Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sürü (kerî) - tirşik

Fîlmeke nivîskarê senaryoyê û çêkerê wê YILMAZ GÜNEY e, listikvanên wê ya sereke Tarık Akan, Melike Demirağ û Tuncel Kurtiz e. Derhênerê vê fîlmê Zeki Ökten e. Fîlm Derheqê li hev nekirina eşîran, ...
(3 şîrove)
sürü (kerî)
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Fîlmeke nivîskarê senaryoyê û çêkerê wê yılmaz güney e, listikvanên wê ya sereke tarık akan, melike demirağ û tuncel kurtiz e. Derhênerê vê fîlmê zeki Ökten e.

Fîlm Derheqê li hev nekirina eşîran, zilm û zordariyê, derdê feqîrê û belengazî, rolên eleqeyên bav û kur - xezûr û bûk - bûk û zava, zihniyeta civakeke pederşahî de ye.

Hinekî rexne min hene li ser vê fîlmê,
gava listikvanên​ fîlmê Tarık akan, Tuncay Kurtiz xeber didin tirkîyê wan ne bîna şêweyeke kurdekî ye, nejidil e, wek tiyatroyî ye.

Her çiqas nivîskarê senaryoyê û çêkerê fîlmê yılmaz güney be jî û rastiya mijarên fîlmê hebe jî fîlm jiyana kurda hov û wehşî nîşan dide. Gava milet vê fîlmê dinêre dibêje kurd bi xwe re îdare nabin, ji medeniyetê, însaniyetê dûr in.

Jixwe fîlmên wiha di sînemaya tirka de pir in, kurda bi ziman, dîrok, cografî, çanda xwe ve wek mileteke serbixwe, cûda nîşan nadin, wekî qebîleya Efrîqayê temsîl dikin, piştê wê ne bi tenê tirk, kurd bi xwe jî ji vê berçavkê ji xwe re dinêrin ev qirêjiya bedenê xwe ya kurdbûnê xilas bin lez û bez can didin.

Piştê ewqas rexneyên em dawî bînîn Muzîka fîlmê zaf xweş e.





09.05.2017 21:22 ~21:31 | mîr

2. fîlma ku 4-5 sal e ez dixazim serîkim lê zev cara ji xwe ra nabînim, wekî dinêjî waxtêmin çênabe serîkim. lê wisa texmîn dikim dibêm ez ê lê hez nekim..



09.05.2017 22:45 | bûtîmar

3. salên min lîsê tene bîra min.
min û yarê xwe hev ra temaşe kir. cara yekem wê rojê min maçî kir.
niha zewicandiye :(



09.05.2017 22:47 | kanî27

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sürü (kerî)

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî