Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 48 peyam
endazer - tirşik
endazer
(60) (8) (1)
di mijarê de bigere

111. nivîskarê qedîm ê tirşikê ye ku niha bi navekî din dinivîse, lê bes mixabin ji bo navê wî yê nû dilê min germ nebû yanê ez dixwazin endazerê berê were û valahiya xwe dagire



20.12.2014 16:05 | ferhenga şikestî

112. fikrên wî ku derheqê Îslamê da pir bala min kêşand û mın gelek keyfxweş kir . xweş jî dinivîse rêveberîya "tirşîkê" jî kêr te têt bi gotina Colemêrgîya "çavê te bixem" birayê delal...



21.12.2014 14:22 | azad30

113. (bnr: efsane zivirî ve)



26.12.2014 03:05 | vêca çiyeeee

114. bi xêr vegeriyaye, min hêvî heye ku cardî li van deran neterikîne û neçe



27.12.2014 00:20 | ferhenga şikestî

115. nivîskarê dîsa tirşikê terikandiye.

biner: https://www.tirsik.net/niviskar.php?trskvn=52&m=deruni



02.01.2015 22:42 | berxweda

116. mala wî ava, bi kar anîna zimanê kurdî de gelek serkeftî ye..dema nivîsên wî dixwînim xwe wekî di asta elementary'ê, destpêk, de radibihîsînim...



11.01.2015 18:22 | havka

117. Camêrê ku vê carê jidil xatir xwestiye. Hesabê xwe yê nû jî gihandiye peyama 250yan û dibêje êdî bes e, ew hêviya min ji tirşikê dikir ne ev e, belkî rojkî ez yekê çêkim. Û dibêje ez êdî carek din nanivîsim.

Wileh çi bêjim giregir û rûspiyê tirşikê ye, heke ew jî wilê timamî here ka em ê çi bikin.

(bnr: neçe zînam neçe neçe)

(bnr: meke) helbesta mewlana c. romî ji bo şemsê tebrîzî nivîsiyî



17.01.2015 11:16 | xendekî

118. dîsa dev ji tirşikê berdaye. û hinek gotinên ku min fêhm nekirin jî gotiye: bnr: onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip/56877



ji tirşikê tiştên gelek cûda hêvî kiriye û êdî hêviya xwe jê biriye. ew hêvî çi bûn û sedemên pêknehatina wan çi bûn nizanim. carina cezbê û di rojekê de 1000 peyaman dinivîse û paşê lê dide diçe. j'min ev ne tiştek normal e.



17.01.2015 18:12 | simurg56

119. nivîskarê ku geh tirşikê diterikînê û diçe, geh ya xwe dixwe û dîsa tê ye. êdî em bi navên cûda ve nivîsandina wî jî, cûyîna wî jî, hatina wî jî aciz bûn, xêncî wê serê me jî gêj bû. kul û derdê wî çî ye, çi dixwaze, çima qûna wî radibe qet fêhm nakim. ji ber ku di tirşikê de nivîskarê herî zêde tê hez kirin û qedrê wî tê girtin ew xwe ye. ger piçek xîreta wî hebe, ji kerema xwe re êdî bila neyê.



17.01.2015 19:23 | nazim tolhildan

120. bi peyama xwe ya dawîn êşekî xiste li nav dilê min, jixwe van rojan gelek hestdar bûme ji bayê hêrs dibim li ber xwe dikevim, ji welêt dûr im di nava tirkan de gêj bûme dikim ku hêş bixwim, bêriya amedê dikim, hevalên min mîna zarokan trîban diavêjin û hemû ne bes, ev kafir jî lêxist û çû hey çû...

nizanim çima ye lê her çûyîn min xembar û êşan dike ez ê nebêjim neçe, bila bi ya dilê xwe bike, tu tişt bi darê zorê nabe û naçe serî, ger neçûya kêfa dilê me dê li cih bûye

çend nivîskarên tirşikê hene ku bêyî wan tehma tirşikê qet nîn e di serî de endaze dûre nazim, simurg, brusk û mazlum û ceso hwd...

niha nazim di destê me de ma ditirsim ku ew jî şeveke şafiî de çavên xwe sor bike û here...

tê du sal heye ku tirşik.net bûye parçayeke ji laşê min, her nivîskarên kevn û kedkar jî lebatekî ji laşî ne

nekin kuro nekin, nekin keçnê nekin, vegerin tirşik.net barekî nîn e, hama bo kêliyekê jî be werin li vir



17.01.2015 20:22 | ferhenga şikestî

121. nivîskarê bi peyamên xwe nêviyê tirşikê nivîsiye *

li gorî îstatîstîkên wî dê dîsa vegere tirşikê ye û bila vegere jî..



17.01.2015 20:35 | berxweda

122. mirovek xweşsohbet e.

ez û gelawej, îro bi qasê saetekî bûn mêvanê wî ji bo standina pirtûkên 2. xelatên tirşikê. mêrik mêvandariyek xweş nîşanî me da. gelek spas dikim.

em nêzî saetek rûniştin û me qala gelek tiştan kir. eslê xwe de ev hevdîtin dikare weke duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê were hesibandin *



19.01.2015 01:14 | brusk56

123. (bnr: de na loo?) *



19.01.2015 01:27 | ferhenga şikestî

124. îro ji nişka ve hatiye û hemû agahiyên li profîla xwe, jê biriye:

Here lînkê



15.02.2015 19:14 | simurg56

125. Wey wey wey, Silavek jî nedaye *



15.02.2015 19:18 | xendekî

126. silavên germ ji bo xendeka rengîn *

hêj wê roja ku min dawî li jiyana xwe ya tirşikê anî, min hemÛ ew zanyariyên derheqê şexsê xwe de yên li beşa profîla nivîskar jê biribûn ji xwe û ya dî jî min soza pirtûkekî dabû camêrekî û jê re şandibû ji bo bizanibim ka ew diyarî gihiştiye ber desta an na ''ji nişka ve'' hatim û ketim tirşikê piştî ku min zanî pirtûk bi silametî gihiştiy ber desta cardî derketim.. di nav peyamên min de têra dinyayekî zanyariyên şexsÎ hene ji xwe yên mereq dikin dikarin berê mereqa xwe bidin wir.. berÎ tirşikê min hemÛ hesabên xwe yên din yên sanal û li ser sosyal medyayê rawestandibûn ji xwe, çend carekî min xwest bela tirşikê jî ji xwe vekim lê min dikir û nedikir destê min jê nedibû, taliyê min çend hêncet ji xwe re çêkirin û dawî li nivîskariya xwe tirşikê jî anî.. bawerim ev (bnr:onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip/56877) peyama min a dawîn xelet hatiye fêhmkirin, naxwazim şerh û şiroeveyeke nû jê re bifesilînim û vê peyamê jî ji tamê derxînim, tenê dikarim û dixwazim vê bêjim di wê peyamê de hîç îma û îronî û mesajeke sergirtî nîne.. neyse ez çûm, emanet qencî, haj xwe û tirşikê hebin!



20.02.2015 06:16 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
belki ev jî bala te bikişînin
» endazer

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî