Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 87 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; spas ji xwedê re
peyamên çepikkirî

99636. (bnr: şikr ji xwedê re). Peyva şukr di quranê de ne spasiya pûç û vala ye ku meriv ji bo hevdu bikartînin.... Berovajiya wê nankorî ye. Wek loqman 14, neml 19, ahkaf 15 hwd. Hema li quranê binêrin xweda ne aciz e ku dîn/fitreta însanan rave bike.... Xweda alikariya dê û bav, xizm, sêwî/feqîr, ciranên nêz, cîranên dûr dixwaze... (nîsa 36). Evana tevde şikr in, spasî ne.

Peyva hemd/pesn ji bo berpirsyariyê ne... xweda ne ew e ku bi pesndana însan mezintir bibe... jixwe ew "kebîr" e, (mezin) (nek ekber, yên dibêjin ekber mezinahiya xwedê wek însanan dihesibînin). Xwedê yek e, ne yekê hejmartinê, yek ê hebûnê....xwedê mezin e mezinahiya bêpîvan...

Peyv "şikr" be yan "spasî"... rih/wateyê peyvan e, a giring. Hingê kî spasiya xwedê dike bila alikariya xizm û gelê xwe bike, heke ne derewkar in, bila wisa bikin. Heke ne nankor in bila wisa bikin. Bêguman ew ji derewan hez nake, ji derewkaran hez nake. La quwwete îlla bîlleh. Ji bilî xwedê hêzekitir nîne.



26.06.2013 22:46 | simurg56