûme.

ya duyê; ez bixwe min pexşanên firat cewerî xwendine, ne hemî roman û berhemên wî bin jî bi qasî ku karibim li ser şêwaza wî bixafim têra xwe hay ji şêwaz û sekna wî heme, ku min ew rûbîrû jî ditiye û pê re axifîme, belê ez jî hej ji şêwaza wî û sekna wî ya polîtîk û edebî nakim lê tarza wî têra xwe xweş û geş e, dikare hemî ciwanên ku vê beyannameyê nivîsîne, ji bêrikeke xwe derîne û têxe bêrikeke dî de.
madem hûn ji sekna wî eciz in, rabin bi şêwazeke maqul û edebî rexne lê bînin lê bes rêx-ne nekin, di vê serdemê de êdî rexne dewsa xwe ya zêrîn dayiye rêx-neyan, eyb e bi şeref.
ji ber sosyal medyayê peyv gelek erzan bûye, canik û camêrên ku di jiyana rastîn de nikarin du peyv li hev bînin û xwe îfade bikin, di sosyal medyayê de dibin wek napolyonek, hitlerek, çîçeroyek.. tew! mala minê

ya sêyam; di beyannameyê de gotine tu her xwe dubare dikî ango romanên te her gav xwe dubare dikin, hûn baş dibêjin xweş dibêjin lê mezinên me gotine pêşî bipêje paşê bibêje, hûn baş zanin ku hûn pijiyane? ez ne bawer im ji ber ku firat cewerî çendîn xwe dubare kiribe jî mîna heqeret û rêx-neyên we xwe dubare nekiriye, gotinên we, peyvên we, hevokên we, reaksiyonên we, atraksiyonên we her gav xwedubareyek e, xwesêbareyek e, xweçarbareyek e.

ya çarem; wexta min navê omer faruq baran dît cara ewil hinekî şeqizîm ji ber ku min vê yekê jê hêvî nedikir lê şikir dûre derket ku camêr îmza felan nedaye û negotiye navê min jî binivîsin, hûn radibin behsa heq û niza çi quzulqurtê dikin lê bêyî xeber û destûra kesekî hûn navê wî jî wek ku ew jî piştgiriya we daye di binê vê rezaletê de dinivîsin.
ez li dewsa wan kesan bim ezê lêborîna xwe jê bixwazim, ez bixwe hej ji firat cewerî nakim lê xebat û berhemên wî li holê ne loma li ber raya giştî ranabim barek gotinên qlîşe û bêqîmet ji bo keseyeta wî li dû hêv rêz nakim.
mirov çi qasî qîmet bide xwe dide derûdora xwe jî, mirov çi qîmet bide derûdora xwe dide welatê xwe jî, mirov çi qîmet bide welatê xwe wê qîmetê dide nivîskar û rewşenbîr û aqilmendên xwe jî,
li kurdistanê li ser navê kurdayetiyê bi çêr û dijûnan kes nehatiye cihekî giranbuha û qedirbilind, min navê wan kesan nêrî du sê kesan ne têde ez yên dî nas nakim bê ka çi kes in, lê diyar e dixwazin ew jî bên naskirin, bravo hûn hatin nasîn lê ne bi vîzyonên xwe, bi rêx-neyên xwe..

kamu spotu: rexne bikin rêx-ne nekin.



27.04.2017 22:48 ~22:54 | ferhenga şikestî

6. Hemin bi we nabe û ji we nayê bavêj lawoo lêlêê lê bila bi tirkokî be..



27.04.2017 23:14 | roberz

7. (bnr: tirșikvan jî adiz in)!



28.04.2017 00:17 | gumgumok

8. dewama wê hatiye, camêr û canik jê têr nebûne; li ser bertekên hişk û qayîm vê carê vegerane û kurdî jî nivîsîne! (di vê de gotin anîne ser ku wan wê ji xwe kurdî jî binivîsiya, lê ez qet bawer nakim, li ser bertekan kurdî nivîsîn) ji xwe kurdî û tirkîya wê dûrî hev bû, ya duyem yanî kurdî hewl dabû ya tirkî hinekî pak bike lê ne babo, hê edemtir bû. serde camêr û canika ji kesên beyannameya wan a yekem rexne kirî re gotine: ev kesên em rexne kirine cahil, xwenezanî û ne-aqilmend in.!! dirêj nekim, beyannameya wan a duyem jî li vir e. (divê ev guftugo winda nebin, da carek din neyê serê me.)


NAMEYA DUYEM JI BO FIRAT CEWERÎ
Û MERSIYEYEK LI SER EDEBIYATA WÎ
“Metinxwanek ku nebit, sahibê m’ena çi bikit?”
Ehmedê XANÎ
Ev daxuyanî, îtîrazeke kolektîf e bi zar û zimanê piçûkê di kurmanca
û diyarî ye ji bo apê me Zinarê Xamo..
Pêşî em ê ji we re çîrokekê bêjin, paşê derdê xwe, paşê jî galegal û gotegot û wesselam û Ellahû ‘elem..
Neqil dikin ku çend sal berê lîsteyek diçe ber destê nivîskarekî kurd û jê re dibêjin “ka pismam navê çend nivîskarên GEWRE yên kurd binivîse wek berendamê xelata NOBELê, da em bizanin kîjan edîb û polat û ş’airên me hêjayî vê xelatê ne.” Camêr radibe gopalê xwe datîne ber serê xwe, şivan e ha, kulavê xwe davêje ‘erdê û li nav eniya lîsteya berendamên Xelata Nobelê, NAVÊ XWE dinivîse. (Tu tu tu turoll shoooow!) Bila we hay jê hebe ku ew nivîskar ne Firat Cewerî ye, her kes baş pê bawer e ku roja îro lîsteyek biçe ber destê wî, ew ê jî navê xwe li serê lîstê binivîse. Çimkî çima nenivîse? Aha b’Xwedê em hatin ser meselê!
“Okuyorum, anliyorim ema qonişemiyorumcîler” ne tê de, her kurdê ku dikare kurmancî bixwîne û fêm bike, baş dizane ku Firat Cewerî nivîskarekî/romannûsekî serkeftî nîn e. (Tesbîta ‘zanistî!) Ji behremendî, yetenek û qabiliyet û talenta edebî ya dem û dewranên post-modern bê par maye. Eger referans hewce bike, fermo: (Todorov: 2007: 134, Eagleton: 2012: 46, Eliot: 1921: 231, Alan: 2008: 156) Lê balkêş e ku ji bilî çend nivîsarên rexneyî yên li ser berhemên wî (Bnr. Remezan Alan, Fahriye Adsay, Ibrahim Seydo Aydoğan, Clement Scalbert Yücel) heta niha dengek/rexneyek/şîretek xurt ji devê kesî derneketiye li ser vê meselê ku camêr êdî dev ji romanên ji hev xirabtir û klîşetir berde. Sebebên vê bêdengiya ‘ulema û rewşenbîrên kurd her çi be, nifşê nû vê qebûl nake. (Û ev tiştekî baş e?) Ji ber ku îtîraza me îtîrazeke edebî ye û Firat Cewerî jî zêde karîzmatîk e, fotrafên wî zehf têne ‘ecibandin, bila xwenezan û ne-aqilmendên vê civaka derdkêş û bêdewlet, (ji kerema xwe) meselê ebeden neynin ser şexsiyeta wî filan. Manîpulasyon ne lazim e jixwe em wê dikin, daxwaza me ew e ku gengeşe û rexneyên baş li ser edebiyata xirab a kurmancî êdî meydana kurmanciya gewr dagirin. Ne populîzm û propagandaya berhemên pûç î miskîn î heram î kotî ku zêdetir in ji berhemên baş.
Nûdem, Antolojiya Çîrokên Kurdî û xebatên wî yên weşangeriyê di arşîvên tarîxa edebiyata kurdî de ji xwe mehfûz in û her dem dê qedrê wan bê zanîn. Cewerî, piştî van karûbarên xweş û kêrhatî bi salan gelek roman û hin çîrok jî nivîsîn ku wek fenomenekê li hemû civatên edebî yên welatê kurmanciyê her behsa wan bû. We jî essehî ev bihîstiye: “Birader/xuşke ciwanekem, min romana “Maria Melekek Bû” îro xwend, pirr xirab bû. Edebiyat eger ev be, ez ê dest bi muzîkê bikim.” (Anonîm.)
Eger bi qewlê Xaniyê nemir êdî ji vî qumaşî re xerîdarek peyda bûbe û qedrê qelema me hatibe zanîn, nexwe em ê bipirsin: Çima li her mecra û panel û guftûgo û sempozyûm û panel û fûar û çarşembe bazariyên li ser edebiyata kurdî, Firat Cewerî her hazir û nazir e? Hem wek AKTER (jön!) hem wek NIVÎSKAR (ş’air-wergêr-weşanger-çîroknûs-romannûs-cerebenûs) hem jî bi berhemên xwe wek kirde. Ev PR, ev lansman, ev reklam ev ‘eyarkirinên hevpeyvînên li gel çapemeniya fermî/dijmin a desthilatdarên serdemê (ku tekane derdê wan qirkirina kurdan e û tunekirina zar û zimanê kurdî ye) ma ne zêde ye ji bo şexsekî? Jixwe Firat Cewerî bi tena serê xwe li ser profîlên xwe yên ‘torên civakî’ (ev tor jî çima zêde şexsî ne û çima bûne ‘embara egoya edebî’?) camêr bi têra me û we û deh Kurdistanên din ên çarparçe reklama xwe dike. Networka xwe bi qasî ya Mark Zuckerberg berfireh kiriye. Helal be jê re! Li ser çi? Pênc-şeş romanên ji edebîbûnê dûr. Bi ser de jî wergerên bilezûbez ên tirkî, xwexweşkirin û galegalên li gel çapemeniya Tirkiyê... Melayê Cizirî ji gora xwe rabe û vîdyoyên wî yên li ser Instagramê temaşe bike, wey hewar! Billah ew ê şerê gêrîla li hember cema’eta Stockholmê bide destpêkirin, ‘ewil jî berê xwe bide mala Firat Cewerî û bêje “Ez ê yekî bikujim, dil ji min bir dil ji min! (Nekenin, wellehî mesele evqas trajîk e!)
Roja îro Bextiyar Elî sax e, Şener Özmen jî sax e û romanan dinivîsin. Û nîşanî me didin ka roman çi ye çawa tê nivîsîn. Roja îro Berken Bereh sax e, Kawa Nemir sax e, Fatma Savci sax e (temendirêj bin) û helbestan dinivîsin. Şêrzad Hesen sax e û çîrokan dinivîse, Hesenê Metê sax e, Mehmet Dicle sax e û çîrokên supper dinivîse. De ka (maddî-m’anewî) derfetên Firat Cewerî tenê ji bo SALEKÊ bidin Mehmet Dicle, kitêbên wî wergerînin bo 6-7 zimanên sereke yên cîhanê û werin wê demê em li ser îmaja edebiyata kurdî nîqaşê bikin. Mirov dikare gelekên din li van navan zêde bike. Meseleya me ne şexsekî ye ku em wî bixin bin erdê an jî derxine ezmanan. Em hewl didin ku vê bibêjin; gelek nivîskar û helbestvanên kurmanca hene ku ji axa xwe, ji miletê xwe sûd werdigirin û bo miletê xwe dinivîsin. Lê li aliyek din êdî tehemula me ji wan kesan re tune ye ku miletê xwe ji bo berhemên xwe yên xirab weke melzeme dibînin (ku di berheman bi xwe de temsiliyeta kurdan pir xirab e) û ji bo bazara tirkan dinivîsin, di civatên xwe de bi hevalên xwe yên tirk re kurdan dikin ‘’meze’’ya ser maseya xwe. Û em îtîraz dikin ku ev kes bi riya têkiliyên xwe yên şexsî reklama berhemên xwe bikin. Ev neheqiyekî mezin e li edebiyata kurdî.
KORO: Û ji kerema xwe hewl nede ku tu bibî “Mehmed Uzunê duyem”. Tu nabî! Kes nabe. Nobelê jî nadin te ha, bes behsa vê xelatê bike. Hê Murakami ew wernegirtiye, ma çima bidin te?
PERDEYA DUYEM
Swêd û fenteziyên li serê wan kuçe û kolanan dewranek bû, şukir qediya! ‘’Ew keçikên hûn li bendê bûn, hema her nehatin,‘’ew bîranîn ku di dilqê roman û çîrokan de we nivîsîn, nebûn berhemên baş. (Mixabin kesî ji we re behsa van nekir!) Bes kurdayetiya xwe ya birîndar li ser çerx û dolabên dagirkeran bifiroşin. Em li ser navê we fedî dikin. Ji ber ku em ciwan in, sibe hûn diçin em dimînin, dusibe em diçin neviyên we dimînin. Gava em bûn dînozor bila ciwanên wê serdemê jî li hember me şûrê xwe tûj bikin, kevanên xwe baş vezelînin û tîrên xwe qenc berdin. Lê roja ku dengek, îtîrazek an jî nerazîbûneke ‘gelek sade’ ji zimanê qîz û xortên kurdan belav bû, heçiyê parazvaniya nifşê beriya xwe bike ew pasevanê ber deriyê statukoyê ye. Guherîn bi parastina dost û hevalan nabe. Dostê me yê herî baş edebiyata kurdî ye û divê em nehêlin ku ‘hûn’ (neo-Firat Ceweriyekan) dostê me yê şîrîn li ber çavê me reş bikin. Ji ber ku geşedan û pêşketin her tenê bi îtîraz û ne-‘ecibandina nifşê berî xwe dest pê dike. (Bnr. Ekolên edebiyatê)
Eger Firat Cewerî bîst sal berî niha berhemên muhteşem û mu’azzam nivîsîbin û nifşek jî piştî wî rabûbe bi mijûliya edebiyatê serê xwe êşandibe, nexwe ka geşedan û pêşketina edebiyata me? Ev çi halê me ye? Ev çi romanên qels, çi helbestên qels in? Bingeha vê edebiyatê kê danîbe (ku li gor wî û gelek “part-time teorîsyen”ên derdora wî yek ji danerên edebiyata kurmancî ya modern Firat Cewerî ye) yek ji mesûlên ne-xweşî, xirabî û paşdemayîna wê jî ew e. Ma ne?
Em vegerin serî. Xanî got “metinxwanek ku nebit...” Va, çar sed û bîst û çend sal bihurîn, dem û dewran guherîn. ‘Metinxwan’ peyda bûn. Qîz û xortên kurd metnan baş dixwînin. Heta niha bê deng dixwendin, asosyal bûn, şermoke bûn. Êdî dengê xwe bilind dikin.
Baş e, “sahibê m’ena”, tu çi dikî? Tê dîsa ji me re behsa kuçe û kolanên Stockholmê bikî?

NÎŞE: Me çima ev daxuyanî pêşî bi tirkî belav kir, paşê bi kurdî? Çimkî nîqaş bi nivîsên Firat Cewerî yên Tirkî dest pê kir. Yanî ji ber ku wî pêşî bi Tirkî nivîsandibû me jî bi Tirkî bersivand.
Herwiha, ji bo rêlibergirtina manîpulasyonan me bi dilekî safiyane ew navên şair û nivîskarên jorê dane. Ji başûr, ji bakur û ji dîasporayê jî nav hene. (me nevêt manîpule)
El-qisse: Me tu nav li xwe nekiribû, gotine me ‘’Ciwanên Kurd’’ lê em xwînerên edebiyata vî zar û zimanî ne.

Xwînerên Edebiyata Kurdî



30.04.2017 02:42 | xendekî

9. rexneyên li beyannameya duyem:
înanolo li ser beyannameya duyen jî nivîsîye, ji bo mijar bê fêmkirin divê bê xwendin, îtiraz divê hebe, lê çawa?: Here lînkê


ibrahim seydo aydogan jî ji ber ku navê wî tevlî vê nîqaşê bûye û hinek kesên din jî navê wî bikar anîne, li ser vê meselê devê xwe ve vekiriye û ev hewldana kundirkî têra xwe û me îzeh kiriye, ez ê lînkê nedim, ji ber ku facebook e, ihtîmal he ye winda bibe ez ê li vir copy-paste bikim:
Li ser rexneya nivîskariyê... û şêwazê...
Dem kêlîkan dixwe û dest bi çi bide, wê jî bi xwe re kevn dike. Helwêstên demkî û peyvên kêlîkan di tara bêjinga kamiliya giyanî re dadiwerivin û di bin nîrê hikumê vijdanekî gihîştî de dibin sedema poşmaniyan.
Dem mirovî bi xwe jî kevn dike, lê haveynê kamiliyê ye ji bo wî. Lewma xortanî û ciwanî hevalên bêkemaliyê ne, lewre hê di ava demê de têr nehatine şuştin.
Piştî 120 salên nivîskariya kurdî ya çalak, mirov digihîje ramana ku ev tecrube hemû ji bo lêgerîna vegotineke xweser bû ku dê tev li bîreke giştî ya hevpar bibûya û qedrê peyva kurdî bilind bikiraya. Vegotin di ser her tiştî re ye, lewre berî peyvê, daxwaza vegotinê hebû.
Ji Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî û bi vir ve, nivîsandina bi kurdiyê bûye cîhê vê doza vegotina kurdîniyê. Cizîrî digot "bi Şîrazê çi hacet", Xanî ew "fesaneya" xwe bi "Şerxa xemî dil" bi nav dikir ku her du jî ji bo bilindkirina heman alayê bûn. Di dewra osmanî de "heyfa Bedirxaniyan bi Kurdan dihat" û Miqdad Mîthet digot "loma min ev cerîdeya ha nivîsî"; Celadet digot "hîn bin û hîn kin". Di Rojî Kurdê de dihat gotin ku "ciwanên kurd îroj li hember kurdîniyê xwedan peywireke neteweyî ne ku li dijî wê şeqama ku li kurdîtiyê dikeve, têbikoşin".
Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, ji bo peyveke kurdî mirov wenda û tunne dikirin, lewre ji vî zimanî û ji hewldanên xwedîderketina wî ditirsiyan. Kurdî û doza kurdîniyê ji hevdu cuda nebûn, ne mîna îroj bû.
Di salên 60'î û 70'î de hemû weşanên ku cîh didan peyveke kurdî dihatin qedexekirin. Tecrubeya "Qimil" di bîra me hemûyan de ye. Ya "Dicle Firat" jî. "Fîkandineke kurdî" dibû sedema girtina Mûsa Anterê 17 salî. Barbariya ku piştî 12'ê îlona 1980´ê bi ser Kurdan de hat, tiştekî nedîtî bû. Rewşenbîr û siyasetmedar mecbûr man ku derkevin derve. Şerrekî dijwar dest pê kir li ser berxwedana pêşengên civaka kurdîniyê. Ew berxwedan mezin bû û bû kana "xwebûnê".
Di salên 90'î de "faîlî meşhûr" bi ser çalakvanên kurdîniyê de dişandin. Dikuştin, wenda dikirin. Kurdî û kurdîtî her barekî giran bû. Heta ku me kovarek dibir Amedê, em pênc caran ji aliyê polîs û leşkeran ve dihatin rawestandin. Sala 1997'an wê çaxê me axir Jiyana Rewşen gîhand Amedê û bi nivîskarên îroj ve da naskirin. Tovên wêjeya girseyî wê demê hatin avêtin ku Amed û Stenbol bûn yek û wêjeya kurdî ji mişextiyê vegeriya.
Wê dewrê ji bilî Kurdên Kafkasyayê û Başûrî, Kurdên Bakurî du beş bûn; nifşekî Ewropayê û nifşekî Stenbolê hebûn ku bi tenê bi rêya kovaran ve têkîliyên wan çêdibûn. Wê demê înternet hê nû bû, telefona destan nû bû û ev her du derfet li cem her kesî nebûn, tora civakî qet nebû. Nûbihar, Nûdem, Jiyana Rewşen û Pelîn ew kovar bûn ku dibûn qada hevdîtina nûnerên her du nifşan ku lingekî wê hevdîtinê êdî digihîşt Amedê jî.
Sala 1998 û 1999'an, hin civînên ku li Amedê û Stenbolê û Îzmîrê çêbûn, bi dizî û "illegal" bûn û "ciwanên wê demê" dihatin cem hev û digot "em tiştekî bikin". Kesî ji me neyariya hevdu nedikir û neyariya kesên berî xwe jî nedikir. Erê, me hevdu rexne jî dikir û rexneyên me têra xwe tund bûn, me ji hevdu re texsîr nedikir; lê me di rexneyên çapkirî de qet behsa şexsê hevdu nedikir û me nedihişt ku qada wêjeyî bibe qada fesadiyan. Lewma em îroj jî bi serbilindî dikarin li nivîs û helwêstên xwe yên kevn bi xwedî derkevin. Hesreta me bû ku me rexneyek bixwendaya. Me bi aşkereyî li ser berhem an raman an helwêstên hevdu dinivîsand. Û em meşrû bûn; me ava jî dikir di ber re û me bedelên wê jî didan. Em bi tenê diman, lewre rêya ku me dabû ser xeternak bû.
Îroj hêsantir e. Doza kurdî hêsantir e, nivîskariya wê hêsantir e. Her tişt normalîze bûye. Serdestên me fahm kir ku divê êdî şerrê vî zimanî neke lewre nikare bi me. Lewre, me mirina xwe dabû ber çavên xwe. Û me ji dijwariyan pê ve tiştek jê wernedigirt, ji bilî bextewariya "xwebûna li ser zimanê şêrîn".
Îroj ne mîna salên 90'î ye. Nifşê nû nikare vê fahm bike; yên ku vê dawiya li zimanê kurdî vegeriyane jî nikarin li vê mikur werin. Safî sîmulasyon e. Sîmulasyona zanînê û herweha ya dilsoziya kurdîniyê.
Piştî vê dîrok û çîrokê, temaşekirina kirû û tevgerên nifşên amade, di kakilê dilî de diviya hêviyin bidana mirov. Lê normalîzebûba kurdîniyê û bêserûberiya tora civakî hişt ku her kes bikare li ser her tiştî bipeyive; ev baş e, lê adabê her kar û warî jî heye.
Alfred Dublin digot ku nivîskar mişt çavdêrî ne. Lewre nivîskar ji ava kamiliyê vedixwe û li keviyên felsefeyê digerre. Hingê, peyva wî divê buha be. Lê îroj bazara peyvê ketiye. Îxtiras û berjewendiyên takekesî, zexeliyên bi aqlê piçûk li ser hesabên pîsik, paşgotiniyên li derdora zanîngeha Artukluyê li ser hin nivîskaran tên meşandin (li ser min bi xwe jî hin mamosteyên vê zanîngehê tiştên ecêb ji xwendekaran re dibêjin, lê dosyeya wan mamosteyan li cem min heye) şêwaza kolanan ya ku li hember nivîskaran tê bikaranîn, nikarin bibin berhemên aqlê akademîk. Mamosteyên wan "ciwanan" bi xwe (yên ku jêderka wan paşgotiniyan in), pirêzeyên wan ne paqij in, mîza wan ne zelal e; lewma şîretên xêrê li ciwanan nakin. Komên ku nuha ava dibin, peyveke Max Weber tînin bîra mirov: "her koma ku ava dibe, ji bo peydakirina desthilatdariyê ye". Lê desthilatdarî di kîjan warî de ye: artêş, çek, pere, eşîrî, sirrên xelkê an "zanîn û kamilî". Desthilatdariya daîmî ya dawîn e: kamilî.
Nîqaşa ku bi asteke qahweyên hember Rektoriya Artukluyê tên meşandin, û bi ser de bersiva Firat Cewerî yê ku bi şêwazeke jê ecêbtir hatiye dayin, mirov dixe ber fediyê.
Çima?
Mirov ne mecbûr e hemû nivîskaran biecibîne. Megalomanî û narsîsîzma hin nivîskaran an koman, birçîtiya takekesî rewşên adetî û fêrbûyî ne. Lê zabitayên axlaqekî şêlû jî ji me re lazim nîne. Behs û peyv divê li ser berhemê û helwêstan be. Ne li ser piçûkkirinê. Xelk ne mecbûr in ku mîna me bin an bi axlaqê me tev bigerrin. Ya jê girîngtir: Mirov nikare bêyî poetîkayekê binivîse, her weha bêyî poetîkayekê rexne jî bike.
Pêdivî pê nîne ku mirov wê banga "ciwanên kurd" rexne bike û ne jî li ser bersiva Firat Cewerî û helwêstên wî û tevgerên wî yên li ser TRT an twitterê raweste. Reklam jî parçeyekî jiyana populer e û populîzm e, lê ne eybeke mezin e, bi tenê li "nivîskariya mezin" nayê û hew! Ev hemû, karên nivîskariya demkî ne. Mala wan ava ku her du alî jî vegeriyan ser kurdî da ku em li ber xelkê rezîl nebin. Nuha ew ê rabin û bibêjin "dersan nede me". Weke ku berê jî aciz bûne, çi gava ku me tiştine nû bi bîra wan ve xistine. Haşa! Me ji kemalê bêkemalî, meydana kemalî dîte xalî. Heger behsa berhem û poetîkayê bibe, serçavan, sihet xweş; lê bi şewazeke din, "li herfan negirin"... "li mustefîdan"...
Her weha, hin nivîskarên din jî li ser tora civakî di ser vê meseleyê re birînên xwe yên kevn dikewînin di derheqê navê min de an jî xwe bi tiştine din û navine din ve meşrû dikin. Bila bizanin ku hayê min ji wan heye, lê her weha bila bizanin ku em ne siwarên heman hespî ne. Her kes mafê wî heye ku ya xwe bibêje, lê ya her kesî ne hêjayî guhdayinê ye. Ne barê her kesî ye ku bibe erbabê peyvê û evdalê heqiyê, bibe hogirê letîfedanî û alîkeramiyê. Bila ev jî bibe guhar. Qiz qereçî xatûn olmaz...



30.04.2017 02:50 | xendekî

10. akademiya swêdê îsal xelata wergerê daye firat cewerî. ku di heman demê de akademiya swêdê sazgêra xelatên nobelê ye jî. ew ciwanên kurd sala par ewqas qerawar kirin û henekê xwe pê kirin lê heqê hunera mêrik zarê xelkê da. em kurd ecêb in kostekiya me wê rojek qirra me bîne.



14.07.2018 16:14 ~16:15 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» beyannameya ciwanên kurd ji bo firat cewerî
» ciwanên porspî
» kurdistan-photolibrary.org
» firat med - yarê

Kategoriyên mijarê:: ziman niviskar weje ziman niviskar weje ziman niviskar weje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî