Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
ben de özledim - tirşik
ben de özledim
(0) (0) (8)
di mijarê de bigere

1. navê rêzefîlmeke nû ya ekîba leyla ile mecnun e ku wê piştî bi qasê mehekê were weşandin.

fîlm navê xwe ji strana ferdi tayfur ya bi heman navî, distîne ku karakterê mecnûn fîlmê de weke heyraneke ferdi tayfur dihata nasîn û beşeke fîlmê de jî ev stran hatibû bikaranîn:



(bnr: min jî bêrî kir)



04.09.2013 09:57 | simurg56

2. projeya nû ya ekîba rêzefîlma leyla ile mecnun e ku duh bi şev bi beşa xwe ya yekemîn destpê kir.

bi beşeke gelekî xweş destpê kir. lê ya ku xweş ne senaryoya beşa yekemîn e, ya xweş ew e ku fînala leyla ile mecun tê de tê aşkerekirin ku fînaleke gelekî xweş e. mirov ji bo vê fînalê dibe heyrana afirîneriya senarîst burak aksak.

vê beşê de tiştên ku piştî sekinandina weşana leyla ile mecunê, hatine serê lîstikvanan tên nîşandan û bi aşkerekirina fînala leyla ile mecnunê jî êdî mirov fêhm dike ku vegere leyla ile mecnun tune ye. ez bawer im wê bi beşa duyemîn hêdî hêdî rengê rêzefîlma nû jî derkeve holê.

(bnr: fînala leyla ile mecnun)



26.10.2013 13:53 | simurg56

3. mixabin bi beşa duyemîn jî xuya ye ku hê nekariye destpê bike.

beşa duyemîn de jî dîsa espriyên komîk û sahneyên xweş hebûn lê hê jî senaryoyek tune.

hêvî dikim zûzûka vegerin seneryoyekê, hê krediya xwe xelas nekirîn.



02.11.2013 12:14 | simurg56

4. 3 beş derbasbûn lê hê jî rêzefîlma ku nekariya riya xwe diyar bike, ye.

hema bêje tenê sahneya ku alî, serkan û osman weke di lîstika gta'yê de tev digeriyan, xweş bû. weke din tiştekî orjînal tune bû. ku wisa biçe sempatiya ku bi 103 beşên leyla ile mecnunê berhev kiribûn, wê wenda bikin.



09.11.2013 21:16 | simurg56

5. bi beşa 4. hineke din runiştiye.

gelek sahneyan de têra xwe keniyam: sahneya dar şikandinê, dîsa li ser kaseta kamerayê qeydkirina burak aksak, nekarîna derbasbûna aliyê din yê alî ya li girtîgehê û hwd.



16.11.2013 11:56 | simurg56

6. rêzefîlmê ji beşa 4. wisa xuya dike ku wê xweş bidome.min temamê wî temaşe nekir lê pêşîya wî têra xwe komîk bu.



16.11.2013 23:25 | bayesar

7. rêzefilma ku li gor hinek gotegotan ji weşanê hatiye rakirin .



01.12.2013 01:21 | brusk56

8. a ku ji weşanê nehatiye rakirin lê roja wê guheriye û bûye çarşem.



03.12.2013 20:19 | simurg56

9. rêzefîlma ku wê piştî beşa 13. were xelaskirin. bi ya min biryarek rast e. bila herin hinekî materyal berhev bikin, bêhna xwe vekin û bi kareke baştir vegerin.



13.01.2014 22:39 | simurg56

10. rêzefÎlmek gelek xweş bû, lê mixabin zû xilas kirin. ez dibêjim sedem ev ê. leyla ile mecnun û ben de özledim zehf dane berhev, jixwe tu carî weke rêzefîlma leyla ile mecnun nikarin bikişÎnin. ser ben de ozledim re bendewarî gelek hebû. ya din jî nava fîlmê de hemayên fantastik zehf cîh girtibû. ev jî temaşavana gelek aciz kir. lê mixabin dîsa jî ez xemgîn bûm bila behna xwe vekin û karakterên nû biafirênin. burak aksak ne hindike bavo.



25.01.2014 21:16 | rêzan

11. wisa tê fêhmkirin ku ji bo kişandina fîlmekê hatiye bidawîkirin: (bnr: itirazım var)



10.02.2014 21:47 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ben 10

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî