Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
youtuberên kurd - tirşik
youtuberên kurd
(21) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. navê mijarê youtuberên kurd e lê mebest jê youtuberên kurdîaxiv in. nizanim çima lê zêde youtuber tune bi tenê çend youtuberên kurd min dîtine û ew jî piranî ji başûr in. li bakur em dikarin bibêjin qet youtuberên kurd tune ne û bawerim eger hebin jî vîdeoyên wan bi tirkî ne.

ji youtuberên kurdan çend mînak

(bnr: kurd bros) bi kurmancî (badînî) û li ser komedî ye.




(bnr: Êk tv) bi kurmancî (badînî) ye "sihbet"




(bnr: dr. mıhuye bırhu) bi kurmancî û tirkî, komedî




(bnr: pilopilo tv) bi kurmancî, entertainment




(bnr: reshan hemo) bi xwe bi kurmancî zane lê vîdeoyên wî bi soranî ne, entertainment




(bnr: bravefoxestv) bi kurmancî (badînî) vîdeoyên li ser her tiştî




(bnr: gilmakeupkurdi) bi kurmancî (badînî) "li ser Makeup, Fashion, Vloggs, fintess u gelek tishtên di"




(bnr: asya dawid)



16.07.2017 03:24 ~2017.12.11 18:54 | sloujouc

2. Gulsumakê - gîska gerok: Here lînkê



02.12.2018 19:06 ~19:07 | simurg56

3. mesûd alp Here lînkê

li ser arkeolojiya kurdistanê û mezopotamyayê vîdeoyên kurdî û tirkî diweşîne. dîksîyon û xitabeta wî zehf rind e.



25.01.2019 19:53 | tizbîkêş

4. lîsteyeke youtuberên kurd:

Here lînkê



27.03.2019 17:42 | gulêê

5. Ez qanala Gulê Can ronahî û Xwarina Dayîka min pirr diecibînim*)
Yê din jî başin lê ev herdu xwedîyê kedekî mezinin *)



27.03.2019 18:01 | brzn

6. (bnr: dara lalo)



27.03.2019 21:21 | simurg56

7. xweda wan bihêle, rojên min bêyî wan derbas nabe.



28.03.2019 19:38 | henûn

9. (bnr: dîmen media)

Here lînkê

ji zû de ye pêjna tirşikvanê me gernasnenas nedihat, xuya ye dest bi karên dîmenî kiriye.



10.08.2019 16:28 ~16:37 | tizbîkêş

10. j khalaf (li ser kombersgeriyê bi kurdî): Here lînkê

bejebeje.com (tomarên stranên kurdî): Here lînkê

xwarinên dayika min: Here lînkê



20.05.2020 23:24 ~23:41 | ezcan

11. (bnr: kurdolog beg)
qenala Kurdolog beg
Here lînkê



20.05.2020 23:36 ~2020.05.21 00:34 | azad517

12. ji bo danasîna peyvên kurdî
Here lînkê



20.05.2020 23:37 | azad517

13. ji bo dîroka kurdan
Here lînkê



20.05.2020 23:38 | azad517

14. dîroka kurdan
Here lînkê



20.05.2020 23:39 | azad517

15. ji bo keseyetên Kurdan û dîroka kurdan
Here lînkê



20.05.2020 23:40 | azad517

16. qenala selîm temo bi helbestên Kurdî
Here lînkê



20.05.2020 23:41 | azad517

17. ji boy gerê
Here lînkê



20.05.2020 23:41 | azad517

18. feza bî kurdî xweş e
Here lînkê



20.05.2020 23:42 | azad517

19. gelek xwînşîrîn e



29.05.2020 23:08 | ezcan

20. qenala dr eser Çetîn
Here lînkê



04.06.2020 14:27 | merwano

21. Qenala Stranbêj Rizgar akan e
di vir de dersên tembûrê û hwd. dide
Here lînkê



04.06.2020 22:17 | merwano

22. qenale ke din li ser çêkirina xwarinê û hwd.
Bi navê kürtçe yemek tarifleri
her çiqas nav tirkî bê jî, axaftin kurdî ye

Here lînkê



04.06.2020 22:26 | merwano

25. kurdên videoçêker in. Tiştekî bala min kişand ku çend kes ji van weka ku kurdî terî wan nake, diçin sernivîskên tirkî tavêjin videoyê xwe. Yanî video bi kurdî ye, videoçêker kurd e lê diçin sernivîsk û tagên bi tirkî dinivîsin. Belê ez dizanim ji bo go videoyê wan di encamên lêgerînê de derkeve wilo dikin lê belê vala ye. Berî her tiştî ji zimanê xwe ne bawerbûn e. Ev kes dibên qey kurdî têrî tiştên wilo nayen lê zahf şaş in û miirov aciz dikin.



04.12.2020 22:44 ~22:46 | hueyn

26. Gelek cari video yên kurdî dibinim. Ser nivîs kurdî ye lê dîsa jî du kurdî, tirkî jî kêm nahêlin. Raste zimanê tirkî vîrûsek ji bo kurda ye. Lê mixabin em dev ji vê vîrûsê bernadin nizanim çima. Min fêm nekir tu carî



05.12.2020 00:56 | dilreş

27. Nûçeya Rûdaw ya li ser denozer72 û jiyan kara



Here lînkê



05.12.2020 11:22 | merwano

28. her roj zêde dibin lê gelek ji wan piştî çend mehan dev jê berdidin. normal e.

li vir behsa çend youtuber û stranbêjan bikim ku zêde nayên zanîn.

- (bnr: biodronic) Here lînkê
endamek ji koma duçerxeyê ya cizîrê ye. carina vîdyoyên tûrên wan dikişîne. di vê komê de tirşikvanê me xendekî jî heye, solîstê koma teq req jî heye.

- (bnr: otomobîla min) Here lînkê
bi kurdî danasîna erebeyan dike.

- (bnr: bê henek) Here lînkê
skêcên komîk dikişandin. ev çend meh in neçalak e. ya rastî, tenê bo piştgirîyê dişopînim.

- (bnr: dara lalo) Here lînkê
xortek ji rojavayê ye. li ewropa dijî. carina tiştên eletewş carna vîdyoyên xweş jî dikişîne.

- (bnr: diana kalashová) Here lînkê
hunermendek kurd e. êzidî ye. strana wê ya hey lo xweş e. bi zimanên din jî distire.

- Erdal 2 Here lînkê
stranbêjek kurd e. min bi albûma olana bajêr ya kovara zîryabê nas kiribû.

- (bnr: hamo celikan) Here lînkê
stranbêjek kurd e. devoka wî hinekî cûda be jî stranên wî yên xweş hene. enstramanan jî lê dide.



26.12.2020 19:27 ~19:27 | simurg56

30. (bnr: kurdish space) bi giştî qala fezayê û zanistîyê dike Here lînkê

httpss://youtube.com/channel/UCPz8YvgWN0GPtpw3wv5Vi2Q

(bnr: ) îro show : nû bi dest weşanê kirine. Wekî talk showê ye.
Here lînkê https://youtube.com/channel/UCmZCb2Y5cQV-4Lu4C95JwiQ

(bnr: ) Zelala ji fînê TV: hevpeyvîne bi navdarên kurd re dike. Tenê vîdyoyên wê hinekî dirêj in :/

Here lînkê https://youtube.com/c/ZelalajiF%C3%AEn%C3%AA



27.12.2020 00:05 | demsal

31. Vîdeoyê wî gelek xweşîn. Bibin endam
brusk99
Here lînkê



27.12.2020 02:35 | dilreş

32. Bro Digere



27.12.2020 23:55 | rodem

33. iamhaks youtuberê Kurd e. Ji Başûrê welat e. Li Londonê dijî. Bavê wî ji Slêmanî ye û diya wî ji Efrînê ye



27.12.2020 23:57 | rodem

34. li gor min yê herî baş brusk99 e. videoyên wî ji aliyê editkirinê ve zahf baş e lê mixabin vîdeoyên wî 4-5 hezaran zêdetir nayên temaşekirin sedema wê jî kêmbûna bazara kurdî ye...



23.08.2021 23:52 ~23:53 | hueyn

35. ayad khalil yek ji wan youtuburên Başûrî ye. Kêfa min gelek jê re tê. Hem xortek lihevhatî ye hem jî têra xwe zîrek û henekvan e. Zêde ji zimanê wan fêhm nakim bes dema ew çavên zeytûnî dibiriqin meriv zîq li kombersê dibi, nola pisîkên gurî...

ev rûpela wî ye:
Here lînkê

Vidyoyek li ser derew a.





24.08.2021 18:20 ~18:30 | pîroz

36. Qenala Bedel boselî qurbana wî camêrî bibe. agirî soran

Here lînkê



20.10.2021 00:17 ~00:17 | ezcan

38. merôqô min ô vôn rôjôn qenôlô gewrôn gôyî yô: Here lînkê



10.01.2022 00:27 ~00:29 | ezcan

39. Di vê lîstêyê de ji 400 zêdetir kanalên Youtube ên Kurdî hene. Belê 400!
Here lînkê



16.01.2022 23:12 ~2022.01.17 01:52 | xidiran

40. Tiştê bala min kişand eve ku li başûr di warê youtube'ê "pêşketinek"e pir mezin heye. Kanalên li ser mijarên wek vîdeo lîstikan, teknolojî, skec, pêşbirk, vlog, teknolojî, perwerde, challenge, rexne, sohbet, magazîn û hwd bi sedan kanal hene. Hin kanalên gelek eletewş hene di nav wan de.

Û yê balkêştir jî eve ku hejmara aboneyên piraniya wan kanalan derdora 100-500 hezarî ne. Bi rastî ez heyirîm. Hejmara aboneyên piraniya tv, hunermend û dezgehên Kurdan ne ewqas e. Piranî bi zaravaya soranî ne. lê ji herêma duhokê jî gellek kanal hene. Eger Kurd zimanê xwe zanibin encam wisa dibe. Aqûbet li serê bakur... Li bakur tenê kanalên stranbêjan (wek Mem Ararat, Rojda, Seyda Perinçek, Rojbin Kizil, Kom Muzik û hwd) digêhên wan hejmaran. (Û yê Denoozer)

Ji vê lîsteyê (Here lînkê) kanalên ku bi hejmara aboneyên wan bala min kişand ewin:

Kurdmax 1.25 Mîlyon
Nettv 1.1 Mîlyon
Salman Vines 830 Hezar (ciwanên ji kerkûkê ne)
Kurd Gamers 586 Hezar
Victor Ashkan 561 Hezar
Kurdmax music 525 Hezar
Kurdnet 477 Hezar
TolaTheKurd 432 Hezar
Showbox 401 Hezar
Karzan Hisham 294 Hezar
Kurdish Gamer 290 Hezar
Lriz 280 Hezar
Ranjo 235 Hezar
Jano Gaming 201 Hezar
KurdishInfo 195 Hezar
KurdCast 136 Hezar
Arko 130 Hezar
Zheer (Jîr) 130 Hezar
Hama Kurdish 127 Hezar
Scrubzah Kurdish 100 Hezar
Zee Zone 100 Hezar

Ev hejmar girîngin. Li Youtube him naveroka bi Kurdî zêde dikin û him jî bi vî karî dikarin pere qezenc bikin û bi pereyê ku qezenc dikin dibe sedem ku karê wan pêşkeve û zêdetir profesyonel bin. Di medyaya Kurdî de her tim pirsgirêka sereke aborî bû. Hemû weşan girêdayî partiyan bûn. Yên serbixwe nikarîbûn debara xwe bikin. Wisa xuyaye hêdî hêdî ev rewş çareser dibe. Eger di nav Kurdan de sîstema bexş û piştgirî dayînê jî pêşkeve wê baştir be.



17.01.2022 19:57 ~22:25 | xidiran

41. caleb mclamb bi navê xwe yi kurdî herêm yan jî Sûra . Eslê xwe ne Kurd e emrîkî ye Lê li hesabê xwe kurdî, zaravayê soranî bikar tîne bo wî em dikarin bêjin youtuberek kurd . Kurdistanê wek Welatê we dihesibîne, kurikek şêrîn e gelemperî video yên wî li ser henek û komêdî ye .



ew jî serpehatiyek wî yê li welatê nîjadperestan de:




02.02.2022 22:29 ~22:32 | navîgiranmezelîwêran

42. easy kurdish



25.06.2023 03:04 ~03:05 | asîmanê sêwî

43. eylul kaya jî heye. stranên kurdî dibêje lê nikare bi kurdî biaxive. heyfa mirov bi wan kesan tê.



25.06.2023 23:30 | mirovekirind

44. qenalek li wan zêde bû.



15.10.2023 20:44 | tizbîkêş

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» youtuberên kurd
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî