Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
cengiz özkan - tirşik
cengiz özkan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji stranbêjên herî jêhatî û serkeftî yê mûzîka gelêrî ya tirk e. bi xwe xelkê navçeya dîvrîgî, sêwasê ye. elewî ye lê tirk an kurd nizanim, li tu cihêkî liqay şûn û şopên kurdbûna wÎ nehatim. lê dema strana sallana sallana dibêje, beşên kurmancî yê stranê bi zimaneke xweş û fesîh dibêje. gava dî bi tesadûfî lê rast hatim, albûmek bi navê livaneli 50. yıl özel (ji bo xatirê 50 saliya mûzîka lîvanelî) çêkirine, evî camêrî jî strana martı xwendiye. ev çend roj in li ser hev guhdarî dikim, gelek xweş gotiğe, ji lîvanelî bi xwe jî xweştir.
di vê stranê de û di gelek stranên din ên gelêrî ên tirkî de dewlemendiya gotinên stranan û wateya wan a kûr bala min dikişîne. dema mirov gotinên stranên gelêrî yên tirkî û kurdî/kurmancî dide ber hev,qelsiya gotinên stranên gelêrî yên kurmancî xwe b daw û delinga mirov ve digire. erê em bêjin ev nêzikî 100 sal in qedexe û astengiyên mezin li ser zimanê kurdî hene ji ber wê gotinên stranên vê pêlê stewr mane. lê yên pêşya hingî?
martı - cengiz özkan



20.05.2017 01:56 ~02:03 | endazer

2. Di stranan de di serî de herî girîng awaz e. Gotin pê re tê. Ji xwe bi giştî gotinên stranan yên herî xweş û watekûr ji helbestan yan jî wekî helbestan hatiye nivîsandin derkevê. Eger awazekî xweş yên stranekî bibînim û ewê ji xwe hesibînim dikarim gotinekî xweş û kûrwate ez jî binivîsim. Mesele awaz danîn e. Ne wisa gotin kurdî jî bê tirkî jî bê, kûr jî bê sivik jî bê zehf ne muhîm e. Her du bi hev re bibe her kes dizanê baş dibe. Lê awazek hebê pê re gotinên kûr dikare werê nivîsandin. Hunerwerî ango maharet ji bo muzîkê dibêjim awaz danîn e. Beşên din basît e. Hêsan e ango.

Gava em werin wê stranê ku jor de hatiye gotin manekûr e, stranên tirkî ji kurdî hê watekûr in. min nedixwast ku guhdar bikim lê meraq kir kû çî ye ev gotinên kûr. Sê çar biwêj heye. Û awazê strana keleşo lo keleşo hinek hatiye slow kirin ango hêdî kirin û hev. Ez dikarim li ser awaza keleşo hezar stranên watekûr binivîsim. Lê ev stran qet nabe tu tişt. Ew stran keleşo ye çimkî. Stranên tirkî yên di nav her demê de herî xweş bi giştî ji kurdî hatine guhertin. Awaz eynî ye. Carinan slow dibê carinan movîng dibê. Gotinekî jî nizanim çava binivîse ox belaş. Ev ne muzîk e babam.
Awaza keleşo ya kî ye ev e hunermend. Awazên kîjan milletê bê rêzgirtin tê dest avêtin û ji xwe qebûl kirin ew e serkeftî. Mirovên ki tistek dinivîsin ji wan rê nivîskar tê gotin. Yên şiîr dinivîsînin re dibêjin helbestvan. Ev qas fersend û tenê nivîsên bi kûr mane.

Di dawiyê de awazê vê stranê ji aliyê kî ve hatiye dayîn di muzîkê de pêşveçûyî ew e. Awaza stranê kî her car tê dizîn ew e serkeftî. Ê din têkildarê mijara ziman e. Awaz hebê helbet kesek gotinên watedar lê bike.





20.05.2017 03:29 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cengiz özkan

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî