Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
perkutan endoskopîk gastrostomî - tirşik
perkutan endoskopîk gastrostomî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê wî karî ye ku tubek li ûrê mirov were bicîkirin ku ji wir mirov bikare xwarin û vexwarinan bide nexweşekî.
perkutan; bi derbasbûna çermê
endoskopîk; bi riya cîhaza endoskopîyê ku cîhazek mîna xortumek e ku kamerayek li serî ye
gastrostomî; li ûrê vekiriya deriyek

ji ber sedemên cur bi cur, hinek nexweş nikarin bi riya devê xwe, xwarina bistînin û wan derbasî ûrê xwe bikin. ger ev rewş ji bo demekî kurt be (kêmî 10 rojan), wê demê mirov dikare bi riya demaran, proteîn, vîtamîn, ron, karbonhîdrat, mîneral û her tiştê ji laşê mirov re lazim, bide nexweş. (tpn, total parenteral nutrîsyon)
lê mirov nikare demek dirêj bi vî awayî nexweşek îdare bike, ji ber ku piştî demekê nexebitîna ûr û roviyên mirov, ahenga laşê mirov xerab dike. loma ger rewş dirêj bibe, divê bi awayekê xwarin têkeve ûr û roviyên nexweş.
ji bo vê yekê, yek ji rêbazan jî peg e. (ger ev rewşa nekarîna xwarinê were texmînkirin ku wê ji 30 rojan kurttir be, rêbazên weke nazogastrîk, nazoduodenal û nazojejunal jî dikarin werin bikaranîn)
her wiha sedemekê kirina vê çalakiyê jî, valakirina ûr e ku di hinek nexweşan de problemek mezin û mayînde ye.

ev rêbaz cara ewil di sala 1980an de hatiye çêkirin. di rêbazê de, nexweş tê razandin, bi riya endoskopî tê ketin hundirê ûr û cihê tubê tê dîyarkirin, di heman demê de ji derveyî laşê mirov, derziyek taybet tê xistin zikê nexweş û tê ketin nava ûr. ji nav vê derziyê telek taybet tê şandin ber bi hundirê ûr. û ev tel bi riya endoskopîyê ji dev tê derxistin. li vê telê ve, tubek ku bi qasê tiliyê biçûk yê destan stûr e, tê kişandin ber bi ûr ve û bi vî awayî ev tube ji devê nexweşî derbasî ûr dibe û aliyekê wê dimîne di nava ûr de û aliyê din jî bi riya tel û derziya ji derve hatibû têxistin, derdikeve derveyî zik.

hinek nexweşiyên ku pêdiviya pegê derdixin holê (lîsteya endîkasyonan);

ms
nexweşiyên serebrovaskuler
nexweşiyên norolojîk û psîkomotor retardasyon
parkînson
tumorên mejiyê
nexweşên giran
serebral palsî
travmaya serî
kanserên pêşveçûyî
kanserên serî û gewrîyê
şewatên dora dev û lêvan
anomalîyên konjenîtal
emeliyatên rûyê mirov
fîstûl
dekompresyona ûr
kanserên hinavan

rewşên ku peg divê neyê sepandin (lîsteya kontrendîkasyonan);

xerabiya cîdî ya koagûlasyonê (problemên hişknebûna xwînê)
hemodînamîk înstabîlîte (guherbarbûna pestoya xwînê û nabizê...)
sepsîs
assîda cîdî
perîtonît
enfeksîyona dîwara zik
perîtoneal karsînomatozîs (li perîtonê belavbûna kanseran)
pozîsyona xetere ya organan (kolon, kezeb û hwd.)
hebûna total gastrektomîyê
xetimîna deriyê derketinê ya ûr
gastroparezî

rewşên nexweş yên ku têkildarî prosedûrê, dikarin derkevin holê;
enfeksîyon, qaçaxa ji kêleka tubê, kontamînasyona perîtonê, xetimîna tubê, pnomoperîtoneum, xetimîna deriyê derketina ûr, perîtonît, pnomoniya aspîrasyonê, xwînîbûn, dirîna roviyan, nekrotîzan fasîît, çandina metastazan û hwd.



17.05.2017 22:29 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» perkutan endoskopîk gastrostomî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî