Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
endazer - tirşik
endazer
(59) (8) (1)
di mijarê de bigere

75. dibêjin ser xatirê naziman, mirov diçe ser dînê kafiran, lê vexwarina ereq an tişteke dî ya bialkol ji bo min hema bêje ne mimkun e, tenê ne ji ber hesasiyetên dînî û îtîqadî, ji biçûkatiyê ve di dilê min de li hemberî alkolê tirs û antîpatiyek heye.. di lÎseyê de wextekî li otêlekî kokteyla lîseyê hebû, normalde alkol qedexe bû, lê hevalan bi xwe re anîbû, yê dixwest vedixwar, axirê min jî wekê sêwiyekî xwe dabû quncikekî, hevalek hat di desta de sêniyek û di sêniyê de jÎ çend qedehên tijî kola hebûn, go endazer, tu venaxwî? min go ka bîne, ez devê xwe şil bikim, axirê çawa min qurtek jê vexwar, tamek tirş li devê min geriya.. min go we çi kiriye di nav vê de, biçekî soromoro bî, li ber xwe ket, go wileh min nedizanî, qey hevalan votka xistiye tê de.. tabî çawa min navê votkayê bihîst dilê min hat ber devê min, îsk û qulpikên vereşanê hatin min, ez çûm destşokê wê şevê min çi xwaribe min hemû vereşand, tayekî ez girtim, kotek û sed bela pê teqsiyekî min xwe gihand wargehê.. û du rojan di nav nivînan de mam, piştî wê rojê li cihê ku ez çav bi alkolê dikevim, ez jê direvim..

di nimêja îniyê de jî serbest î, tu bikî jî û nekî jî bi kêfa xwe yî, ji min bi xwe re ne xem e.. *



24.04.2014 04:17 | endazer

76. nivîskarê ku va heftiyeke pêjn jê nayê. ditirsim ku jîtem ew revandibe. de were lo me bêriya te kir



04.05.2014 20:57 | oxir

77. îstîxbarata tirşikê cihê wî elimiye lê hê keys nedîtiye ku wî ji wir birevîne.. lê ez vê bêjim cihê wî yê aniha qet nexweş e!!

(bnr: îstîxbarat behecî ye kuro!!)



04.05.2014 21:16 | mergehez

78. (bnr: xeydokên tirşikê)

ne ji van be...!



04.05.2014 21:21 | azadixwaz

79. ê ku li ser twitterê aktîf e. him jî îro û duh jî...

(bnr: îstîxbarata tirşikê)



04.05.2014 21:32 | simurg56

80. Nivîskarê ku niha li ser tiwîtirê, twît twîta wî ye.



04.05.2014 23:46 | ceso

81. hem ji ber îş û emelê dinyayê û hem jî we ya rast bivê dilê min biçekÎ ji tirşikê û her tişta derheqê kurdî û kurdîtiyê de sar bûye, êdî carinan bi xwe re nabînim bi kurdî jî biştexilim..

heta qederekî ez ê ne li van erda bim, rojekî dema ez hatim û min dît qenebe kurdên li vir yên kurdîaxêv û kurdînivîs hevsarê xwe ji destê sÎmsarên siyaseta kurdî de derxistine, û bi aqil û îradeya xwe ya azad, bêyî tirs û komplks dikarin ya dilê xwe bêjin, belkî dîsa wekê berê bitirşikînim, hem belkî heta hingî peyamên simurg56 ji yên min bibihurin.. *



05.05.2014 02:21 | endazer

82. nivîskarê ku xwedê bêje erê û vegere bila soz û bext be jê re ku ez ê tevlî mijarên politîk û molîtîk -de êdî çi be- bibim.



10.05.2014 14:57 | ceso

83. nivîskarê ku piştî navbereke dirêj dest bi nivîsandinê kiriye. ji nû ve bi xêr hatiye..



21.05.2014 00:37 | oxir

84. mirovê ku, ji bo pkkê reş bike bi mûkêşê ve bûyerên kevn û rastîtîya wan meçhûl tîne rojevê ye. (bnr:/40053). tu çi bikî bike, bi mîza te û yên weke te û mehmet metiner va behr naherime. li ser de mûkêş ne ji bo siyasetê ye, mûkeş tişta ku jin bi pê ve mû yên xwe kaş bikin e.



23.05.2014 10:01 | nazim tolhildan

85. nivîskarê ku min di serî de ji bo hişmendî û xebatên wî yên derbarê kurdî de, rûmeteka mezin dida wî. lê mixabin roj bi roj xwe diherimîne û bi gotinên pûç û vala ji hemû nirxên gelê kurd re bêrûmetiyê dike. dema vê dike jî tu pîvan û esasan danayne ber çavan. ango wekî hişê xwe wendakirî tevdigere.



23.05.2014 14:27 | renas

86. nivîskarê ew qasa ku ji pkkê re wêrek e min ne bawer e miqabilî faşistekî tirk ew qas zarav Û mêr bibe



23.05.2014 20:35 | cekdar

87. tirşikvanê di fikrên xwe de bêveger e, lê kes nikare wî ji bo vê yekê sucdar bihesibîne, hewl bidin ku wî jî qane bikî derbarê fikrên xwe de, ne ku bi dijunan, ne bi zorê. weke din jî li vir domdarbuna wî nîşan dide ku derdê wî ne tiştekê bi vî awayî qezençkirin e jî, ji ber ku li vir tekane tişta qezençkirî antîpatiya hinek tirşikvanan e, ji ber wê jî bila mehmet metiner gûyê wî bixwe.



23.05.2014 20:43 | azadixwaz

88. nivîskarê ku ji dijminatiya pkkê nizane çi bike. dibe kurdistanî, dibe aligirê barzanî vê carê jî bûye aligirê hizabûllahê ; /40039 .



weke tu ew qas dijî neheqiyê yî, dema hizbûlşeytan li zaningeha te*, bi satûr û daran, polêsan dabû piş xwe û diket pê xwendevanên welatparêz, li ku bû ? dema hizbûllah û polês hevalên me birîndar bikin bikûjin baş e lê dema pkk ewta xwe hilîna dersê bide wan ne baş e.



tu niha ji hesab pirsîna hizbûlşeytanê aciz î ya, xwezî te heftiyekî di serdestiya hizbûlşeytanê de jiyan bikira min ê hinga te bidîta ..



24.05.2014 00:33 | brusk56

89. nivîskarê ku peyama xwe ya di derbarê baki gul de nabîne ; baki gül/39709

lê radibe û bersiva min rexne dike ; baki gül/39848



di derbarê baki gul de gotiye bila, barzanî perê bidê û ew û ên weke wî bila bikutin hev û jê re gotiye kerê çolê.

niha ez ji wî re heman tiştan bêjim wê rabe xwe aciz bike. neyse ...



24.05.2014 00:47 | brusk56

90. bi ya min li şûna ku xwe ewqas bi siyasetê re gêj bike, bi karên xwe yên bêhempa yên di derbara kurdî de yên ku em lê tehmijandine bike hîn çêtir e. duh zehmet kir hat û me li 5.fûara pirtûkan ya amedê hev nas kir.



24.05.2014 17:41 | fethî ronî

91. nivîskarê tirşikê ku di dilê korfêm û nezanan de bûye kul û derd, her wextê ku dikevim tirşikê teqez li ser navê wî rastê mijarekê têm. yanî jixwe kêm zêde mariv tehmîn dike bê ka dîsa kê çi gotiye û dîsa kê ji ber çi peyvên xwe yên kirêt û genî bi awayekî neyartî û bêbextî li wî vereşandiye.. ya rast her çendîn peyamên ne baş binivîsim jî bêhemdî û pirrî caran jî bi hemdê xwe dikenim ji ber ku peyamên nêyînî yên hêşxwaran kêm zêde dişibin hevudu, hem ji aliyê naverokê ve -a rastî bênaverokî- hem jî ji aliyê şêwazê ve.. çi qas ji min tê ez dixwazim objektîv bibim yanî ne ji ber xweşkirina bazarê xwe lê bes ez we bixapînim jî nikarim xwe bixapînim, xwe bixapînim jî bê şik û guman xwedê heye ku nayê xapandinê li ser vê yekê dikarim sond bixwim ku peyamên hêşgirtî û hêşxwaran bi qasî serê pîvazekê jî hêja nîn in (li xwe mikur bêm ku dema dixwînim jî ji bela qedr û qîmeta kurmanciyê ye) lê bi çavekî objektîv û wijdanî lê binêrim û bi pîvanên navnetewî û mîkronetewî bipîvim peyamên ku ev camêr dinivîse û zimanê ku ev camêr bi kar tîne û hevokên ku ev camêr saz dike û diyariya me û hemû kurdan dike, eger mariv bi dilekî paqij û saf û pak bixwîne jixwe pirr baş têdigije ku derd û kul û mebesta wî û azara peyvên wî giş ji bo berfirehkirina asoyan û paqij û diristkirina kurmanciyê ye hemû peyamên wî li aliyekî, yên din ên hêşxwar û mejîzingargirtî li aliyekî.. de vêca jê re pêşniyaziyeke min heye bila xwe pirr neqehirîne lê em çi bikin qedera me her û her ev e weka ku dost çiyayî gotiye;

lê çi bikim

qelaç bi kaş

zinar sar

kevir kerr

newal lal

û piyên min qels in"

nivîskarê ku divê peyamên wî yên dirêj ên li ser meseleyên kurdistanê, wek ders bên xwendin û nivîsandin ji ber ku çêj û tehma ku ji kurmanciya wî digirim hama bêje ji ya nivîskaran nagirim bila her hebe..

not; niha dibe ku çend korfêm derkevin û bêjin hûn her û her pesna hevudu didin û hew! lê bi xwedê çi bifikirin jî ne xema min ê êdî min hêviyên xwe ji wan birrandiye ku wê tucarî ji fikr û ramanê fêm nekin!



09.06.2014 22:40 | ferhenga şikestî

92. mirovê ku bila bizanibe ku bi çar destan ve qûna însaniyetîyê girtin, di pratîkê de aliyê zilmkaran girtin e.



10.06.2014 13:20 | nazim tolhildan

93. nivîskarê ku meraq dikim kîja pirtûkê ji tirşikê xwestiye gelo?



14.06.2014 22:20 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» endazer û emre uslu

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî