Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 13 peyam
    îmtihana kurdan bi tîpên ö û ü yê re - tirşik
    îmtihana kurdan bi tîpên ö û ü yê re

    Navê mijarê ya ewil ev bû:îmtihana kurdan bi tîpên ö û ü re
    (3) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. îmtihana kurdan bi tîpên ö u ü yê re
    Mijara ku zûda ez dibêjim ez ê vekim lê carîk careke din bîra min diçe..

    rojekî hevalê min ê malê ê xelqe elcewazê nîvê şevê da deriyê min da ez ji xewê rakirim go
    "-kuro keçikekî pirsê min kiriye. Ez ê jê ra bêjim (ben ürgün eğitimim) lê ez nizanim ez ê çakî binvîsim. Ca aliyê min bike. Ya rast çi ye?"
    mi go ya pêşîyê ö ya girover a du niqutke ya paşiyê jî ü ya vekirî a du niqutk e.

    go temam çû lê dîsa hat go tu xwedê tu werî binvîsî ez nizanim.
    mi go pc ya xwe hilde bîne ez binvîsim.
    Ewî pc anî min nivîsî. Hezar dia li min kiribû.
    ..
    kîngê kurdekî karakterîstîk yek van tîpan bi wî celebî telafûz dike ewa geda tê bîra min.

    Rebenê xwedê navê wî jî nasnameyê da bi tîpa o va destpê dikir, kartê zanîngehê da tîpa Ö va destpê dikir û rastiyê da jî navê wî bi tîpa ü va destpê dikir.

    ji bo wî navê wî tam travmayek bû.
    Waxta ku nasiya xwe dida yekî din, birastî jî zev komîk dibû. Dev û lêvên xwe dikire pozîsyona maçkirinê û bi awayekî şermoke tîpeke harmoniya u,ü,o,ö yê derdixist *



    08.06.2017 10:23 | bûtîmar

    2. Yeki " tü," dinivîsine ez dîn dibim.
    Kesik "tü" dinivîse ne zane kurdî ne jî zani tirkî.
    Ew insan qene ne çûyî dibistanê tîpa ü'yê fêr ne bûyî.



    19.12.2020 02:10 ~02:11 | dilreş

    3. Rewşa ku îspat dike em ne tirk in lê ka mejî ku kurdên me bîra vê yekê bibin...



    19.12.2020 15:34 | xabûrî

    4. ji xwe kezeba min reşkir vê mijarê.. Brano, wllah ez dixwazim her tim Kurdi binivîsim, lê di nav klavyeya mobîla min de tîpîn Kurdî tunene.. Ji ber vê yek ê min ji Kurdî sar dike carna rojan



    20.12.2020 06:24 | kurêbavêxwe

    dengdanên dawîn (yên din..)
    nav malan [1]
    bi wateya mêvandarîyê bi kar tê. + ka ca tê? - çûye nav malan (çûye...
    mezel [1]
    li qoserê bi wateya gorê li silopîyê bi wateya jûrê li qilabanê bi wat...
    sergîn [2]
    navek pir karîzmatîke lê çi heyf, gû ye....
    mêr çi dixwazin [3]
    (bnr: mêr) *...
    kontraksîyonên kurmancî [3]
    Kontraksîyonên ku meraq dikim ji bo standartîzasyona wan tu xebat heyi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » îmtîhana kurdan bi nûjenparêzîyê re
    » kurdan cihûtî çawa nas kir?
    » tîpên dudeng
    » yextiyar

    Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî