1. bi qasê ku ji sernavên vebûyîn û entryên hatîn nivîsîn dixweye nivîskarê sêyem yê vê ferhenga înteraktîv e.. ya bi xêr!* |
|
03.06.2013 06:23 |
endazer
![]() |
3. xêr hatiye. |
|
03.06.2013 10:37 |
brusk56
![]() |
4. endazer pratîzekirina peyva endazyarê ye.. endazyar jî wekê ku malûmê herkesî ye kesê ku bi karê endaze an pîvanê ve mijûl e anku kesê ku dipîve an hesaban dike ye.. bi tirkî mühendis û bi îngîlîzî jî engineer e.. peyva erebî, tirkî û ya kurdî ji peyva endaze an hendeseyê hatiye darêjtin ku peyveke ji binemala zimanên îranî ye û muhtemelen hind û hindam û hingiya kurdî jî bi vê endaze û hendeseyê ve eleqedar e.. |
|
03.06.2013 15:44 |
endazer
![]() |
5. nivîskarê ku ji vir dikare were şopandin: http://pezkuviyecudi.blogspot.com/ |
|
05.06.2013 16:42 |
simurg56
![]() |
6. ferhenga gotinên pêşiyan ya bi du ling e. belkî ling jî tune be tenê ferheng be jî, min nedîtiye, nizanim. |
|
29.06.2013 23:08 |
simurg56
![]() |
7. dixwuye ku moderatorê sêyemîn e, ser xêrê be. |
|
15.07.2013 20:57 |
azadixwaz
![]() |
8. ji bo me tirşikvanan ser xêrê be. bila tîbûn û birçîbûna me şîfa xerê be. |
|
15.07.2013 21:59 |
fizikzan
![]() |
9. nivîskarê tirşikê yî wateya navê wî balkêş e û mijarek veşartî ye. em xwedîmeraq in. |
|
18.07.2013 20:20 |
berxêres
![]() |
10. nivîskarê ku dibêje xwîna min ji karayılan ditevize. nizanim vêce karayılan çi kiriyê de? |
|
09.08.2013 15:19 |
reşkêşevê
![]() |
11. nivîskarê ku hemberî wî berxwedanek aj daye: |
|
12.08.2013 21:47 |
simurg56
![]() |
12. Bi hezaran entrî nivîsandine di ferhengê de. gelek nivîsên wî min qopî kirine, li cem xwe tomar kirine. ger di dilê meriv de hezkirina kurd û kurdistanê tune be ez bawerim meriv nikare hewqas çalak û jîr be. di gelek nivîsên wî de xîretkêşiyeke zelal dixweye. mala te ava camêro. |
|
17.08.2013 13:00 |
tivirloismail
![]() |
13. ew kesê ko her tim di civata kurdan de xwediyê rêzê ye. |
|
17.08.2013 19:46 |
birahîmê mîrekî
![]() |
14. (bnr: xwe bi xwe gû kirin) |
|
18.08.2013 23:20 |
brusk56
![]() |
15. li cem wan li cizîrê dema yek dibêje xwîna min li filankesî ditevize tê wê wateyê ku xwîna min li wî kesî dikele an ez hej wî kesî dikim an kêfa min ji wî kesî re tê an ez di dilê xwe de ji bo wî kesî sempatiyekî xweyî dikim.. karayilan çi ji kê derxistibe ew xistiye di wî de jî.. |
|
20.08.2013 21:49 |
endazer
![]() |
16. ibrahim güçlü 70 salî ye, ev 25 salî. ez fêm nakim, me ev herduyan li ba hev girê nedane lê ev çawa ji hev hînî tir û fisan bûn, hê jî min fêm nekiriye, qet nebe çend qurişan bila bidinê feqîro an jî çi dizanim bila wî jî wekî "kürt aydını" di televîzyonên qehpedê de bigerînin, bila ew jî cihê tira xwe xweş bike, feqîro derbarê reşkirina nirxên kurdan de zotika xwe çirand kes jê re nabêje eferîm. lê xeta xwar ji gayê pîr e, ez ji vir gazî ibrahim güçlü dikim, xwedî li çêlika xwe derkeve |
|
21.08.2013 22:14 |
quto
![]() |
17. Ez zûbizû nebêjim ba$ an jî neba$ e. Mirovekî/e jîr xuya ye. Hema çi gava ez ketime ferhengê ev nav bala min kishandiye ku hema ez li navê li bin nivîsê nenerim jî ez texmîn dikim a vî navî ye û rast jî têderdixim. efferim jêre jêhatiye. |
|
11.09.2013 01:57 |
hemdilaarda
![]() |
18. merdimêko makûl o. sey nameyê xo qiseyanê xo senceno, fesilneno û dima nuseno. |
|
12.09.2013 20:08 |
kurdane
![]() |
19. nivîskarê ku li meriv mereqeke bêpayan hasil dike ku bê ka ev qas nivîsa çawa dinivîse. kesekî jîr û jêhatî ye. destxweş be. |
|
25.09.2013 00:59 |
serhednişîn
![]() |
20. bi kurt û kurmancîyeke rast û dirûst û fesîh dinivîse. Mirhov dibê qey, ji endazyarîyê bêhtir mamosteye kurmancî ye. gelek caran ez weke wî nafikirim lê, zehf dinivîse, xweş dinivîse camêr. bi ya min, Orîjînaltirîn nivîskarê ferhengê ye. Bi kêfxweşî wî dixwînim. |
|
04.10.2013 14:57 |
seydayê_peyvan
![]() |
21. nivîskarê ku puana wî ya karmayê, ji hejmara peyamên gelek nivîskaran zêdetir e * |
|
24.10.2013 23:40 |
simurg56
![]() |
22. nivîskarÊ tirşikÊ ye ko hebÛyuna wî min omîddar dike. tirşik bi nivîskarÊn mîna wî yÊ bibe temendirêj. |
|
25.10.2013 14:40 |
cinorek
![]() |
23. ji serî heta binî, an jî "bi serî û pepikan ve" nivîsxkar û nivîswarek "nalebar" e! nalebarî, bi ya min, kontrasteke hebûnê ye, ango dema em hemû wek hev bin wê gavê me'neya hebûna me nake pênc qûrîş pere. lê ev "xurtê hêjo" yek ji wan rengan e ku me ji hiş û giyan û bedena "kurdekemalîzm"ê safî dike, hebûna me ne bi mexdûriyê lê bi dewlemendiyê dide der, ji vir heta pişta mala xudê mala wî ava, kurê wî zava be.. îmana wî ji klîşeyan diçe, îmana wî ji sloganperestîyê diçe, îmana wî heye tune ew jî ne diyar e, li gel netewperwerîyê doza huner û zanîna gerdûnê jî dike, riya wî vekirî be, de here cayê! * |
|
27.10.2013 23:20 |
zero
![]() |
24. çi karî dike bi rastî meraq dikim û pê re şaş dimînim çawa ev qas dinivisîne.serkeftin û bi hêviya domandinê.. |
|
27.10.2013 23:54 |
rexnegirêtagirtî
![]() |
25. Nivîskarê ku niha deng jê dernayê, xuyayê ku dîsa dest û pêçiyên xwe li nivîseke dirêj lefandiye û dinivîse* |
|
29.10.2013 00:56 |
ceso
![]() |
27. nivîskarê ku dikan girtiye û çûye . |
|
30.10.2013 01:15 |
brusk56
![]() |
28. lokomotîfa tirşikê ye. |
|
30.10.2013 22:34 |
simurg56
![]() |
29. nivîskarê ku çû çû nema tê * |
|
11.11.2013 00:03 |
brusk56
![]() |
30. Nivîskarê ku bi çûyîna xwe re bereketa tişikê jî bir. |
|
11.11.2013 00:44 |
ceso
![]() |
31. niviskarÊ tirşikÊ yÊ ku hemÛ niviskarÊn tirşikÊ derbarÊ wî wek hev difikirin. |
|
11.11.2013 10:36 ~2017.12.19 14:21 |
cinorek
![]() |
32. Gelo hevalan meraq nekin min wî doh li ber minara çar nig dît,wekî evdalan digerîyan min go lo lo lawîko, kuro kurmîko, xêr ji xwe nedîyo, ew çi hâle pepûko! ew çi kulê ketîye dilo, derdê te çîye stuxwaro? Xwendevanên hêja bêhenek yeko yeko eynî wisa got: dev ji min berdin dixwazim biçim.. Û got min sond xwarîye bi sonda qesemê bi jin berdanê, bi çuçikê qubikê heta li mala dengbêjan bi taybetî seyidxanê boyaxcî li dêlva çavên keçikên ciwan li çavên min nenirê û bi dengekî dilzîz WERE OMER WERE nexwînê wellehî billehî tillehî venagerim.. |
|
11.11.2013 18:03 |
nunê
![]() |
33. kedkarê tirşikê ye. kevçiya tevdana wê ye. |
|
11.11.2013 19:29 |
simurg56
![]() |
34. ku endezar neyê ez ê tirşikê moltoflamîşkim o qeddar. |
|
11.11.2013 20:43 |
tivirloismail
![]() |
35. tu jÎ bi xÊR hatÎ nav tirşika nexweşa |
|
18.11.2013 03:39 |
nanxwarê cilqetên
![]() |
36. dest bi endazertiyê kiriye. |
|
18.11.2013 09:59 |
ceso
![]() |
37. Nivîskarê ku berî du hefteyan ji raya giştî re di profîla xwe de vê peyamê weşandiye. |
|
19.11.2013 00:30 |
ceso
![]() |
38. ew kesê ku min bi xêra wî ji tirşikê hez kir û yek jî simurg heye |
|
30.11.2013 13:31 |
ferhenga şikestî
![]() |
39. nivîsvanê ku playlîsta wî gelekî meraq dikim. |
|
05.12.2013 20:22 |
simurg56
![]() |
40. nivîsvanê ku dîsa kepengên xwe bi peyama "cardin bi xatirê te tirşik.. di berbanga roja pêncê de li hêviya min bimîne.. dema tîrêjên tavê tarî û zilûmata şevê zeft kir û vegirt çavên xwe li rojhilatê biçikîne." girtiye. |
|
12.12.2013 23:10 |
simurg56
![]() |
41. bila ev hevala baldar be çimkî van rojan qaşo lîsteyên pkkê yên reş aşkere dibin herçiqasî navê vî mirovî di lîsteyê de tûnebe jî metirsî û talûkeya tevlêkirina navê wî ya lîsteyê jî di nav gûmanan de ye*ev yek bêmafî ye çimkî ev mirova jî peywira xwe li hemberî pkkê tîne cih weke fisgenîyên din lêbelê kes wî tiştekî nahesibîne û ji nedîtî ve tê.bi kerema xwe ve bila navê wî jî tevli xwedêgiravê lîsteya reş bikin da ku dilê wî jî xweş be û xwebawerîya wî zêde be.. |
|
14.12.2013 22:24 |
azad zagros
![]() |
42. keyfa min gelekî bi nivîsandina wî ya kurdî tê: wekî helbesta dinîvîse heyran! (vbnr:https://www.tirsik.net/e/19983 ) |
|
16.12.2013 22:35 |
ervah.azad
![]() |
44. nivÎskarÊ ku berÊ moderatorÎya xwe dihat rexne kirin e. lÊ belÊ nuha evÎna hemÛ leydÎ Û centÎlmanÊn tirşikÊ ye. |
|
20.12.2013 10:57 |
cinorek
![]() |
45. meriv ji xwendina nivîsên wî kêf digre, pirr bi meraqim çawa wiha xwe pêşva xistîye? |
|
21.12.2013 12:42 |
xurufi
![]() |
46. mijara herî popûlere di rojeva tirşikê de.heya naha ya min ji têde 46 peyam di bin vê mijarê de hatîye nivîsandin. |
|
22.12.2013 11:53 |
karmatî
![]() |
47. Nivîskarê ku hejmara peyamên wî bi gihîştina îro ji 3000 ( bi nivîsê: sê hezar ) peyamî derbas bûye. |
|
27.12.2013 01:22 |
ceso
![]() |
48. nivîskarê ku min vê êvarê di rê de wî dît min silav da lê nebihîst û nedît |
|
31.01.2014 01:17 |
ferhenga şikestî
![]() |
49. nivîskarê ku li her derê sempatîzan nebûna xwe a pkk'ê eşkere dike ye. |
|
31.01.2014 05:04 |
nazim tolhildan
![]() |
50. Zeke ez vînena nuskarê ku lokomotîfanê tirşikî ra yew o.. |
|
31.01.2014 05:43 |
prode_pasha_chinyo!
![]() |
51. dizekek e, tiştên ku min li rûpela xwe ya facebookê argo û çêrên kurmancî nivîsîne gişan kopî dike û bêyî ku çavkaniyê nîşan bide li vir dinivîse. ez wî şermezar dikim. |
|
09.02.2014 02:25 |
qomançêro
![]() |
52. rast e, ji kom û komîte û komeleyên li ser netê bi ser navê kurdî, ku eger hêjayî qeydkirin û arşÎvkirinê biibÎne, çi li ber desta bikeve, tîne û di tirşikê de qeyd dike, eger ew tişta ku ji derinan werdigire û di tirşikê de qeyd dike, xwediyê wê diyar be, ji xwe destnîşan dike, wek nimûne; tengezarê marînî carinan di rûpela xwe ya li ser facebookê de helbestinên bijarte yên şairên alman yên ku bi xwe werdigerîne kurmancî, belav dike, min çend carî wergera wan helbestan ligel navê wergêrê helbestan di tirşikê de qeyd kiriye.. heçiyê dixwaze dikare kontrol bike, dîsa wek nimûne; abdulkadir bingöl li ser hesabê xwe yê facebookê carinan peyv û bêje û gotinên pêşiyan yên xweserî devera botan belav dike, ez jî wan yeko yeko wek mijdar di tirşikê de qeyd dikim, lê ji bo her mijarekî nîşandana çavkaniyan sergêjiyê bi xwe re tîne, dîsa di koma zimanê kurdî ya li ser facebookê de, berê hefteyê carekî min hemû parvekên di komê de analîz dikirin, ji parvekan biwêj û gotin û bêje û qalibên ku di ferhengan de peyda nabin, min dianî û di tirşikê de qeyd dikir, lê di bin her mijarekî de nîşandana çavkaniyan ne mimkun e.. ji dêla wê, min di mijara koma zimanê kurdî de, behsa feyde û meziyetên vê komê kiriye.. |
|
09.02.2014 02:46 |
endazer
![]() |
53. nivîskareke dizek e ku roja înê şekala min ji ber deriyê mizgeftê diziye. dizekê heram * |
|
09.02.2014 09:50 |
oxir
![]() |
54. berhevkarê peyv, bêje û gotinên pêşiyên kurdan e. ji gelek malper û rûpelên kurdî tiştinan berhev dike û tîne li arşîva tirşikê zêde dike. vê yekê ewqas lezgîn dike ku nekarîna nîşandana çavkaniya xwe, normal e. qomançêro gotinên xwe de rast e lê gotina diz jî beredayî ye. |
|
09.02.2014 11:02 |
simurg56
![]() |
55. (bnr: erÊ ew dizek e, ji ber ku dilÊ me diziye) |
|
09.02.2014 11:03 |
cinorek
![]() |
56. tirşikxwarê ji robin williams hez nake. nizanim Gelo wî patch adams temaşe kiriye? |
|
13.02.2014 01:30 |
berxweda
![]() |
57. nivîskarê di dinyayeke din de dibe ku em bibûna birayên hev, lê ne di vê dinyê de |
|
13.02.2014 11:12 |
nazim tolhildan
![]() |
59. nivîskarê ku ez dixwazim çend heb pirsan lê bipirsim û hin şîroveyan bikim e. ger bersiva min bide, li ser navê dinyayê û mirovahîyê ezê bextîyar bim: |
|
15.02.2014 18:06 |
nazim tolhildan
![]() |
60. nivîskarê ku ez bawer im niha bersivek 100-150 rûpel dinivîse. |
|
15.02.2014 20:12 |
simurg56
![]() |
61. nivîskarê ku ji sedî sed jê hêvîdar im ku niha bersivek qerresa û têr û tijî amede dike:-) |
|
15.02.2014 21:34 |
ferhenga şikestî
![]() |
63. hin tişt hene fitrÎ û tabiî ne, yanî ne li ser îrade û îctîhada me mirovan e, û hi tişt jî hene opsiyonel in, di dawiya lêpirsÎn û lêgerîn û lêkolînê de mirov bi ser ve dibe, |
|
16.02.2014 02:15 |
endazer
![]() |
65. ger ew pezkuviyê cûdî yê ku ez nas dikim be |
|
21.02.2014 01:07 |
berxweda
![]() |
66. nivîskarê ku dibêje "tirşik cîhê siyasetê ye" û bi vê gotina xwe ve kenê mirîyên goristanê tîne* |
|
23.02.2014 14:56 |
nazim tolhildan
![]() |
69. tirşikcanê ku li herkesî, bi çavê tirşikvanê potansiyel, dinêre. |
|
02.03.2014 22:54 |
simurg56
![]() |
70. nivîskarê ku min di kovara wêje û rexne de wergera wî xwend lê min çend car ji serî heya dawiyê rûpelekê çar car xwend min dîsa jî fêm nekir:-) min di hundirê xwe de got bi xwedê helal be jê re ez hê nikarim bixwînim lê ew ji îngîlîzî wergerandiye.. bi rastî jî meraq dikim kêngî û çawa hînî îngîlîzî bûye? |
|
06.03.2014 01:36 |
ferhenga şikestî
![]() |
71. nivîskarê ku di hilbijartina herêmî de dengê xwe daye bdpê ye. peyama xwe de diyar kirîye ku, di şertê îroyîn de, careke din dengê xwe nade bdpê. bi qewlê simurg56 ve: |
|
01.04.2014 00:02 |
nazim tolhildan
![]() |
72. ew jî yek ji nivîskarên ku şêwaza wan ne baş e. |
|
05.04.2014 17:06 |
mergehez
![]() |
73. min aniha tapeya ocalan dît. uzra xwe dixwazim, endazer tu mafdar Î. erÊ ez jÎ muxalÎfÊ ocalan bûm te ne ji ocalan ra lê ji kurdÊ ku diçe amarayê re gotibû ehmeq. ji bo wê hinekÎ hêrs bibûm lÊ anhaka poşman im tu mafdar Î ji vÊ saetÊ şûn de kurdÊn ku diçin gundê amarayê li gor min jÎ ehmeq in. |
|
06.04.2014 14:02 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
74. homofobîk e. ser de bela xwe ji kevçî venake. |
|
14.04.2014 01:36 |
kevçiyê dil
![]() |
75. Weke camêrekî pir otonom ango xweser dixuyê.. |
|
14.04.2014 01:54 |
birho_fîlo
![]() |
76. nivîskar û moderatorê tirşikê ye. geh hevraz diçe, geh berjêr diçe û hema ji min re alerjî dibe. di dawîyê de, di mijara peşmerge neynika barzanî ye gerîla neynika Öcalan e ya min vekir de hê payama min fêhmnekirî ji bo min tiştana nivîsî. kuro ca dîsa bixwîne û binêre ka min çi got. min tu heqeretî an jî rexne ti kesî, ne Öcalan ne jî barzanî nekir. min bi qewlê tirkan ve "önerme" kir. eger fikra min meraq dikî, bêjim: gerîla jî pêşmerge jî li ser serê min e. û dîsa bêjim: weke te jî got, ez çawa neynika bavê xwe me, ewna jî neynikê serokê xwe ne. û dîsa dubare bikim, ev yeka "önerme"yeke bi gelemperî ye. yanî bêgûman di nav de mînakên nebaş jî weke jîtem an jî pêşmergeyê bênamûs yê li ser xendeq sîlle avête mêrik jî hene. |
|
16.04.2014 09:01 |
nazim tolhildan
![]() |
77. hemu peyamÊ wÎ bi di noxtik dawÎ dibe ji bo wÎ jÎ min hÊrs dike. law ji xeynÎ du noxtik tu tişkÎ nizanÎ? bila yek peyamÊ te bi fer noxtik biqede yan jÎ sÊ noxtik. pirsgreka te çÎye endazer? çima xişk pişta di noxtawe zeliqiyÎ? |
|
19.04.2014 03:40 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
78. nivîskarê ku henek û tinaza xwe bi megapîksela telefona min kiriye.. gotiye megapîkselok! Efendî Efendî telefona min 13 mp e û full hd vîdeyo dikşîne haya te jê heye?:-) temam qebul dikim profesyonel falan nîn e lê belê di rojên xirab de digihîje hawara min û tiştekî din jî heye ku pirsgirêk ne di telefona min de bû, ew kesê ku wêneyên me girt, nizanîbû bigire lewma yanî:-) |
|
22.04.2014 14:00 |
ferhenga şikestî
![]() |
79. camêrê/a her gav peyama dişeynî. |
|
22.04.2014 23:45 |
hemokrates
![]() |
80. nivîskarê ku eger ji min re li ber maseya raqîyê hevaltîyê bike û du qedeh vexwe, ezê jî ji wî re biçim nimêja înîyê* |
|
24.04.2014 03:50 |
nazim tolhildan
![]() |
81. dibêjin ser xatirê naziman, mirov diçe ser dînê kafiran, lê vexwarina ereq an tişteke dî ya bialkol ji bo min hema bêje ne mimkun e, tenê ne ji ber hesasiyetên dînî û îtîqadî, ji biçûkatiyê ve di dilê min de li hemberî alkolê tirs û antîpatiyek heye.. di lÎseyê de wextekî li otêlekî kokteyla lîseyê hebû, normalde alkol qedexe bû, lê hevalan bi xwe re anîbû, yê dixwest vedixwar, axirê min jî wekê sêwiyekî xwe dabû quncikekî, hevalek hat di desta de sêniyek û di sêniyê de jÎ çend qedehên tijî kola hebûn, go endazer, tu venaxwî? min go ka bîne, ez devê xwe şil bikim, axirê çawa min qurtek jê vexwar, tamek tirş li devê min geriya.. min go we çi kiriye di nav vê de, biçekî soromoro bî, li ber xwe ket, go wileh min nedizanî, qey hevalan votka xistiye tê de.. tabî çawa min navê votkayê bihîst dilê min hat ber devê min, îsk û qulpikên vereşanê hatin min, ez çûm destşokê wê şevê min çi xwaribe min hemû vereşand, tayekî ez girtim, kotek û sed bela pê teqsiyekî min xwe gihand wargehê.. û du rojan di nav nivînan de mam, piştî wê rojê li cihê ku ez çav bi alkolê dikevim, ez jê direvim.. |
|
24.04.2014 04:17 |
endazer
![]() |
82. nivîskarê ku va heftiyeke pêjn jê nayê. ditirsim ku jîtem ew revandibe. de were lo me bêriya te kir |
|
04.05.2014 20:57 |
oxir
![]() |
83. îstîxbarata tirşikê cihê wî elimiye lê hê keys nedîtiye ku wî ji wir birevîne.. lê ez vê bêjim cihê wî yê aniha qet nexweş e!! |
|
04.05.2014 21:16 |
mergehez
![]() |
84. (bnr: xeydokên tirşikê) |
|
04.05.2014 21:21 |
azadixwaz
![]() |
85. ê ku li ser twitterê aktîf e. him jî îro û duh jî... |
|
04.05.2014 21:32 |
simurg56
![]() |
86. Nivîskarê ku niha li ser tiwîtirê, twît twîta wî ye. |
|
04.05.2014 23:46 |
ceso
![]() |
87. hem ji ber îş û emelê dinyayê û hem jî we ya rast bivê dilê min biçekÎ ji tirşikê û her tişta derheqê kurdî û kurdîtiyê de sar bûye, êdî carinan bi xwe re nabînim bi kurdî jî biştexilim.. |
|
05.05.2014 02:21 |
endazer
![]() |
88. nivîskarê ku xwedê bêje erê û vegere bila soz û bext be jê re ku ez ê tevlî mijarên politîk û molîtîk -de êdî çi be- bibim. |
|
10.05.2014 14:57 |
ceso
![]() |
89. nivîskarê ku piştî navbereke dirêj dest bi nivîsandinê kiriye. ji nû ve bi xêr hatiye.. |
|
21.05.2014 00:37 |
oxir
![]() |
90. mirovê ku, ji bo pkkê reş bike bi mûkêşê ve bûyerên kevn û rastîtîya wan meçhûl tîne rojevê ye. (bnr:/40053). tu çi bikî bike, bi mîza te û yên weke te û mehmet metiner va behr naherime. li ser de mûkêş ne ji bo siyasetê ye, mûkeş tişta ku jin bi pê ve mû yên xwe kaş bikin e. |
|
23.05.2014 10:01 |
nazim tolhildan
![]() |
91. nivîskarê ku min di serî de ji bo hişmendî û xebatên wî yên derbarê kurdî de, rûmeteka mezin dida wî. lê mixabin roj bi roj xwe diherimîne û bi gotinên pûç û vala ji hemû nirxên gelê kurd re bêrûmetiyê dike. dema vê dike jî tu pîvan û esasan danayne ber çavan. ango wekî hişê xwe wendakirî tevdigere. |
|
23.05.2014 14:27 |
renas
![]() |
93. nivîskarê ew qasa ku ji pkkê re wêrek e min ne bawer e miqabilî faşistekî tirk ew qas zarav Û mêr bibe |
|
23.05.2014 20:35 |
cekdar
![]() |
94. tirşikvanê di fikrên xwe de bêveger e, lê kes nikare wî ji bo vê yekê sucdar bihesibîne, hewl bidin ku wî jî qane bikî derbarê fikrên xwe de, ne ku bi dijunan, ne bi zorê. weke din jî li vir domdarbuna wî nîşan dide ku derdê wî ne tiştekê bi vî awayî qezençkirin e jî, ji ber ku li vir tekane tişta qezençkirî antîpatiya hinek tirşikvanan e, ji ber wê jî bila mehmet metiner gûyê wî bixwe. |
|
23.05.2014 20:43 |
azadixwaz
![]() |
95. nivîskarê ku ji dijminatiya pkkê nizane çi bike. dibe kurdistanî, dibe aligirê barzanî vê carê jî bûye aligirê hizabûllahê ; /40039 . |
|
24.05.2014 00:33 |
brusk56
![]() |
96. nivîskarê ku peyama xwe ya di derbarê baki gul de nabîne ; baki gül/39709 |
|
24.05.2014 00:47 |
brusk56
![]() |
97. bi ya min li şûna ku xwe ewqas bi siyasetê re gêj bike, bi karên xwe yên bêhempa yên di derbara kurdî de yên ku em lê tehmijandine bike hîn çêtir e. duh zehmet kir hat û me li 5.fûara pirtûkan ya amedê hev nas kir. |
|
24.05.2014 17:41 |
fethî ronî
![]() |
98. nivîskarê tirşikê ku di dilê korfêm û nezanan de bûye kul û derd, her wextê ku dikevim tirşikê teqez li ser navê wî rastê mijarekê têm. yanî jixwe kêm zêde mariv tehmîn dike bê ka dîsa kê çi gotiye û dîsa kê ji ber çi peyvên xwe yên kirêt û genî bi awayekî neyartî û bêbextî li wî vereşandiye.. ya rast her çendîn peyamên ne baş binivîsim jî bêhemdî û pirrî caran jî bi hemdê xwe dikenim ji ber ku peyamên nêyînî yên hêşxwaran kêm zêde dişibin hevudu, hem ji aliyê naverokê ve -a rastî bênaverokî- hem jî ji aliyê şêwazê ve.. çi qas ji min tê ez dixwazim objektîv bibim yanî ne ji ber xweşkirina bazarê xwe lê bes ez we bixapînim jî nikarim xwe bixapînim, xwe bixapînim jî bê şik û guman xwedê heye ku nayê xapandinê li ser vê yekê dikarim sond bixwim ku peyamên hêşgirtî û hêşxwaran bi qasî serê pîvazekê jî hêja nîn in (li xwe mikur bêm ku dema dixwînim jî ji bela qedr û qîmeta kurmanciyê ye) lê bi çavekî objektîv û wijdanî lê binêrim û bi pîvanên navnetewî û mîkronetewî bipîvim peyamên ku ev camêr dinivîse û zimanê ku ev camêr bi kar tîne û hevokên ku ev camêr saz dike û diyariya me û hemû kurdan dike, eger mariv bi dilekî paqij û saf û pak bixwîne jixwe pirr baş têdigije ku derd û kul û mebesta wî û azara peyvên wî giş ji bo berfirehkirina asoyan û paqij û diristkirina kurmanciyê ye hemû peyamên wî li aliyekî, yên din ên hêşxwar û mejîzingargirtî li aliyekî.. de vêca jê re pêşniyaziyeke min heye bila xwe pirr neqehirîne lê em çi bikin qedera me her û her ev e weka ku dost çiyayî gotiye; |
|
09.06.2014 22:40 |
ferhenga şikestî
![]() |
99. mirovê ku bila bizanibe ku bi çar destan ve qûna însaniyetîyê girtin, di pratîkê de aliyê zilmkaran girtin e. |
|
10.06.2014 13:20 |
nazim tolhildan
![]() |
100. nivîskarê ku meraq dikim kîja pirtûkê ji tirşikê xwestiye gelo? |
|
14.06.2014 22:20 |
ferhenga şikestî
![]() |
101. xelata xwe ji bo nivîskarê 21. hêlaye, lê nizanim nivîskarê 21. stand an na, eger erê kîjan pirtûk stand? |
|
14.06.2014 22:38 |
endazer
![]() |
102. tirşikvanê ku heqê xwe yê pirtûkstandinê da camêrek ku pirtûka "bîra qederê" xwest û stand. |
|
15.06.2014 08:38 |
simurg56
![]() |
103. ez qet neçûme cizîrê lê bi saya wî, ez ciziriyê ji amedê baştir dizanim* |
|
03.07.2014 11:21 |
ferhenga şikestî
![]() |
104. li gor îdîayên xwe yên di vir de mobîl versiyona tirşikê/44010 sondxwariyê nenivisandinê ye. yanî heya şertê wî neyin cih nanivîse. nivîskarê ku dixwazim jê re bibêjim li vir kêmasiyên tirşikê/44120 ji bo şertên ku gotiye sedemên saxlem hatine rapêşkirin. |
|
07.07.2014 21:56 |
ceso
![]() |
105. bêguman "tirşikvanê ku ew me ji cihê ku em wî nabînin, dibîne" ye |
|
16.07.2014 20:47 |
simurg56
![]() |
106. ê ku nizanim hê jî tirşikvane yan na... |
|
16.07.2014 21:14 |
azadixwaz
![]() |
108. Mirovê ku dema min wêneya avatara wi dît, min got qey popstar e* |
|
03.09.2014 00:27 |
nazim tolhildan
![]() |
109. oooo! em li ber navê te çû ha! çi gava ku binerim li navê te rast têm ha. dihesidim ha, hinekî qala min jî bikin yaho! *)) |
|
04.09.2014 14:10 |
hemdilaarda
![]() |
110. dev ji her tiştî berdaye. facebook twitter tirşik û hwd. çima biryarek wisa stand nizanim. xwedê xêr bike .. |
|
16.10.2014 10:11 |
brusk56
![]() |
111. nizanim çima lê ji min re go ku dev ji hemû malperên sosyal meydayê berdaye û ji bilî tirşikê li hemû malperan peyamên xwe jê biriye. |
|
16.10.2014 23:02 |
simurg56
![]() |
112. (bnr: zilamê dev ji ferrariya xwe berdayî) |
|
16.10.2014 23:05 |
azadixwaz
![]() |
115. (bnr: çu û çu nema tê) |
|
29.10.2014 22:27 |
azadixwaz
![]() |
116. (bnr: çû çû nema tê) |
|
02.11.2014 21:34 |
ferhenga şikestî
![]() |
117. (bnr: sen olmasan da, olur. ama, olmanı istiyorum gulasor) |
|
02.11.2014 21:55 |
azadixwaz
![]() |
118. (bnr: tülay tu bi xwedê kî vegerî tülay) tülay ne olur geri dön tülay |
|
02.11.2014 22:26 |
fethî ronî
![]() |
120. Hevalê ku teqrîben du ev mehan nanivîse. Pêjn û bala wî naye. ya gelek karî wî heye, dinivîse û wergeran dike û ya jî bi navek navek-du navên din dinivîsê. Beraqe serxwere neçê, lê bêyî wî ez neşêm têkevim tirşikê û binivîsim. Endazer heyran vegere lo! |
|
17.12.2014 22:25 |
seydayê_peyvan
![]() |
121. nivîskarê qedîm ê tirşikê ye ku niha bi navekî din dinivîse, lê bes mixabin ji bo navê wî yê nû dilê min germ nebû yanê ez dixwazin endazerê berê were û valahiya xwe dagire |
|
20.12.2014 16:05 |
ferhenga şikestî
![]() |
122. fikrên wî ku derheqê Îslamê da pir bala min kêşand û mın gelek keyfxweş kir . xweş jî dinivîse rêveberîya "tirşîkê" jî kêr te têt bi gotina Colemêrgîya "çavê te bixem" birayê delal... |
|
21.12.2014 14:22 |
azad30
![]() |
124. (bnr: efsane zivirî ve) |
|
26.12.2014 03:05 |
vêca çiyeeee
![]() |
126. bi xêr vegeriyaye, min hêvî heye ku cardî li van deran neterikîne û neçe |
|
27.12.2014 00:20 |
ferhenga şikestî
![]() |
127. nivîskarê dîsa tirşikê terikandiye. |
|
02.01.2015 22:42 |
berxweda
![]() |
129. mala wî ava, bi kar anîna zimanê kurdî de gelek serkeftî ye..dema nivîsên wî dixwînim xwe wekî di asta elementary'ê, destpêk, de radibihîsînim... |
|
11.01.2015 18:22 |
havka
![]() |
130. Camêrê ku vê carê jidil xatir xwestiye. Hesabê xwe yê nû jî gihandiye peyama 250yan û dibêje êdî bes e, ew hêviya min ji tirşikê dikir ne ev e, belkî rojkî ez yekê çêkim. Û dibêje ez êdî carek din nanivîsim. |
|
17.01.2015 11:16 |
xendekî
![]() |
131. dîsa dev ji tirşikê berdaye. û hinek gotinên ku min fêhm nekirin jî gotiye: bnr: onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip/56877 |
|
17.01.2015 18:12 |
simurg56
![]() |
132. nivîskarê ku geh tirşikê diterikînê û diçe, geh ya xwe dixwe û dîsa tê ye. êdî em bi navên cûda ve nivîsandina wî jî, cûyîna wî jî, hatina wî jî aciz bûn, xêncî wê serê me jî gêj bû. kul û derdê wî çî ye, çi dixwaze, çima qûna wî radibe qet fêhm nakim. ji ber ku di tirşikê de nivîskarê herî zêde tê hez kirin û qedrê wî tê girtin ew xwe ye. ger piçek xîreta wî hebe, ji kerema xwe re êdî bila neyê. |
|
17.01.2015 19:23 |
nazim tolhildan
![]() |
133. bi peyama xwe ya dawîn êşekî xiste li nav dilê min, jixwe van rojan gelek hestdar bûme ji bayê hêrs dibim li ber xwe dikevim, ji welêt dûr im di nava tirkan de gêj bûme dikim ku hêş bixwim, bêriya amedê dikim, hevalên min mîna zarokan trîban diavêjin û hemû ne bes, ev kafir jî lêxist û çû hey çû... |
|
17.01.2015 20:22 |
ferhenga şikestî
![]() |
134. nivîskarê bi peyamên xwe nêviyê tirşikê nivîsiye * |
|
17.01.2015 20:35 |
berxweda
![]() |
135. mirovek xweşsohbet e. |
|
19.01.2015 01:14 |
brusk56
![]() |
136. (bnr: de na loo?) * |
|
19.01.2015 01:27 |
ferhenga şikestî
![]() |
137. îro ji nişka ve hatiye û hemû agahiyên li profîla xwe, jê biriye: |
|
15.02.2015 19:14 |
simurg56
![]() |
139. silavên germ ji bo xendeka rengîn * |
|
20.02.2015 06:16 |
endazer
![]() |
141. Nivîskarê ki gelo wê beşdarî civîna duyem a li amedê bibe yan na ? |
|
16.03.2015 21:08 |
brusk56
![]() |
142. nivîskarê ku kûvî bûye û bi çolan ketiye. niha weke pezkûviyekî bi çiyayên cudî ketiye. mirovek bi du sedeman terka dinyayê dike an ji her tişt dibehece û dixeyide û hêviya xwe jî ji her tiştî dibire diçe an jî dest digihijîne zanîna rastîn û dibe dewrêşek û pişta xwe dide felekê berê xwe dide oxirê û ji her tiştî dûr dikeve, ku sedemê kovîbûna wî sedema yekê be riya wî riya xelet e, ku ya duduyan be bêjinê bila bê zanîna rastîn ji me re jî parve bike em jî bidin pey bikevin şopa wî lê na eger sedemê kovîbûna wî herdû sedem bi hev re bin hingê bila binivîse lew tu tovê ku ji te we ye tovê rastiyê ye bireşîne ku kulîlk venebin bihêle bila ax fedî bike, ne tu. |
|
17.03.2015 10:20 ~2015.03.18 17:30 |
ceso
![]() |
143. li zarokê xwe vegeriyaye, bi xêr hatiye* |
|
04.04.2015 11:01 |
ferhenga şikestî
![]() |
144. nivîskarê ku deh rojan carek têt û hindek gotina bo sempatîzanên pkk ê dibêjît û direvît * |
|
05.04.2015 14:51 |
vêca çiyeeee
![]() |
145. nivîskarê min hêvî dikir ku li hember heqeretan piştgiriya min bigre. bi avayeke sivik heqeretan re fikrên xwe diyar kir lê mixabin dîsa bi hestên xwe ve hereket kir û ji ber ku fikrên me ne wek hev in, di aliyê îdeolojiyan de, di aliyê kurmancî de rexne li min kir. heçku mijar ne ew bûn. mesele heqeret bûn. |
|
05.04.2015 20:50 |
nazim tolhildan
![]() |
146. Nivîskarê hat û dîsa tirşikê berî nava hev da û lê Da çû... Eferim ji te re, te dî bê te çi kir * |
|
08.04.2015 14:55 ~14:57 |
ceso
![]() |
147. nivîskarê ku ji bo rewşa xwezayî ya mirovan heqeretê dike ye. /64654 |
|
08.04.2015 15:19 ~15:23 |
cekdar
![]() |
149. Nivîskarê ku kirina heqeratan di vir de kiriye tiştek ji rêzê. Eger her nivîskarê di tirşikê de pir çalak wekî wî bûna tirşik dê gelek şor bûya û ez bi xwe di sifreyê de nedimam |
|
15.04.2015 18:25 |
bijêrvan
![]() |
151. hêj wê dema ku alîgirên pkkê ji bo biçûkxistin û heqaretkirinê dijberên pkkê anku kesên ku rexneyan li siyasetê pkkê digirin li ser twitterê bi navê kurdonot etîket dikirin û dilxwede tevz û tinazê xwe bi wan dikirin, wekê bersiv peyva qantirkê li hev aniye û di tirşikê de jî mijar lê vekiriye.. |
|
16.04.2015 00:53 ~00:59 |
endazer
![]() |
152. şêwaza wî ne sererast e. zêde henekên xwe bi xelkê dike.. |
|
19.04.2015 22:16 |
mergehez
![]() |
153. nivîskarê formata tirşikê nivîsandîbe dibe kû eve. |
|
19.04.2015 22:21 |
shorbevan
![]() |
154. ne pozbilind e belkî biçekî ''bêpakî'' û ''bêperwa'' be.. |
|
19.04.2015 22:36 |
endazer
![]() |
155. nivîskarê kû ez lêborîna xwe ji dixwazim jiber ez carna bela xwe pê didim. |
|
20.04.2015 10:28 |
shorbevan
![]() |
161. (bnr: di dîya xweyî gano ev hima moderasyon ji minra jêhatîye) ez nizanim çi qewimî disa jî jiwere pir kî pir eyve |
|
08.05.2015 21:42 ~21:43 |
shorbevan
![]() |
162. ya min fêm kirî xorozê vê çoplugê ye.... jî wî re her tişt serbest e, lê divê lekeyek nekeve li ser çakîtê wî.. |
|
08.05.2015 21:43 |
hêja hûner
![]() |
163. (bnr: ne ava ez têm yê kû bireve :) |
|
08.05.2015 21:44 |
shorbevan
![]() |
164. li ba rêvebiriya tirşikê, ji kesek din ne cûda ye. ger peyamên dijûnker û hwd. nivîsandibe wê weke nivîskarên din rastî sansûrê were û berî niha hatiye jî. |
|
08.05.2015 21:45 |
simurg56
![]() |
165. (bnr: min digo qey tirşik ya şikestî ye) |
|
08.05.2015 21:46 |
shorbevan
![]() |
167. nivîskarê ku berî xwe bigihîjinê deryaya bêserûber çemê xwe ziwa kiriye. û dibêje di heqîba min de tiştekî nemaye lê ez dibêjim qey binê heqîba wî qelişiye lewma tiştê heyî yeko yeko ketine xwarê. bila ji kerema xwe re li şopa xwe vegere ew tiştên ku xistibûn xwarê bila yeko yeko ber hev ke û bi qurta ava dawî bila xwe biherikîne deryaya alema îdeayan.* eger gotinên wî yên li ser tiştên teknîkî qediya bin bila dest biavêje eşq û evîn û şerabê... dawiya vê derê tune û ji xwe ji me re hebkî monteigne lazim e.* |
|
11.05.2015 16:29 |
ceso
![]() |
168. nivîskarê bû yoda 2. mijarê seranser tirkî ji me kêm bû.. biner: yağmur/68513 |
|
11.05.2015 22:16 ~22:20 |
berxweda
![]() |
169. camêrê ku duh berêvarkî re ber min re çû, li cem wî canikek hebû, ne silavek ne kilamek tiştek neda û çû * serde jî bi tirkî diaxivî * |
|
19.05.2015 13:57 |
xendekî
![]() |
172. (bnr: ji kurdbûnê îstîfakirin) * |
|
20.05.2015 00:24 ~00:25 |
ceso
![]() |
173. nivîskare bi vê peyamê hîsê min aniye ziman e. /69353 |
|
24.05.2015 22:44 |
berxweda
![]() |
174. nivîskarê nebixêr dîsa hatîye lê jiminra ne xeme edî ez jî moderatorim bira hişê xwe bide serê xwe edî bira ew bi tirse. |
|
02.07.2015 02:54 ~02:55 |
shorbevan
![]() |
175. weleh bi şeytên ew xweş dinivîse, de îcar bi qirikê bigrin û bînin biia dewam bike |
|
03.07.2015 01:07 |
hola êzîda
![]() |
177. (bnr: tu nebêjî jî dibe) |
|
05.07.2015 14:10 |
shorbevan
![]() |
179. çalaktirîn nivîskarê tirşikê ye; jîr e, biaqil e, zana ye, bêperwa ye. bi çend navên cuda dinivîse xweda dizane * |
|
03.09.2015 23:49 |
diclefirat
![]() |
180. rebenê ku biminre kapa davêje û keysfilehe zane ku rewşa shorbevan têdeye ne ti rewşe. û evdalê bira zanibe dema shorbevan tê tirşikê tenê ji bû nivîsandînê nayê ji bû xwendinê jî tê. |
|
10.09.2015 00:07 |
shorbevan
![]() |
181. nivîskarê ku di tirşikê de herî zêde, dema ku tinazan li min dike kêfxeş dibe. baş e, ji ber ku mirov kê hez bike herî zêde tinazan li wî dike* |
|
10.09.2015 13:45 |
nazim tolhildan
![]() |
182. di mijara dorpêça li ser cizîrê de peyameke wisa nivîsandiye ku ez behitîm. meger ku di hundirê wî de mîlîtanek heye, tu yê bejî qey che quevara ye. bnr: /75206 |
|
12.09.2015 15:28 |
nazim tolhildan
![]() |
183. devê camêr pirr xira bûye, ne tu hal e bila hay jê hebe* |
|
17.09.2015 23:03 |
ferhenga şikestî
![]() |
184. nivîskarê pêwiste bilez tobe bike ger ku tobe neke cîyê wî rasterast cehlimeye jiber ku li hemberî zatê qedîm hz. şikestî derketîye xwedê jî wî efû nake. |
|
17.09.2015 23:20 |
shorbevan
![]() |
186. (bnr: niha jî daîş) |
|
18.09.2015 22:37 ~22:38 |
shorbevan
![]() |
187. firingîya ku nabe tirşik, firingîya pelçiqokî ya ji bû şalçê/ava firingîya. |
|
19.09.2015 00:04 |
shorbevan
![]() |
188. fenomenekî tirşikê bû wenda bû çû ? gelo kes heye ji rewşa wî haydar ? em gelê tirşikê meraq dikin. |
|
04.11.2015 23:13 |
brusk56
![]() |
189. ê ku em dizanin dijî. |
|
04.11.2015 23:19 |
simurg56
![]() |
190. nivîskarê herî dawî min dît shorbevan dabû hemberî xwe ji wî pêve xwedê bi zanibe çibû jê.. nivîskarê rojek ezê bombeyek bişînim adresa wî di cîhê pirtûkande adresa wî di destê minde heye ezê suprîzekî jêre çêbikim. |
|
04.11.2015 23:31 |
shorbevan
![]() |
191. nivîskarê ku di tirşikê de wezifeya lokomotîfê dibîne. bi çend hesaban dinivîse ew jî nizane bes xwedê dizane. ev demeke dirêje ne li ser faceyê, ne li ser twitterê û ne jî li ser instagramê pêjna wî nayê. hêvidarim baş e û her tişt li gorî dilê wî ye. |
|
05.11.2015 02:22 |
diclefirat
![]() |
192. nivîskarên ji bû çar.. heb pirtûk kar bike bi navê diclefirat jî di nivîsîne. |
|
05.11.2015 11:09 |
shorbevan
![]() |
193. nîvîskarek hêja bû niha ez bi agirê şevê lê digerim. merivek hetik bû lê zêde bi fehm bû ti dan û sitendin di nava min û wîde tune carna ez bela xwe pêdidim.. lê mêrik zana û bifehme mala wî ava.. werhasil nivîskarê hergav û herdeqe li herderîye hê jî nemirîye dev ji nivîsê bernedaye.. |
|
21.11.2015 22:26 |
shorbevan
![]() |
195. pêjna te nayê/46671 |
|
03.01.2016 21:45 |
mîr
![]() |
197. tirşikavekî efsane ye. aniha onlayn e. meraq dikim gelo dê tiştekî binivîse an na. (: |
|
17.06.2016 01:08 |
endazyar
![]() |
198. Ey hat ha. De warne gowendê. |
|
17.06.2016 04:04 |
cinorek
![]() |
199. Birayê endazer piştî betlaneyek dûr û dirêj dîsa tevlî refên tirşîkvana buye. Willah gelek keyfa min hat bi hatina vî camêrî herhal mîzgînîya remezanêye ku xwedê dîyarî me kirîye. Xêr hatîye seydayê ezîz... |
|
17.06.2016 13:39 |
azad30
![]() |
200. Nexşe'l serê rasteqîn, xwezî ew jî hatibaya. |
|
17.06.2016 14:04 |
azad30
![]() |
201. bi qasê ku şîfreya xwe ji bîr bike ji tirşikê dûr ketibû. |
|
17.06.2016 19:11 |
simurg56
![]() |
202. heke ew vegeriyabe tirşikê em ê jî vegerin! sergovendo, endazero, tu desmala destê xortano, dê ka xwe bihejîne zalimo!.. |
|
18.06.2016 01:48 |
terkexem
![]() |
203. bi xêr û xweşî hatiye û bila her tim li vir be, em ne li vir jî bin, bila ew her roj li vir be. |
|
18.06.2016 16:23 |
înano lo
![]() |
204. (bnr: xewn) |
|
18.06.2016 22:05 |
shorbevan
![]() |
205. min ê xêrhatinek lê bikira lê niza'm çima min xwe ve nedît û ew gotin nekirin.. hêca min dest û mil vemilandibû, diran tûj kiribû ku bersiva azad30 bidim * lê baş bû ku wî, bi şîroveyên xwe hinekî ruhê min sivik kir, û min hêrsa xwe daqurtand* sax bî camêro!! tu bi xêr hatî. |
|
21.06.2016 00:15 ~00:16 |
sergijik
![]() |
206. bi xêr hatiye lê zêde kêfê nekin, hefteyeke paşê dîsa dê bêhna xwe teng bike û here ji van deran* |
|
21.06.2016 10:19 |
ferhenga şikestî
![]() |
208. Nivîskarê ku ji ber avatara wî dilê min çû firîngiya. Lê li malê firingî tuneye îro li marketê jî nemabû. |
|
10.07.2016 21:59 |
biaqila malê
![]() |
210. dermanê kul û derda. gerek kompanîya bayer wî bipaket bike û bifiroşe. her hebê. |
|
22.07.2016 22:36 |
mijdar
![]() |
211. Dema hevoksaziya çend nivîseran dibînim diqehirim. Tu êkane yî Haşmet, Xwudê te pêlît. |
|
15.08.2016 21:47 |
elielilamalama
![]() |
212. Hema bila firset bikeve destê wî û pkk û alîgirên pkkê reş bike. Ne tiştekî din e mixabin. |
|
17.08.2016 02:55 |
mergehez
![]() |
213. Nivîskarekî tirşikê ye.di nava Endamên kevn û ewilî de ye. Ji bo nivîsandinê gelek jêhatî ye. Di têhev de bi hezaran peyam û mijarên vî he ye. Çi bextekî xweş û encamdanekî bilind wî heye. Berdewamî bî bi izna xwedê. |
|
17.08.2016 04:35 |
rûbar
![]() |
214. çavê kerê nerije nivîskarê an cara yekeme an jî duyeme peyamên wî di ecibînim û pê ji kena dimrim..; dilê yekî bi jina wî nexweş bû got e çima tu ber hevîr re qûna xwe dihejînê/93116 li gundekî, axayê gund çavê xwe berdaye ser milkê gundiyeke cihû, lê nikare rasterat dest deynê ser milkên wî, rojekî gazî zilêm dike û dibêje; |
|
18.08.2016 00:15 |
shorbevan
![]() |
215. Nivîskarê ku xêr hatin li min kiriye.(bnr: xeredar be) |
|
24.09.2016 19:36 ~19:37 |
cekdar
![]() |
217. nivîskarê ku her çiqas pir kêm be jî, carinan peyamên xweş dinivîse. hez nakim çepikan bidim, lê nalet li şeytên be nikarim xwe bigrim* |
|
28.10.2016 14:47 |
nazim tolhildan
![]() |
218. ez dibêm di vê rewşa dawî de hişê wî tevlihev bûye û idî pê dernaxe ku kê dost e kê dijmin e. |
|
04.11.2016 03:04 ~03:07 |
bûtîmar
![]() |
219. endezyarek ehmeqe, qayuma ko hatiye cîhê gülten kışanak dibe van çend rojên ewil endazer belaş li seyareyan siwarkiribin, xwe wekî hingiv pê şêrînkiribin lê belê divê meriv hay jê hebe û ji bîr neke ko ew hingiv ne heqîqîye, ji şekire an rîçale |
|
04.11.2016 22:19 |
xwedêda
![]() |
220. ez gotina xwe a di derbarê wîde ko min gotiye "ehmeqe" paşve dikşînim, û lêborîn jê dixwazim, werxuyaye nivîskarek serketiye, dema kur difikirim wî mafdar dibînim, çi hatiye serê wan ji van polîtîkayên wanî şaş hatiye serê wan. gel bêxwedî hiştin nikaribûn gel tevî bihevre rakin serhildanê.. niha jî ew bê xwedî mane, dilê kesî tuneye derê kolana jibû bibêje; bijî serok apo! xwe bide kuştin û girtin, îro murat karayılan dertê dibêje; wekî meseleya papaz nekin, em yek bi yek neçin lê bira mixabe ne wekî meseleya papaze, wekî meseleya pêçîk û deste, niha hêdî hêdî pêçika dixê hetanî dest tevî an ji mizdanê derketiye derbasî koşandinê bûye.. berî herkesî ew vê pêşkêşiyê dikin, destûrdidin bi nezanî, ciwanan dan qirkirin darê di binê xwede birîn,.. gel jî tirsanoke, eger kurda jî wekî di derbeya li akpê bû daketina kolanan wê rewş ne wihabûya, dewlet nikare tiştek bike wê dewletên derve mudahale bikin.. dewleta tirk jî ji şerê navxweyî ditirse divê kurd biwêribin, hê dor nehatiye ser we xwe û polîtîkayên xwe biguherînîn, jiyanê bisekinînin, dewletê, boykot bikin, dev ji biratiya wan û meclîsa wan berdin êdî li çara serê xwe binihêrin.. niha tiştê hevalê/hevala endazer dibêje gelek kes wekî wî difikirin, wiha dibêjin; we ti xizmetek ji gelre nekir, we ne rihetiyek da xwe ne jî da me.. ha jiwere biratî, ha jiwere azadî, ha jiwere aşîtiya wan.. |
|
05.11.2016 01:18 |
xwedêda
![]() |
221. her çiqas jê ne xweş bim jî vê entrya wî: ciwanmerd kulek/95799 ez gellekî dame kenîn. nivîsa kulek şibandiye ya shorbevan û bi ser de jî gotiye "bêyîhenek". çi bibêjim, xwedê hevza mêriv ji kesên wiha bike* bawerim kulek; heya vê şeva bêbext, di emrê xwe de heqareteke wiha ne bihîstiye ne jî dê bibihîze * |
|
03.12.2016 23:47 |
sergijik
![]() |
223. nivîskarê ku demekê di ferhengê da qala armanca xwendina beşa mîmariyê di zanîngeha seleheddîn eyyûbî de dikir nizanim çi bi serê ev armanca wî de hat piştî ku ew zanîngeh hata girtin. |
|
29.12.2016 05:46 |
şikber
![]() |
224. di peyameke xwe de gotiye ez ji amedê diherim, lê meraq dikim gelo berê xwe dide kîja bajarî? îşalla ne stenbol an enqere be. an? |
|
27.01.2017 11:27 |
ferhenga şikestî
![]() |
225. ji bo bloga xewşeriqî axivîye, behsa gelek tişta kiriye: hevpeyvînên tirş - 3 "endazer" Here lînkê |
|
11.04.2018 10:44 |
xendekî
![]() |
226. Xwezî ew jî niha livir bûya. |
|
24.11.2019 23:44 |
cinorek
![]() |
227. nivîskarê ku nizam bi ku ve çû û çû û nema tê. |
|
01.12.2019 02:02 ~2019.12.05 23:49 |
ceso
![]() |
228. Nivîskarê ku min bi telefonê bang lê kir ji bo vegerê tirşikê lê Telefona xwe ne vekirî ye. Ku li min vegerê ezê wî ji rewşa tirşikê haydar bikim. Belkî vegerê. |
|
01.12.2019 14:24 |
nan û av
![]() |
229. bila êdî vegere min bêriya entryên wî û nîqaşên wî yên siyasî kiriye* |
|
01.12.2019 14:34 ~14:35 |
ferhenga şikestî
![]() |
230. Wellehî hat û bîllehî hat. Ez li benda wî bûm. Bi rehetî dikarim bibêjim ku number one nivîskarê tirsik.netê ye. li ber dilê min yekî efsane ye. Wey tu bixêr hatiyî. * |
|
01.12.2019 21:02 ~2022.04.25 11:05 |
mirovekirind
![]() |
231. kesekî gelekî jêhatî ye. ev meriv çawa ew qas dikarin ji vana karan dûr kevin, nizam. teqez nika çend pirtûk wergerandiye û qerasekar qulibandine. |
|
01.12.2019 23:06 |
serhednişîn
![]() |
232. Nivîskarê ji ber keftûlefta jiyanê a zor û zehmet nikare di tirşikê de wekî berê bi têra dilê xwe binivîse. Li gorî pîramîda maslow hîn di pêpelinga duyem de ye* Piştî ji wê merheleyê derbas bû wê cardin vegere vê bestê û hespê xwe yê kumêt bibezîne. |
|
12.12.2019 22:29 ~22:30 |
xeyda
![]() |
233. bavê tirşikê ye. |
|
25.12.2019 22:55 |
simurg56
![]() |
234. nivîskarê bi vegera xwe ve nûçeyeke ji her alîyan ve hate derewandin xiste rojevê. /115374 |
|
27.12.2019 00:43 |
berxweda
![]() |
235. Bi xêr hatiye. Nivîskarê ku ji zûdeye bê deng e. Mala xwudê ava wey îroj hatiye û bi erka xwe yî moderasyonê rabûye û 2 mijarên behsa heman tiştî dikin lê sernivîs cûda kiriye yek. Heke bi karekî din ne mijûl be divê nivîsên xwe yî hêja ji me kêm neke. Mafê me heye ku em nivîsên wî yê hêja bixwînin ji ber ew keseke ji aliyê vî gelî hatiye gihaştin. |
|
11.04.2020 23:01 |
tîrêj zana 21
![]() |
236. Pahr havînî bû. Li xulyana destê sibehê de min ew dît. Porê xwe yî ripîreş li aliyekî xistibû. Pîrehenek spî lê bû û berdabû ser pantorê xwe û çenteyekî karkeran avêtibû milê xwe. |
|
19.04.2020 18:12 |
aryâspa
![]() |
237. Gava tirojên sibê şewq dida li ser deştê, |
|
19.04.2020 19:23 ~19:26 |
cinorek
![]() |
238. the godfather/30413 meraq dikim gelo kîngê soza xwe bigire û fîlmê the godfatherê wergerîne kurdî. Ew 6 salan zêdetir e em hêviya wî ne. |
|
03.07.2020 00:50 |
mîr
![]() |
239. Nivîskarê ku meraq dikim gelo di lotikxaneyê de qet nivîsandiye? |
|
27.02.2021 21:31 |
tîrêj zana 21
![]() |
241. 7-8 salan berê her tim di tirşikê de peyamên tijî dinivîsî û tirşik bi xêra wî çalakdibû. |
|
28.01.2023 07:49 |
cinorek
![]() |
![]() |
zewaca kurd û tirkan [4] |
artêşa sîber a gel [1] |
|
![]() |
xalê şanoger yê di vîdyoya deno de [2] |
![]() |
denozer72 [1] |
![]() |
tiştên ku mirovî xemgîn dikin [1] |