Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
weşanên wardozê - tirşik
weşanên wardozê
(4) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. weşanxaneyeke nû ye ku ji hêla nivîskarên ku li ser folklora kurdan dixebitin hatiye damezrandin. tenê du kesan dizanim ji wan yek bahoz baran yek jî celîlê celîl. weşanxane wê bi gelemperî pirtûkên derbarê folklorê de çap bikin. yek ji van pirtûkan ji hêla nivîskarekî/e tirşikê hatiye nivîsandin. ji vir dîsa wî/wê pîroz dikim :d

rûpela wan a facebookê: Here lînkê
telefona wan: 0412 237 44 44
û malpera wan(di rê de ye, ev jî ji hêla nivîskarekî/e tirşikê tê sazkirin*): Here lînkê - Here lînkê



24.05.2017 23:51 ~23:52 | mergehez

2. weşanxaneya ku di vê pêvajoya nexweş de weka weşanxaneyên din bêdeng nesekinî û di vê pêvajoyê dest bi weşanê kir û bi 10 pirtûkên folklorê tevlî karwana weşangerîya kurdî bû. navenda wê li amedê ye.

weşanxane wê bêhtir li ser folklorê bixebite û wê hewl bide berhemên folklora kurdan a belawela hinekî serhevde bide. her wiha wê li gel folklorê di qadêb din de jî "berhemên baş" biweşînin. (yanî wê her berhemê çap neke, li gor gotina wan, divê berhem lijneya weşanê qanih bike.)

seta wan a folklorê ji 10 pirtûkan pêk tê. hûn dikarin ji malpera pirtûkakurdî siparîş bikin an jî heke hûn li amedê bin dikarin herin ji weşanxaneyê bixwe bikirin. hûn herin weşanxaneyê û wê wek set bistînin buhayê wê 100 tl ye.

(bnr: seta folklorê ya weşanên wardozê)



06.08.2017 12:35 ~12:41 | xendekî

3. Li ser xêrê be. Ez weşanên wardozê û xendekî pîroz dikim. Karekî ji pîroziyê zêdetir dikin. Di destpêkê de jî pirtûkén hêja çapkirine. Hêvî û pêşniyarén min ji wan ev in: berhemén folkllornasên biyanî yên li ser folklora kurdî xebitîne biweşînin. Berhemén nivîskarên niş hawarên yên li ser folklorê biweşînin. Mesela pirtûka cegerxwîn, folklora kurdî di warê xwe de çavkaniyeke girîng e. Cegerxwîn di vê pirtuka xwe de him cî da ye gelek stranên û him jî navê herêma lê derketiye dide him çîrokê wan dibêje û him jî wan analîz dike. Îja bi zimanekî gelekî xweş û îronîk. Ev çend sal in ji her kesî re dibêm vê pirtuké û pirtûkén wî yên din ên li ser folklor û diroka me biweşînin lê axir kes xwe nade ber vî barî. Bi qasî tê bîra min yusuf kaynak di xebata xwe ya li ser cegerxwîn de ji bo vê xebatê dibêje ji sê cildan pêk tê lê heta niha cildek wé tenê li siwêdê çap buye û niha pêde nabe. Dîsa hun dikarin xebat û lêkolînén kurdén li parçeyên din ên li ser folklora me çap bikin.



06.08.2017 12:50 | hêvî

4. Yek ji wan xalén vê xebaté balkéş dike jî ev e, pirraniya stranan cegerxwîn ji bîra xwe nivîsîye. Yanî çavkanî ya gelek stranan cegerxwîn bi xwe ye.



06.08.2017 12:52 | hêvî

5. Weşanxaneya ku malpera wê çend deqe berê hat weşandin.
Hûn dikarin ji vê lînkê biçin seriyekî li malperê xin: Here lînkê



15.08.2017 01:33 | mergehez

6. karê folkora kurda, karekî hêja û derengmayî ye, heta folklor baş neyê zanîn edebîyat çê nabe qurban. mi pirtûkê wan xwendin, hêvîya mi ji wardozê heye, ekîb saxlem e heyran *



28.08.2017 01:22 | rojgar

7. weşanxaneya ku seteka nû ya bi navê folklora kurdan da çapkirin.

seta folklora kurdan:
- gotinên pêşîyan, prof. dr. ordîxanê celîl û prof. dr. Celîlê Celîl
- zargotina kurdên sûriyê, prof. dr. celîlê celîl
- çima deve xeyidî, prof. dr. Celîlê Celîl
- sêxiştîyên xorasanê, prof. dr. Celîlê Celîl û gulê şadkam

ji bo agahîyên berfirehtir: Here lînkê



17.03.2018 17:09 ~17:10 | xendekî

8. tesaduf e, îlham e yan nezîre ye? Here lînkê



19.03.2021 20:35 | ezcan

9. weşanxaneya ku parvekirinê wê yê li ser twîttirê têra xwe hêja ne.
ji aliyê pênasandina gotinên pêşiyan,biwêj, gotin, peyv û hwd. dibe ku ji tirşikvana serkeftintir be. *
mînak: Here lînkê


nizanim ez van parvekirinê wan bidizim û li vir binivîsim, wê heqê xwe helal bikin? *



27.04.2021 00:22 ~00:25 | merwano

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» weşanên avesta

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî