Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; helîm yûsiv
peyamên çepikkirî

13637. bo min di wêjeya kurdî a nûjen de ji xeynî çend navên sorannûsan kesekî mîna wî tuneye, pir zîrek û jêhatî ye..



07.06.2013 08:37 | brusk56

42552. min bi pirtûkên helîm yûsiv dest bi xwendina kurdî kir, pirtûka wî ya yekem ku min xwendî mirî ranazin bû.

kurteçîrokên wî serkeftî ne, îronîyê û mîzahê gelekî bikartênê. bi tinazên xwe û bi zimanê xwe yê mîzahî û îronîk rexneyên di cih de li civaka kurd dike.

werhasil kesên ku bixwazin dest bi xwendina kurdî bikin dikarin pêşî kurteçîrokên wî bixwênin.



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

134242. di dîwana diyarnameyê de peyiviye. Here lînkê bi van peyvên xwe yên ecêb ên jêr -texmîn dikim ku- bi top û tifing li jan dostî ketiye. êdî nizanim di nava wan de tu minaqeşe heye yan na, lê belê yekser jan dost anî bîra min:

"Bersiva pirsa tu chima romanên dîrokî nanîvisînî

Romanên dîrokî ku kesayetiyên navdar yên dîrokê ji xwe re dikin karekterê sereke ji afirandinê biwêdetir berhevkirin e. Her lêkolîner dikare hin agahiyan li ser van kesayetiyan berhev bike, bide serhev û wekî din her tişt jixwe amade ye. Karekterê sereke amade ye, pêvajoya wê ya dîrokî û dem seqaya demê amade ye û piştî çapkirinê xwendevanê wê romanê jî amade ye. Xwendevan berî her tiştî ji wê bo navê wê kesayetiya dîrokî dixwaze wê romanê bixwîne û her wisa. Ji ber vê pirê caran nivîskarên qels, yên imkanên wan di afirandinê de bisînor û di warê lêkolînkirinê de serwext, serî li vî şêweyê nivîsandinê didin
."

ez bi xwe ji romanên dîrokî hez dikim û gelek roman û nivîskarên serkeftî hene di wêjeya cîhanê de: amin maalouf*, vladimir bartol*, markus zusak*, umberto eco*, harper lee*, gabriel garcia marquez* û wd. bi van mînakan dikarim bibêjim ku pênaseya helîm yûsivî ya bo romana dîrokî him kêm e û him jî xelet e -bi ser de di zelalkirina wê de biçûkxistinekê neheq heye.

romanên dîrokî île nedivê li ser kesayetiyên navdar bin. hêla din, wiha be jî agahiyên rastîn ên derheqê navdaran di destên nivîskaran de hebin jî, "her tişt jixwe amade" nabe. ji ber ku lêkolînerî û xeyalbêjî-nivîsbêjî ne yek tişt in! ji xwe wêjevanî li vir xwe dide hîskirin. şîrovekirina lehengên hilbijartî, avakirina cih û waran, afirandina atmosfera derûnî û heta çêtirdîtina peyvan û şêwaza çîrokbêjiyê, honandina bûyeran... ev hemû bi qabiliyeta wêjevaniyê derdikevin. çawa wî wêriye van peyvên ecêb bi lêv bike yên ku wê zarokan pê bikenin, min fêm nekir. de ka wî gotiye, ma kesek tunebû jê re bibêje, "ha bira, tu qala çi dikî ka hela hilma xwe vede!!" hîn jî diheyirim nivîsbêjek çawa dikare cureyekê wêjeyê biçûk bixe/bibîne. naxwazim bêhediyê bikim lê ka bila rabe romanek di asta 'Il nome della rosa"a uberto ecoyî binivîse yan jî yek ji berhemên xwe yên heyî bike reqîba wê romanê.

min got, belkî wî xwestiye bê nav gotin li romannivîsiya jan dostî rexne bike. malûm e ew romanên dîrokî jî dinivîsînin (belkî jî tenê di vê cureyê de berhemdar e, nizanim). min martînê bextewar û mîrname xwendibûn. erê em nikarin îdîa bikin ku ev roman qasî yên romannivîsên jor serkeftî ne. pesndayîn tiştekî din e lê belê divê em heqê wan jî bidin ku di nav çarçoveya wêjeya kurdî de her yekî hilmek teze ne, xebatên nû ne. ha belkî mêrik nexwestibe qala jan dostî bike. wê demê bila ev texmîna xelet ya min be, xem nake. dîsa jî xeletbûna nêrîna wê li meydanê ye.

bi vê wesîleyê vê jî bibêjim, min mêrê avis a helîm yûsivî xwendibû. hema hema serkeftî bûn. vegotin û honakên sade feqet bûyerên ecêb ên ku dilê mirov pê dixelin têde hebûn. feqet nizanim çima hîn berhemên din bala min nekişandin. lê ez ê peyde bikim. piştî vê peyvên sosret ên ser romana dîrokî, miheqeq ez ê bixwînim ka ew çi û çawa dinivîse.

edît: min fêm kir, çima min bala xwe nedaye pirtûkên wî yên din. mêrê avis/75997



06.06.2013 16:08 | endazer

134260. pirsa 'tu chima romanên dîrokî nanîvisînî' pirseke şaş e. çimki helîm yûsivî jî romanên dîrokî nivîsîne.
bersiva helîm jî bersikeve manîpulatîf e. çimkî pirs li ser karekterên navdar ên dîrokê nîn e, pirs bixwe li ser romanên dîrokîyê ne lê helîm beg dixwaze bi tîrên rexneyên xwe jan dostî bihingifîne. yanê ew rasterast bi vê rexneyên xwe dixwaze jan dostî bike hedefa xwe.

cara ewil divê ez bêjim di romana mijabadê de karekterê sereke ne qazî mihemed e, di 3 gav û 3darek de karekterê sereke şêx seîd e lê ji bilî hebûna sêx seîd, hama bêje hemî karekter û bûyerên romanê hunandineke xeyalî ne, di mîrnameyê de karekterê sereke ehmedê xanî ye lê belê di wê romanê de jî ji bîst zêdetir karekter hene û her yek ji wan dor bi dor bi perspektîf û felsefe û helwesta xwe qala ahmedê xanî dikin û romaneke gelek serkeftî ye. martînê bextewar jî romaneke dîrokî ye lê di wê romanê de jî karekterekî navdar yî sereke nîn e.

îcar em bên li ser sê romanên helîmî, romana sobarto li ser şewata sinemaya amûdê hatiye nivîsin, firîna bi baskên şikestî jî li ser berxwedana kobanîyê hatiye nivîsin, wehşê di hundirê min de jî li ser destpotiya rejîma surîyê hatiye nivîsin. her sê roman jî ya rastî qala bûyerên dîrokî dikin û helbet em dikarin bêjin ji wan her du roman dîrokî ne yek jê jî aktûel e lê em bo wê jî karin bêjin romana dîrokî çimkî ji vir çend sal paşê dê bibe dîrok.
her sê romanên helîm jî ne li ser karekterên navdar hatine hunandin feqet di diyarnameyê de pirs bixwe ne li ser karekterên navdar in, pirs romanên dîrokî ne.

gotiye ''romanên dîrokî ku kesayetiyên navdar yên dîrokê ji xwe re dikin karekterê sereke ji afirandinê biwêdetir berhevkirin e'' gotineke gelek şaş e, belê berhevkirin hunereke edebî ye lê em ji bo berhevkirinê dibêjin bîyografî. ger mesele berhevkirin be ji romana firîna bi baskên şikestî bêtir ti romana kurdî ewqasî detayên 'berhevkirinê'' nedihewîne mixabin...

wek li jor jî hatiye gotin; romanên ku li ser bûyer an jî karekterên navdar ên dîrokê hatine nivîsîn bi naveroka xwe ne sedema qelsiyê ye. dîrok bixwe belkî naverok e belkî jî atmosfer e hîç ne girîng e, pirseke meşhûr heye;gelo ya mûhîm tu çi dinivîsî? an te çawa nivîsî ?' jixwe di dema postmodernîzmê de jî di modernîzmê de jî ev nîqaş heye û ez bixwe guh didim bersiva te çawa nivîsî girîng e.

îroj tu jî dikarî di derbarê kobanîyê de binivîsî, ez jî karim, yekî dî jî kare. gelo em dikarin hemî romanên ku behsa berxwedana kobaniyê dikin li heman bêjingê bixin? ne xêr. jixwe rengînî, berhemdêrî, estetîk û huner ew e ku ji bûyereke pirr basîd jî tu yê karibî romaneke nûwaze û tekûz biafirînî.

herçî bila naverok li ser sîyasî-polîtîk-dîrokî be, an li ser evîn û hezkirin be- an jî li ser tiştekî gelek pûç û basîd be; tiştê ku romanê bi te dide hezkirin an tiştê ku romanê muhteşem dike ji naverokê bêtir, teknîk, hunandin, vegotin, estetîk û mukemmeliyet e.

ne mimkun e ku haya nivîskêr ji merheleya romanê ya ku di vê sedsalê de êdî gêhîştiye qonaxa xwe ya dawîn, tinne be. ez bawer im di navbera helîm û jan dost de mesleyeke kevn heye û helîm jî bi rêya dîyarnameyê hesabê xwe pê re dibirîne.



08.06.2013 14:50 | simurg56