1. wek zilamê şirnexî jî tê nasîn.. orjînaltirîn komedyen û stand-upçiyê kurdan e.. di ber stand-upa xwe re stranan jî li hev tîne û dibêje.. berê qoricî anku ji devê wî bi xwe cehş bûye lê paşê li ser seb û şikayeteke ku dibêje alîkariya lojîstîk daye pkkê ji wezîfeyê hatiye girtin.. di sohbeteka xwe de dema behsa bîranînê xwe yên di hebsa agiriyê de dike ji bo kesên ku dibêjin 'kürt diye bir şey yok' yanî 'kurd tunînin' dibêje; 'lê em çi tişt in, ne xwudê teala em kirine kurd, me me xwe kiriye kurd, te xwelî li me kirî, ne em ji dara diya xwe ketîn me gotiye ay dayê! me negotiye ay anam! zorla güzellik olmaz...' li ser înternetê 6-7 vîdeoyên wî hene.. dido jê li ser çend bîranînên xwe yên qoricîtiyê û hebsiyê û yek jê li ser gavaniyê ye û çar jê jî stranên ku ji bo kalemêrekî, çêlekekî, tansu çiller û barack obama li hev anîne û gotine pêk tê.. meseleyên zilamê şirnexî-qoricîtî part 2: vîdyoyê veke meseleyên zilamê şirnexî-gavanî: vîdyoyê veke zilamê şirnexî-strana li ser tansu çillerê çêkirî û gotî: vîdyoyê veke zilamê şirnexî-strana kalemêro: vîdyoyê veke zilamê şirnexî-strana çêlekê: vîdyoyê veke zilamê şirnexî-strana ku li ser serokê dyayê barack obama çêkirî û gotî: vîdyoyê veke |
|
05.09.2013 05:26 |
endazer
|
2. mirov dema deng û henekên wî yên kurdî seh dike mirov dibeje zimanê me kurdî çi qas xweş e. miroveke divê qedrê wî mirov bizanibe hê sax. derhênerên me yên kurd vî camêrî di projeyên xwe de binirxînin wê pir baş be. XalÊ evdê guzelê mîrata çanda me ye. |
|
16.09.2013 02:00 |
botan
|
3. qehremanê li vê vîdyoyê ye ku li ser obama çêkiriye: vîdyoyê veke vîdyoyek zêde zêde komîk û samîmî ye. welleh zarok bi wî xenî bûne. her bijî. |
|
02.03.2014 15:25 |
simurg56
|
4. laqirdivanê xwezayî yê şirnexê ye.Li ser youtubê serhatiyên xwe bi awayek xweş û komîk vedibêje.Ji berê koricî bû lê paşê dest jê berda niha jî di her çalakî û meşê de li rêzên pêş cih digire.Çalakiya termîk santralê, ya roja zimanê zikmakî, ya bîranîna komkujiya helepçê , hûn dikarin li her çalakiya şirnex de rastî Evdilayê Gozelê bên |
|
02.03.2014 18:16 |
cekdar
|
5. gula civatên kurdî yên botanê ye. |
|
09.06.2017 15:29 ~15:31 |
xendekî
|
6. evdê gozelê dengbêjek bû, ji nava dilê botanê. gelek kilam û stran digotin, gelek henek û qerf û pêkenîn digotin, gula civata bû. |
|
09.06.2017 15:32 |
xendekî
|
7. Qirik û gewrîyê berê ku niha diçin kurd hêdî hedî ji çanda xwe bêpar dimînin. Xwedê bi rihma xwe şa bike. |
|
09.06.2017 20:21 |
roberz
|
8. rehma xwudê lê be |
|
09.06.2017 20:57 |
endazer
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |