Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 25 peyam
24.06.2017 hetîketîya servîsa toshibayê - tirşik
24.06.2017 hetîketîya servîsa toshibayê
(1) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. yekemîn mijara hetîketîyê ya tirşikê ye. ser xêrê be.
em werin bûyerê;

18.06.2014, min komputerek toshiba w30dt-a-104 ji vatan bilgisayara dîlokê kirî. garantîya komputerê 2 sal bûn. ji min re gotin ku ger ez 100 tl zêdetir bidim, wê garantîya wê bibe 3 sal. min jî ferqa vê xizmetê da. paketek dan min, li ser dinivîsiya bikevin malpera toshibatr.com/garanti û li wir bi vê kodê, dirêjkirina garantiyê aktîve bikin. min jî wisa kir.

bi qasê 2 meh berê, komputera min xera bû. jixwe pîla wê êdî şarj nedigirt lê niha harddisk jî xera bû û komputer qet venabe. min ji malpera toshibayê kontrol kir, wexta garantîya komputera qediyabû. lê diviyabû hê 2 meh mabin. min xwest bikevin malpera li jor, lê êdî rûpelek wisa tune bû.
min telefonî servîsa toshibayê kir, gotin bi hemû belgeyan, komputera xwe bişînin stenbolê em ê hal bikin. min şand, piştî, çend rojan telefon kirin û gotin garantîya wê tune. min ji wan re dîsa qise kir, got ka em lê binêrin. lê piştî çend rojan komputer bi kargoyê li min vegeriya lê nehatibû çêkirin. min dîsa telefon kir û qise kir, gotin dîsa bişîne. min dîsa şand, vê carê telefonî min kirin û gotin garantî tune û ji bo çêkirinê divê 700 tl bidim. min ji wan re behsa meseleyê kir. gotin "ew garantî me eleqedar nake. ew garantî ji aliyê dîstrîbîtor ve hatiye dayîn. em qebûl nakin" min got heyran ma ev ne malpera we bû ku min garantiyê aktîve kir? got: "herkes dikare malperek bi vî navî veke. ne aîdê me ye. erê ew berê dîstrîbutorê me bû lê em kampanyaya wan nas nakin" min got nexwe komputerê çênekin û ji min re dîsa bişînin, ez ê dozê li we vekim.

niha komputer dîsa vegeriya. di vê navberê de 3 salên komputerê jî temam bû.
niha eletewşî ev e; min komputerê ji cihek naskirî kirî. ne cihek biçûk û nenas e. li wir bi navê toshibayê kampanyayek dihat li dar xistin û li her derîî nav û amblema toshibayê hebû. min bi fatura û belgeyan vê xizmetê kirî. li ser belegeyan jî navê toshibayê, amblema wan û navê tnb bilgisayarê dinivîse ku ev fîmar dîstrîbutorê fermî ya toshibayê ye li tirkiyê. lê toshiba dibêje em kiryarên wan nas nakin.
ya komîk ew e ku, li ser garantîya normal jî jixwe dîsa navê vê fîrmayê heye û vê qebûl dikin.

di vê navberê de hîn bûm ku jixwe toshiba ji bazara komputeran vekişîyaye û êdî ji bo bikarhênerên normal komputeran nafiroşe. loma êdî malpereke wan ya bo komputeran tune. tu malper û telefona tnb bilgisayarê jî peyda nabe. di destê min de ma vatan bilgisayar.
li gorî zagonan, marka jî, dîstrîbûtor jî firoşker jî berpirsiyar in.

niha min hemû belgeyan berhev kirin, weke gava ewil min hişyarname şand ji vatan bilgisayarê. ger di nav 20 rojan de bersivek erênî nedin, ez ê bi belgeya vê hişyarnameyê serî li lijneya hakemiya mezêxeran bidim.
ez dibêm, ez ê %99 mafdar werim dîtin. ger wisa bibe, îhtîmalek mezin wê heqê min ê satandina pereyê xwe an jî guhertina komputerê hebe. ger vebijêrkek wisa çêbe, ez ê bêguman perê xwe bistînim û êdî toshiba nekirim.



24.06.2017 12:05 ~2018.02.19 21:06 | simurg56

2. Duyemîn mijara hetîketî ya tirşikê ye
Bo yekem; (bnr: 23.07.2016 hetîketiya sêvsêvokan)

Bi rastî jî rezaletek e divê nivîskarê mexdur gaveke bi paşde neavêje.
Ger hemî belgeyên vê bobelatê hebîn dê doza xwe qezenç bike
(bnr: up)



24.06.2017 12:44 | ferhenga şikestî

3. Gelo ev mesele hanê kîngê safî be, 6 meh ser de derbaz bû, her şev beriya razanê tê aqlê min.



18.12.2017 15:37 | mîr

4. (bnr: up)



18.12.2017 16:01 | ferhenga şikestî

5. hetîketî ya ku hê di pêvajoya lêkolînê de ye.
li ser vejîna vê mijarê, min îro telefon da kaymakamlik'ê, gotin wê meseleya te di nava meha bê de were nîqaşkirin. ji ber ku vatan bilgisayar'ê hê tu parastin neşandiye, îhtîmalek mezin wê kesê zanyar(bilir kişi), komputerê bibîne û li gorî vê, wê biryar bide. ez ê encama wê binivîsim. min dev jê bernedaye. bernadim.



18.12.2017 20:34 | simurg56

6. hatiketiya ku puana min a hetîkiyê 9'e jê re.
(bnr: sana puanım 9 kanka)



19.12.2017 08:18 | brusk56

7. ber bi çareseriyê ve diçe.
berî heftiyekê, lijneya hakemiya mezêxeran biryara xwe da û ez mafdar dîtim û got divê vatan bilgisayar, pereyê min li min vegerîne. ji bo îtîrazê 15 rojê wan hene. piştî 15 rojan, êdî ev biryar dibe wek biryara mehkemeyeke normal. heta 15 roj derbas bibin, ez ê xwe ker bikim paşê ez ê pereyê xwe bixwazim, ger min mijûl bikin jî, ez ê wan bidim îcrayê.



19.02.2018 21:00 ~21:09 | simurg56

8. hetîketiya ku bi serkeftina min, êdî bi dawî bû.
piştî ku 15 rojên min derbas bûn, ez çûm vatan bilgisayara li amedê û min komputera xwe teslîmî wan kir. nimroya hesaba min standin û gotin wê di nava 15 rojan de pereyê min razinîn.
kaxizek dan min ku îmze bikim. li ser dinivîsiya min 1800 tl pereyên xwe bi temamî standiye. lê berî ku îmze bikim, li di binê vê nivîsê de notek nivîsî ku wê ev pere di nava 15 rojan de bikeve ser hesabê min.
duh çûm bankayê, û min dît ku pereyê min bêkêmasî razandine.
welhasil piştî 9-10 mehan, heqê min nema li cem wan.



04.04.2018 21:20 | simurg56

9. Mal mîratê vatan bilgisayarê, bi awayeke dî vê hetîketiyê dewam dikê. J'bo go dema simurg56 ev kombêrs kirî $1= ₺2.14 bû. 1800 TL = $840 bû
Îro $1=5₺ û 1800 TL = $360 e.

Zarara simurg56, 840-360= $480 e.

Yanî enflasyonê nîvê pereyan xwariye. Divê pere li gorî enflasyonê werê hesêb kirin.

Hetîketî didomê...



Edît: dolarek 4 TL ye. Dive ev hesab werê sererastkirin. Ez xeyre nakim sererast bikim, Lê dîse hetîketî didomê.



05.04.2018 14:42 ~14:47 | gumgumok

10. hetîketiya ez nuh pê dihesim. derbasî be. hêvî dikim tu dîsa toshiba nestîne, û casper jî.
ji bo ez nekevim van rewşan dema ez kompîterekê dikerim pêşiyê li markaya wê dinerim. acer û experê hîn min poşman nekiriye.



05.04.2018 21:47 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» 24.06.2017 hetîketîya servîsa toshibayê
» servîsa epirtûkan a bi navê merîtokrasî

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî