Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 19 peyam
germa havînê - tirşik
germa havînê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gorî min sedema wê germê ev e: hemû Xweda tev kom bûne û li ser asîmanê ji xwe re mangal çêdikin û agirê wan jî li ser me de dibare.



28.06.2017 17:09 | tizbîkêş

2. Em fetisîn êdî. Du, sê roj e, dinya dikele. Betonên bajêrê jî ev germê zêdetir dike. Nikarim cil li xwe bikim xwe tazî jî dikim ne xêr, fêyda wî tune ye. Herî xirab jî ev e, mirov nikare raze.

(bnr: germa amedê)



19.07.2021 21:32 | kajav

3. Germek dijwar ku meriv dibêje qey erd dikele. Bi taybetî ger hûn li bajarê li ber behrê bin; razanê bidin alîyekî hilma wê behrê nahêle ku hûn têra xwe oksîjenê jî bikşînin kezeba xwe. Ko hûn ji cîhê xwe neleqin dîsa ew laş ji piştê heta qûnê di nav xwêdanê de dimîne.Îca hengî germahîya laşê reben jî zêde dibe êdî dev, lêv, goştê diranê we kul dibe. Û ev kulbûn dibe bêhntengî û vedigeri we.
Nîşe:
Îca li ser ewqas tiştî ku hewcê bi hûn karê xwendinê jî bikin, wê çaxê meriv dibêje qey dojeh daketîye rûyê erdê ):



20.07.2021 00:18 | pîroz

4. li ba me germ dîsa ne tiştek e lê belê ev rutubeta nalet mala mirov xera dike û nahêle ku gezek nan bixwe mirov di cîh da nav xwêdanê de dimîne. ez qurbana zivistanê bim ku sir seqem hebe jî mirov xwe dinuximîne û hew ti pirsgirêk namîne. ma ev havîna nalet wilo ye...



20.07.2021 00:30 | hueyn

5. germa ku piştî serşuştinê mirov fêhm dike ku av jî feyde nake



20.07.2021 00:58 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» germa amedê
» havînê li ser xanî temaşekirina stêrkan

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî