Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
helîm yûsiv - tirşik
helîm yûsiv
(10) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. Helîm Yûsiv nivîskarek ji kurdên sûrî ye. di sala 1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. li zanîngeha Helebê (University of Aleppo) beşa hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî.



gelek gotarên wî yên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de hatine weşandin. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stenbolê hatine weşandin.



berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin:

mêrê avis - çîrok, (1991 bi erebî, 1997 bi kurdî, 2004 bi elmanî)

jinên qatê bilind - çîrok, (1995 bi erebî, 1998 bi kurdî)

mirî ranazin - çîrok, (1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî)

sobarto - roman, (1999 bi kurdî û erebî)

memê bê zîn - roman, 2003 bi kurdî

tirsa bê diran - roman, 2006 bi kurdî

gava masî tî dibin - roman, Weşanên Lîs, Amed 2009, bi kUrdî





Wekî din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne şano û wî herweha li Sûriyê di antolojiyeke çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye. Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin:

(bnr: komara dînan)

(bnr: bidarvekirina pozekî)

(bnr: sol û serî)



Ji sala 2000an ve ye, bernameyeke wêjeyî, bi navê gava sêyemîn ya heftane, di Medya TV û Mezopotamya TV û di Roj TV de amade û pêşkêş kiriye.



malpera wî ya fermî: http://www.helimyusiv.com



min heta niha tenê pirtûka wî ya bi navê sobarto xwendiye, weke pirtûkeke li binhişê min de cî digire lê ji ber ku nêzikî 10 salan ser de bihuriya derbarê wê de nikarim nirxandinek baş bikim.

pênas: nivîskarê kurd ku belkî ez ê cara yekemîn pirtûkeke kurdî cara duyemîn bixwînim.



04.09.2013 09:38 | simurg56

2. Di wêjeya kurdî de niviskarekî surealîst.

Bavê nivîsên Surealîzmê,

Xwedîyê nivîsên Vekirina xeyalên esmanî,

Xwedî dinyayeke tûne û behvekirî..



04.09.2013 17:59 | mam selam

3. kafka yÊ kurdan



14.09.2013 02:20 | seydayê_peyvan

4. ji ber ku di nivîsa xwe ya dawî de ku dê di rûdawê de biweşiya çend gotinên ne bi dilê berpirsiyarê giştî yê rûdawê, ako mihemed kiriye, bi hinceta ku gotarên siyasî nivîsîne wî ji karê qunciknivîsiyê, ku serê her hefteyê ji wan re çi wêjeyî, çi çandî û çi siyasî dinivîsî, derxistine û em çavlirê ne ku bê ka wê ji dêvila wî kîjan dotmîr an jî pismîrî têxin karê xwe yê rindik û hindik. aha ev jî lînka wê: http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=1016



herê lawo, çi tu çi jî anf û nefelê, wun cewrikê birakujiyê ne.



21.09.2013 14:15 | înano lo

5. mebest ji "tu"yê ne helîm yûsiv e, rûdaw e!



21.09.2013 14:35 | înano lo

6. pirtûka wî ya mirî ranazin cara yeken li bakur 1996 an de ji weşanê avestayê derçû. çapa wê nemaye, lê gelek kêm bin jî li gel hin sahafan tên peydakirin.



22.10.2013 15:26 | arami

7. bo min di wêjeya kurdî a nûjen de ji xeynî çend navên sorannûsan kesekî mîna wî tuneye, pir zîrek û jêhatî ye..



22.10.2013 18:41 | elomelo

8. piştî mirî ranazin, memê bê zîn çênebûye, hin çirok mirov dibê tene ji bo ku binivîse nivisandiye...



22.01.2014 20:47 | jajî

10. di berhema xwe ya bi navê "romana kurdî" de tirba mehmed uzun a edebî kolaye.



07.02.2014 01:35 | zero

11. Nivîskarê malpera www.diyarname.com e



28.02.2014 03:23 | cemilo

13. nivîskariya wî ji dola Marquez û selim berekat e. di destpêkê de bi çîrokên xwe yên realîzma efsûnî riyeke baş da ber xwe, lê piştî ku berê xwe da ewrûpayê weke dara ji axa xwe bibe, ji ber çû, nivîskariya xwe kuşt.



25.03.2014 16:23 | tembûra dilê min

15. Van rojan romana wî ya nû a bi navê 99 morîkên belavbûyî wê ji weşanên peywendê derkeve.



29.03.2015 21:17 | cîncoqo

16. em li bendê ne romanên wî gelek xweş in



29.03.2015 23:12 | bijêrvan

17. Ruhê Kurdkî ziwanê ey de ruhê Kurdkî (kirdkî-kîrdaskî-soranî-goranî) tê de esto. Miyan kirdasînuştoxan de tewr zaf ey ecebneno.



05.06.2015 16:46 | teberkerde

18. welle yabo berê bash bû îro sahs bû. zimanê xwu xera kiriye.



06.06.2015 14:57 | rojgar

19. http://diyarname.com/news.php?Idx=16549



07.07.2015 17:12 | kurê xelkê

20. "Vaye ew xewn dibe rastî û serbilind vedigerim welatê xwe. "

Nivîskarê ku piştî 15 salan vegeriya welatê xwe Rojavayê Kurdistanê û li ser vegera xwe nivîsên gelekî xweş nivîsandine. Vegera welatê azad*

Here lînkêhttp://diyarname.com/article.php?Idx=3216



11.01.2016 23:32 | pîremegrun

21. Erotîzm di pirtûkên wî de wêrakane cîh digre yek jî di pirtûkên wî de qala zarokên Amûdê ku di sinemayê de şewitîn cihekî giring digre.



12.01.2016 00:35 | rikef

22. rojbûna te pîroz be kekê helîm



07.12.2017 17:42 | gulêê

23. navê wî yê rastîn evdilhelîm yûsiv e. piştî ku dest bi nivîsîna kurmancî dike dev ji evditiyê xwedê berdide. çimkî ''xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin''



26.08.2018 16:01 | tizbîkêş

25. nivîskarê ku gotarek bi sernivîsa çima wêjeya kurdî li cîhanê nayê naskirin weşandiye.
Here lînkê

nivîskar dibêje heta wêjeya zimanek ji sînorên welatê xwe derkeve divê ji bo zimanên dî were wergerandin. herwiha destnîşan dike divê ev kar bi wergêrên wî zimanî were kirin. lê ev kar nayê kirin ji ber vê yekê jî wêjeya kurdî nayê zanîn. sedemên vê jî yek bi yek rêz kirye.

raste em dikarin her kêmasî, paşdemayîn û neserketîbûna xwe ên di warên çandî, zanistî, hunerî, werzîşî ûhwd. de bi tunebûna dewleta kurdan ve girê bidin. kesek nikare bêje kurdan pî yê te xwar e, ji ber ku dewleta me tune.

tu îtîrazên min ji teşhîsên nivîskar re nîne. lê "parastinek" an jî "analîzek" bi vî awayî tevahiya rastîyê îfade nake. tevî ku helîm yûsiv dibêje divê kurd bi xwe romana kurdî wergerînin zimanên ewropî, yeqîn nakim hewldanek wisan hilperînek bide wêjeya kurdî. çawan wergêrên kurd ji zimanên biyanî berheman werdigerînin kurdî, herwisa divê wergêrên ji welatên cuda romanên kurdî wergerînin zimanê xwe. lê diyar e romana kurdî bala wan nakêşe. belkî hin kes bêjin qet me nas nakin, heta hinek me naskirin, berhemên me xwendin em vî karî bikin heye ku ji me hez bikin paşê ew bi xwe wergerînin. dibe, helbet divê wergêrên kurd ji vê nerevin. lê bi ya min helîm yûsif û kesên wek wî difikirin "derman" li cihek şaş digerin.

divê pirs ev ban: çima wêjeya kurdî bala weşanxane, nivîskar, wergêr û xwendevanên cîhanê nakşîne? helîm yûsiv li ser sebebên giştî, berçav derdê wêjeyê diyar dike. bi xetên qalind nefes li hirgûliyan diçikîne. vê helwestê nexweşxaneyên bakûr anî bîra min ku dema nexweşek dikeve odeya bijîsk de, bijîşk jê dipirse çi j' te hatye, nexweş dibêje filan dera min diêşe, bijîşk jî hema di cihde dermannameyek dike destê nexweş de û dibêje bila ya/ê dorê de têkeve hundir.

her çiqas nivîskar dibêje li dermanek nagerim, esasen xema hundermend û rewşenbîrên kurd vedibêje ku ew qîmetê heq dikin nabînin. ne ji gelê xwe, ne ji xelkê. ev ne pirsgirêkek nû ye. ehmedê xanî jî ji heman derdî muzdarîb e:

ger dê hebûya me jî xwedanek
'alîkeremek, letîfedanek

'ilm û huner û kemal û îzan
şiîr û xezel û kîtab û dîwan

ew cins biba li ba wî me'mûl
ew neqd biba li nik wî meqbûl

min dê 'elema kelamê mewzûn
'alî bikira li banê gerdûn


ehmedê xanî dibêje ger me hebûya dewletek û li gel wê rêveberên ji zanist û huner û wêjeyê fehm dikin û piştgirî bidin, min dê ala helbesta kurdî li banê gerdûnê bilind bikira. ehmedê xanî hem bi wezna van beytan de hem bi giştî li gor berhemên xwe bin peyva xwe de namîne, lewma gazinda wî tesîrek giran li xwîneran dike. lê gelo îro nivîskarek kurd heye ku bêje ezê ala romana kurdî li banê gerdûnê biçinim? an jî fîlozofek kurd heye tesîr li ekolek a ramanî bike? hunermendek klasîk heye muzîkjen jê feyz bigrin? nivîskarek heye lîstikên wî li bajarên cûrbecûr bên leystin? dîroknasek, wênesazek, derhênerek? heger bersiva van pirsane her neyînî be, wê demê pirsgirêk ne tenê pirsgirêka romanê, wergerê ye. pirsgirêk ya civakê ye, hêj lê hûr bibe ya mirovan e. yanî bi giştî pirsgirêkek takekesî ye. ger mirovek bixwaze di van disiplînên raman û hunerê de berhemek gerdûnî ava bike divê bi salan çak bixebite.

mantiqê "ku dewleta me hebûya" tê vê wateyê ger dewleta me çêbû dê pirsgirêkên me giş çareser bin, qet nebe piranîya wan. yanî li gor vê ferasetê wêjeya hemû civakên dewleta wan heyî gerdûnî ye, civakên wek me hêj herêmî ne. gelek civakên xweyî dewletên emirdirêj hene ku çirûsahî ji wêjeya wan naçe, berevajî vê gelek civakên bêdewlet an jî xweyî dewletên lewaz hene ku wêjeya wan ji alî xwendevanên civakên dî tên şopandin. ev mijarek guncaw e ku mirov bi berçavkek giştî jî bi mercekek takekesî jî rave bike. lê tevî rastîya şert û mercan ez ji hewldan û rola mirovan bawer dikim. yên ku şert û merc diyarker dibînin divê bisebir bin. ji ber ku heta pileya entelektuelîya civakê di her alîyan de bilind nebe, dê nivîskarên mezin ji civakê derkevin û dê cîhanê jî hay ji nivîskarên îroyîn nebe. lê yên dibêjin bi vîna mirovan hilbûn pêkane, herkesê ku baş bixebite dikare berhemên gerdûnî ava bike divê dest ji sedem û hêcetan berdin û pêşî li xwe paşê li kar û barê xwe binêrin.

bi fikra min kurd bi gelemperî ne xebatkar in. yanî ne xebathez in. sedemên vê jî digihin teşeyê rêxistinbûna aborî ya civakê ku endamên wê di nav sedsalan de fêrî teralî û bêdisiplînî bûne. bi taybetî kesên di warên hunerî de karek dikin heqê keda xwe nadin. hin kes mecbûr in hem ji bo debara xwe bixebitin hem hewl didin hilberînek ramanî bikin. heger îro qala astengek a hilberîna hunerî bêt kirin li gor min ev mijara sereke ye. tu rexneyên min ji van kesan re nîne. lê kesên xwe ji qeyd û bendên karên aborî rizgar kirine jî teral in. qasî dişopînim nivîskarên kurd li ser înternetê gelek wext derbas dikin. delîlek min nîne lê wer texmîn dikim di jiyana civakî de jî wextên xwe gelek pûç dikin. ji ber ku nivîskar û hunermendên kurd baş û zêde naxebitin berhemên gerdûnî jî dernaxin.

di serdema em tê de derîyê zanînê ji herkesê re vekirye. kes nikare bêje ji ber kêmbûna derfetan, an jî şertên kurdan ez romanek gerdûnî nanivîsim. heger romanek pir baş bê nivîsîn wê hezkiriyên wêjeyê yên cîhanê vê romanê paşguh nekin. encam, şûna nivîskarên kurd bi şert û mercan hewl bidin kêmasîyên romana kurdî rave bikin, li ser çawanîya wêjeyê bifikirin û bixebitin wê zûtir bersivan bibînin.



18.03.2020 01:56 | hespêsor

26. îbrahîm seydo pê re suhbetek xweş kiriye



04.04.2020 16:54 | tizbîkêş

27. Nivîskarek ji rojavayê Kurdistanêye. Min bi çîrokên Helîm Yûsif ê bi navê (bnr: mêrê avis), tirsa bê diran, (bnr: mirî ranazin), jinên qatê bilind dest bi xwendinê kir. Min ji çîrokê wî pir hez kir o romana wî (bnr: gava ku masî tî dibin) jî xwend lê qasî çîrokên wî bi min xweş nehat. Çîroka wî ya herî min jê hez kir Komara dînan bû.



04.04.2020 18:00 | f

28. nivîskarê rojavayî ê serkeftî ye. min 2 romanên wî xwendin. 99 morîkên belavbûyî û wehşê di hûndirê min de.
herdû pirtûk jî xweş bûn, min ecibandin.
tu bêjî van herdû pirtûkan bi peyvekî pênase û xulase bike, ez ê ji bo 99 morîkan bêjim "nexasim" û ji bo wehş jî ez ê bêjim "wisa jî" *



23.05.2020 15:31 ~15:31 | brusk56

29. di dîwana diyarnameyê de peyiviye. Here lînkê bi van peyvên xwe yên ecêb ên jêr -texmîn dikim ku- bi top û tifing li jan dostî ketiye. êdî nizanim di nava wan de tu minaqeşe heye yan na, lê belê yekser jan dost anî bîra min:

"Bersiva pirsa tu chima romanên dîrokî nanîvisînî

Romanên dîrokî ku kesayetiyên navdar yên dîrokê ji xwe re dikin karekterê sereke ji afirandinê biwêdetir berhevkirin e. Her lêkolîner dikare hin agahiyan li ser van kesayetiyan berhev bike, bide serhev û wekî din her tişt jixwe amade ye. Karekterê sereke amade ye, pêvajoya wê ya dîrokî û dem seqaya demê amade ye û piştî çapkirinê xwendevanê wê romanê jî amade ye. Xwendevan berî her tiştî ji wê bo navê wê kesayetiya dîrokî dixwaze wê romanê bixwîne û her wisa. Ji ber vê pirê caran nivîskarên qels, yên imkanên wan di afirandinê de bisînor û di warê lêkolînkirinê de serwext, serî li vî şêweyê nivîsandinê didin
."

ez bi xwe ji romanên dîrokî hez dikim û gelek roman û nivîskarên serkeftî hene di wêjeya cîhanê de: amin maalouf*, vladimir bartol*, markus zusak*, umberto eco*, harper lee*, gabriel garcia marquez* û wd. bi van mînakan dikarim bibêjim ku pênaseya helîm yûsivî ya bo romana dîrokî him kêm e û him jî xelet e -bi ser de di zelalkirina wê de biçûkxistinekê neheq heye.

romanên dîrokî île nedivê li ser kesayetiyên navdar bin. hêla din, wiha be jî agahiyên rastîn ên derheqê navdaran di destên nivîskaran de hebin jî, "her tişt jixwe amade" nabe. ji ber ku lêkolînerî û xeyalbêjî-nivîsbêjî ne yek tişt in! ji xwe wêjevanî li vir xwe dide hîskirin. şîrovekirina lehengên hilbijartî, avakirina cih û waran, afirandina atmosfera derûnî û heta çêtirdîtina peyvan û şêwaza çîrokbêjiyê, honandina bûyeran... ev hemû bi qabiliyeta wêjevaniyê derdikevin. çawa wî wêriye van peyvên ecêb bi lêv bike yên ku wê zarokan pê bikenin, min fêm nekir. de ka wî gotiye, ma kesek tunebû jê re bibêje, "ha bira, tu qala çi dikî ka hela hilma xwe vede!!" hîn jî diheyirim nivîsbêjek çawa dikare cureyekê wêjeyê biçûk bixe/bibîne. naxwazim bêhediyê bikim lê ka bila rabe romanek di asta 'Il nome della rosa"a uberto ecoyî binivîse yan jî yek ji berhemên xwe yên heyî bike reqîba wê romanê.

min got, belkî wî xwestiye bê nav gotin li romannivîsiya jan dostî rexne bike. malûm e ew romanên dîrokî jî dinivîsînin (belkî jî tenê di vê cureyê de berhemdar e, nizanim). min martînê bextewar û mîrname xwendibûn. erê em nikarin îdîa bikin ku ev roman qasî yên romannivîsên jor serkeftî ne. pesndayîn tiştekî din e lê belê divê em heqê wan jî bidin ku di nav çarçoveya wêjeya kurdî de her yekî hilmek teze ne, xebatên nû ne. ha belkî mêrik nexwestibe qala jan dostî bike. wê demê bila ev texmîna xelet ya min be, xem nake. dîsa jî xeletbûna nêrîna wê li meydanê ye.

bi vê wesîleyê vê jî bibêjim, min mêrê avis a helîm yûsivî xwendibû. hema hema serkeftî bûn. vegotin û honakên sade feqet bûyerên ecêb ên ku dilê mirov pê dixelin têde hebûn. feqet nizanim çima hîn berhemên din bala min nekişandin. lê ez ê peyde bikim. piştî vê peyvên sosret ên ser romana dîrokî, miheqeq ez ê bixwînim ka ew çi û çawa dinivîse.

edît: min fêm kir, çima min bala xwe nedaye pirtûkên wî yên din. mêrê avis/75997



30.05.2021 14:34 ~2021.05.31 00:04 | biruya hayao miyazaki

30. pirsa 'tu chima romanên dîrokî nanîvisînî' pirseke şaş e. çimki helîm yûsivî jî romanên dîrokî nivîsîne.
bersiva helîm jî bersikeve manîpulatîf e. çimkî pirs li ser karekterên navdar ên dîrokê nîn e, pirs bixwe li ser romanên dîrokîyê ne lê helîm beg dixwaze bi tîrên rexneyên xwe jan dostî bihingifîne. yanê ew rasterast bi vê rexneyên xwe dixwaze jan dostî bike hedefa xwe.

cara ewil divê ez bêjim di romana mijabadê de karekterê sereke ne qazî mihemed e, di 3 gav û 3darek de karekterê sereke şêx seîd e lê ji bilî hebûna sêx seîd, hama bêje hemî karekter û bûyerên romanê hunandineke xeyalî ne, di mîrnameyê de karekterê sereke ehmedê xanî ye lê belê di wê romanê de jî ji bîst zêdetir karekter hene û her yek ji wan dor bi dor bi perspektîf û felsefe û helwesta xwe qala ahmedê xanî dikin û romaneke gelek serkeftî ye. martînê bextewar jî romaneke dîrokî ye lê di wê romanê de jî karekterekî navdar yî sereke nîn e.

îcar em bên li ser sê romanên helîmî, romana sobarto li ser şewata sinemaya amûdê hatiye nivîsin, firîna bi baskên şikestî jî li ser berxwedana kobanîyê hatiye nivîsin, wehşê di hundirê min de jî li ser destpotiya rejîma surîyê hatiye nivîsin. her sê roman jî ya rastî qala bûyerên dîrokî dikin û helbet em dikarin bêjin ji wan her du roman dîrokî ne yek jê jî aktûel e lê em bo wê jî karin bêjin romana dîrokî çimkî ji vir çend sal paşê dê bibe dîrok.
her sê romanên helîm jî ne li ser karekterên navdar hatine hunandin feqet di diyarnameyê de pirs bixwe ne li ser karekterên navdar in, pirs romanên dîrokî ne.

gotiye ''romanên dîrokî ku kesayetiyên navdar yên dîrokê ji xwe re dikin karekterê sereke ji afirandinê biwêdetir berhevkirin e'' gotineke gelek şaş e, belê berhevkirin hunereke edebî ye lê em ji bo berhevkirinê dibêjin bîyografî. ger mesele berhevkirin be ji romana firîna bi baskên şikestî bêtir ti romana kurdî ewqasî detayên 'berhevkirinê'' nedihewîne mixabin...

wek li jor jî hatiye gotin; romanên ku li ser bûyer an jî karekterên navdar ên dîrokê hatine nivîsîn bi naveroka xwe ne sedema qelsiyê ye. dîrok bixwe belkî naverok e belkî jî atmosfer e hîç ne girîng e, pirseke meşhûr heye;gelo ya mûhîm tu çi dinivîsî? an te çawa nivîsî ?' jixwe di dema postmodernîzmê de jî di modernîzmê de jî ev nîqaş heye û ez bixwe guh didim bersiva te çawa nivîsî girîng e.

îroj tu jî dikarî di derbarê kobanîyê de binivîsî, ez jî karim, yekî dî jî kare. gelo em dikarin hemî romanên ku behsa berxwedana kobaniyê dikin li heman bêjingê bixin? ne xêr. jixwe rengînî, berhemdêrî, estetîk û huner ew e ku ji bûyereke pirr basîd jî tu yê karibî romaneke nûwaze û tekûz biafirînî.

herçî bila naverok li ser sîyasî-polîtîk-dîrokî be, an li ser evîn û hezkirin be- an jî li ser tiştekî gelek pûç û basîd be; tiştê ku romanê bi te dide hezkirin an tiştê ku romanê muhteşem dike ji naverokê bêtir, teknîk, hunandin, vegotin, estetîk û mukemmeliyet e.

ne mimkun e ku haya nivîskêr ji merheleya romanê ya ku di vê sedsalê de êdî gêhîştiye qonaxa xwe ya dawîn, tinne be. ez bawer im di navbera helîm û jan dost de mesleyeke kevn heye û helîm jî bi rêya dîyarnameyê hesabê xwe pê re dibirîne.



31.05.2021 11:47 ~13:28 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» helîm yûsiv
» yûsiv berazî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî