Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xwedêjêstandî - tirşik
xwedêjêstandî

Navê mijarê ya ewil ev bû:xwudêjêstandî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo kesên bêxêr û bêkêr tê gotin.. ji bo nimûne: 'filankes xwudêjêstandiyek e kes nizane dawa çi dike? ne kar û ne emel heta êvarî sûk û cadeyan dipîve..'



07.06.2013 13:07 | endazer


3. ne dijûn e, ne jî nifîn e. ev peyv dema ji kesekî re were gotin, destnîşan dike ku sedema kêmasiya wî/wê şexsî ne ew bixwe ye, lê ji ber afirandina xwedê ye.



07.06.2013 15:44 | simurg56

4. ji versîyonek din ;



(bnr: xwudê ji bavê standî)



07.06.2013 18:22 | brusk56

5. 1, mirovê ku bi destê xwe xwe dixê xisarê. An jî însanê ku ketî/dikeve xisarê de.

Mînak : xwidê jê standî, bikêrî ti karî naye.

2. Ji bo xisara yekî nifirek e. "jê" bi diyarî tê bilêvkirin.

Mînak : mirovekî pir xirab e, xwidê jê standî.



15.01.2017 02:49 | gumgumok

6. (bnr: xwudêjêstandî)



15.01.2017 13:06 | ferhenga şikestî

7. Biwêjek ku dema mirov dixwaze bi tirkî rave bike wateya wê dide pûç kirin. Lê bi kurdî biwêjeke gelek watedar e.
Ji bo mirovên ji kûrahiya rêman û babetên nirxdar tiştek tênegihiyane re tê gotin. Ango mirov musteheq nîn e ku ji ew mijar û têgehan fêm bike û ji xwe re sûd werbigre. Ji bona vê yekê xwedê têgihîjtina insanên wilo ji wan standiye. Ji ber bijartinên bextreş yên ku wan hilbijartine êdî di babeta sûd girtinê de bênesîb û bedbext in. Çimkî bijartina xwe ber bi rasteyê xamîtiyê ve çêkirin e.

Wek mînak di meha remezanê de bavkalên me li êlîhê mirovên ku rojiya xwe dixwarin re digotin ''yaw çiqa xwedê jê standiye tu dibînî''.



18.06.2017 04:59 | rûbar

8. (bnr: xwedÊjÊstandÎ)
bi kurtasî kesên ku her tim pê digirin, ty karê wan di rêya xwe de naçê



20.06.2020 15:22 | merwano

9. eleqeyeke nêzîk bi peyva 'xwelîser' he ye. (bnr: xwelîser)



15.11.2020 17:55 | spîrêzegîd

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwedêjêstandî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî