1. dema tiştek bi ekrana telefonê bê ev tê kirin. weke mînak dema bişike an jî gelek xêz bibe û hwd.. bi gelemperî meriv telefona xwe dibe cem telefoncîyekî/ê an jî cem bayîîyekê û ew ji wan re diguherîne. lê 150-200 lîre zêdetir pere ji xwediyê telefonê digrin. ku xwediyê telefonê hinekî wêrek be, dikare ekranekê bikire û ew bixwe ekrana telefona xwe biguherîne. li ser înternetê hezar vîdyoyên derbarê guhertina ekrana telefonan hene. hema yekê temaşe bike bes e. wê 150-200 lîre di bêrîka wî/wê de bimîne. |
|
09.06.2017 07:40 |
mergehez
![]() |
2. tiştekî hêsan e, birê min her gav vî karî dike, telefona hevalekî min şikestîbû, telefonfiroşekî bênamûs jê re gotibû 300 lîre, birê min got bîne ez çÊkim, ez ne şaş bim bi 5 dolarê ji aliexpressê ekranek stend û çêkir. |
|
09.06.2017 09:08 ~09:09 |
ferhenga şikestî
![]() |
3. ne tiştek zêde zêde zehmet e, lê ne karê herkesî ye jî. divê dema we telefonê ji hev xist, hûn wêneya hemû kirinên xwe bigirin ku dema we xwest dîsa li hev bînin, hûn montaja hinek kablo mabloyan ji bîr nekin. û ger hûn ne kubar bin, heye ku hûn zerarê bidin hinek parçeyên hesas, wê demê wê mesrefa wê zêdetir bibe. loma divê mirov nelezîne. |
|
09.06.2017 23:06 |
simurg56
![]() |
![]() |
replîkên lo dublajê [1] |
![]() |
diran di qirikê de ye [1] |
![]() |
swêd [1] |
![]() |
kurê xelkê [1] |
![]() |
kurê xelkê [1] |