Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 32 peyam
06.05.2017 li stenbolê konferans û roja îmze ya mücahit bilici - tirşik
06.05.2017 li stenbolê konferans û roja îmze ya mücahit bilici
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. li stenbolê 6 ê gulanê 2017 saet 15:00 ê de weqfa îsmaîl beşîkcî de konferans û roja îmze li ser kitêba mücahit bilici ya nû "türk i̇slamı ve kürt sorunu" (îslama tirka û pirsgirêka kurda) ji aliyê weşanên avesta tê li dar xistin.

konferans ve imza:

türk i̇slamı ve kürt sorunu
mücahit bilici
6 mayıs 2017
cumartesi, 15:00
i̇smail beşikci vakfı
ayhan işık sok no 21
beyoğlu istanbul

Here lînkê



02.05.2017 11:37 ~12:27 | mîr

2. Çalakîya ku min pir dixwest tevlî bibim. Hem weqfa îsmaîl beşîkçî hem jî mûcahît bîlîcî vê konferansê qîmet dike. Mûcahît bîlîcî eger mirov nivîs û gotarên wî baş bixwîne û analîz bike wê ji bo çarenûsa me kurda gelek sûd jê wergire înşelah bandora fikrên wî hêj zêde be kurdîstanê.



02.05.2017 23:21 | azad30

3. Ez îro çûm ji vî konferans û roja îmze ya mücahit bilici. Salona weqfa Îsmaîl beşîkcî piçûk bû loma terê nekir her kes lê rûnê, gelek kes şipî sekinî.

Kesên ku tê nasîn beşdar bûbûn ew bûn, abdullah keskin, ekrem malbat, devliken kelogirî, necat özdemir, hamid omerî, ali fikri işik.

Konferans li ser danasîna & îmzekirina kitêba nû ya Mücahit bilici bû. Navê kitêba wî "hemal kurd - îslama tirka û pirsgirêka kurda" ye.

Kiteba wî %60 nivîsên wî yê berê ye (li rojnameyan de hatiye weşandin) %40 teze hatiye nivîsîn.

Min kitêbek jî ji bo tirşikê re da îmzekirin, mi go ji kerema xwe re ji tirsik.net ê re ji vê kitêbê îmze ke, ew go "tirşik net kürtçe sözlük değil mi o, takip ediyorum orayı, zevkle okuyorum" (tirsik.net ferhenga înteraktîv nîne ew? Ez li wir dişopînim, gava dixwînim kêfa min tê)

Yanî haja we hebe tirsikvano dinya ji we dişopîne, dengê we çûye hetaaaaaaaaaa amerîka! Hindik maye bigihêje fezayê...

Silavê mamoste Mücahit bilici hebû, li ser kitêba xwe "tirsik.net e selamlar" nivîsî û îmze kir
(ew kesê ku li ba bilici rûniştî ye ne ez im, kesekî xerîb e)
Here lînkê



06.05.2017 20:18 ~2017.05.07 13:59 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
memikên herî xweşik [1]
li vê cîhanê yek tişt heye ku xweştir e ji memikan ew jî welatê min ku...
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» 06.05.2017 li stenbolê konferans û roja îmze ya mücahit bilici
» konferansa xebatên kurdolojiyê ıı
» roja 15emîn ya remezanê
» îmze
» mücahit göker

Kategoriyên mijarê:: calaki calaki calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî