Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
telefon - tirşik
telefon
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi eslê xwe peyveke yewnanîya kevn e
ji peyvên têlos û phone'yê hatiye dariştin( têlos-dûr, phone-deng) ango dûr-deng
yanî bi kurtasî meriv dikare bêje; ew amûr e ku dengî digihîjine dûriyê

di sala 1876an de ji hêla alexander graham bellî ve hatiye îcadkirin

(bnr: alo)
(bnr: bihîstok)
di wêneyê jêr de di sala 1890an de li stockholmê fotografa ewil a santrala telefonê hatiye girtin

Here lînkê



24.06.2017 00:56 ~00:57 | ferhenga şikestî

2. Em jê re têlefon dibêjin herwiha kurtenavê wê jî wekî têl bi kar tînin.

Mînak:

Ca têlê xe xalê xwe re bêje ewana kîngê tênê.
Ka têlê min li ser masê bû niha tune ye.
Nimreya têlê Eyşo ba te heye?



24.06.2017 01:09 ~01:11 | mîr

3. (bnr: cahil têlê xe) *



24.06.2017 14:26 | bûtîmar

4. Seba ku bilêvkirina "têlefon"ê aliyê fonetîkê ve zehmet e, Kurmanc bi piranî dibêjin têlefûn. Çawa ku navê platonî nebûye eflaton, bûye eflatûn, felatûn, falatûn; /telefon/ jî dibe têlefûn.

(bnr: têlefûn)



28.10.2023 20:22 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» telefonên gêj

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zanisti zimanpeyv zanisti zimanpeyv zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî