Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
wek karekî di tirşikê de nivîskarî - tirşik
wek karekî di tirşikê de nivîskarî
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ne dûr lê piştî çend mehan piştî ku popûlerîteya tirşikê gihişt heta erşa heftan û ji heftê heta heftan kal û pîr, jin û zarok ji bo di tirşikê de bibin nivîskar ketin dorê hingî nivîskariya tirşikê jî wê bibe paye û rutbeyek gelekî muhîm û gelek kesên di bin navê xwe yê li ser hesabên xwe yên sosyal medyayê de wê di şûna kar û pîşeyên xwe de wek kar û pîşe nivîskarê tirşikê an di tirşikê de wek nivîskar dişixule binivîsin..



03.09.2013 21:57 | endazer

2. karê ku zêde pere nade kar kirin e. a rast aniha zêde ne karekî populer e jî. ji xwe karekî bipere an jî populer bûya herkesî nedikarî bike. lê wê roj bê, tirşikê de nivîsandin wê karekî gelek populer be. wê ciwan bêjin, "wextê xwe de bavê me di tirşikê de nivîskariyek bistanda, em niha bêked û bê hezar peyamên ceribandinê, nivîskarê tirşikê bûn" .



https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1384966328390559&set=pb.1381144545439404.-2207520000.1390676587.&type=3&theater



26.01.2014 00:06 | brusk56

3. roja ku bazara kurdî ji kesadbûnê rizgar bû, wê bibe..



26.01.2014 03:17 | ferhenga şikestî

4. Tiştekî gelek dijwar e tew ji xwe bi kurdî bavê dijwariyê ye. ji ber ku piraniya mirovan li gor popularîteyê dijîn û kesên ku ya rast û dûrê nefsa xwe dikin kêm in. çima? ji ber ku mirov dixwaze baş an xerab kiryarên mirov bên çepikkirin û pesnê mirov bê dayîn. pêkhatina vê yekê niha ji tirşikê dûr e. ji ber vê hindê ji bilî çend mirovên xîretdar -ku niha dinivîsin- kesek nikare wekî karekî di tirşikê de binivîse qet nebe îro wisa ye. lê rojek piyaseya kurdî fireh bû û popularîteya wê jî bilind bû hingê bivê nevê wê mirov ber bi tirşikê ve biherikin. ev rastiyeke mirovatiyê ye ne tenê ya kurdan.



26.01.2014 09:03 | ceso


dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wekîl mûstafayev
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî