Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 88 peyam
kotlin - tirşik
kotlin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zimanê bernamesaziyê yê nuh ê androidê ye. ji hêla googleê mehek berê weke zimanê fermî yê androidê hat îlankirin. min hîn dest bi hînbûna wê nekiriye lê, çend vîdeoyên derbarê wê, temaşe kir. eynî weke javayê ye lê syntaxa wê gelek cuda ye.
google heta niha di android studioyê de tenê java bi kar dianî loma girêdayî oracleê bû. (nîşe: xwediyê javayê oracle e.) oracle her carê ji ber javayê dawe li googleê vedikir loma google gelek ji vê rewşê aciz bû û ji şîrketa intellijê xwest ku zimanekî nuh çêke. axirê kotlin derket holê. kotlin wê piştî versiyona 3.0 a android studioyê de lê bê zêdekirin. êdî di android studioyê de him java him jî kotlin wê hebe. bikarhêner herwiha dê bikaribe kodên javayê veguherîne kodên kotlînê. û wê vê yekê tenê bi butonekê karibin bikin.



09.06.2017 06:35 | mergehez

2. zimanê google ye. Bernamesazên open sourceê belasebeb ji google ra nabêjin mafia. Google dest tavêje her tiştî û dixe bin deste xwe. Êdî bernamesazekî nû bê produktên googlê nikare gavêkî bavêje. Ez bixwe her go sepanên androidê çê bikim, ezê pişta xwe bi javayê qewîn bikim. zimanê 25 salî li ku, kotlin û nizam çi li ku.



01.12.2020 22:50 | hueyn

3. Ew jî û flutter jî du zimanên pirr tevlihev in yaw. Min tiştek ji wan fêhm nekir bi şeref.



02.12.2020 10:48 | xabûrî

4. Zimanek nivîsandina mobîl a ku ji zimanê java hatîyê çêkirin. Armanca min heye ku ez fêrî vî zimanî bibim. lê avahiya vî zimanî zehmet e. jixwe bêtir flutter tê jêçêtirgirtin kirin. Zimanek xerîb û xerîb e. ah ah.



02.04.2023 22:11 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» kotlin

Kategoriyên mijarê:: komputer komputer komputer
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî