Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
endazer - tirşik
endazer
(59) (8) (1)
di mijarê de bigere

127. Nivîskarê ki gelo wê beşdarî civîna duyem a li amedê bibe yan na ?

Ez bi xwe dixwazim wî jî li wir bibînim û hêvî dikim bê .

Xêra xwe ger vê peyamê bibîne bila bibersivîne ..



16.03.2015 21:08 | brusk56

128. nivîskarê ku kûvî bûye û bi çolan ketiye. niha weke pezkûviyekî bi çiyayên cudî ketiye. mirovek bi du sedeman terka dinyayê dike an ji her tişt dibehece û dixeyide û hêviya xwe jî ji her tiştî dibire diçe an jî dest digihijîne zanîna rastîn û dibe dewrêşek û pişta xwe dide felekê berê xwe dide oxirê û ji her tiştî dûr dikeve, ku sedemê kovîbûna wî sedema yekê be riya wî riya xelet e, ku ya duduyan be bêjinê bila bê zanîna rastîn ji me re jî parve bike em jî bidin pey bikevin şopa wî lê na eger sedemê kovîbûna wî herdû sedem bi hev re bin hingê bila binivîse lew tu tovê ku ji te we ye tovê rastiyê ye bireşîne ku kulîlk venebin bihêle bila ax fedî bike, ne tu.



17.03.2015 10:20 ~2015.03.18 17:30 | ceso

129. li zarokê xwe vegeriyaye, bi xêr hatiye*



04.04.2015 11:01 | ferhenga şikestî

130. nivîskarê ku deh rojan carek têt û hindek gotina bo sempatîzanên pkk ê dibêjît û direvît *

favoriyêt wî nazim tolhildan û brusk56 lê çi kesî efû naket *



05.04.2015 14:51 | vêca çiyeeee

131. nivîskarê min hêvî dikir ku li hember heqeretan piştgiriya min bigre. bi avayeke sivik heqeretan re fikrên xwe diyar kir lê mixabin dîsa bi hestên xwe ve hereket kir û ji ber ku fikrên me ne wek hev in, di aliyê îdeolojiyan de, di aliyê kurmancî de rexne li min kir. heçku mijar ne ew bûn. mesele heqeret bûn.



05.04.2015 20:50 | nazim tolhildan

132. Nivîskarê hat û dîsa tirşikê berî nava hev da û lê Da çû... Eferim ji te re, te dî bê te çi kir *



08.04.2015 14:55 ~14:57 | ceso

133. nivîskarê ku ji bo rewşa xwezayî ya mirovan heqeretê dike ye. /64654



(bnr: ser mikokeyê, didan tavşiloyê, difin palişiyê, deh vizik.)



08.04.2015 15:19 ~15:23 | cekdar

134. Nivîskarê ku kirina heqeratan di vir de kiriye tiştek ji rêzê. Eger her nivîskarê di tirşikê de pir çalak wekî wî bûna tirşik dê gelek şor bûya û ez bi xwe di sifreyê de nedimam



15.04.2015 18:25 | bijêrvan

135. hêj wê dema ku alîgirên pkkê ji bo biçûkxistin û heqaretkirinê dijberên pkkê anku kesên ku rexneyan li siyasetê pkkê digirin li ser twitterê bi navê kurdonot etîket dikirin û dilxwede tevz û tinazê xwe bi wan dikirin, wekê bersiv peyva qantirkê li hev aniye û di tirşikê de jî mijar lê vekiriye..

hej şer û dijûnan nake, lê şer û dijûn jî jê kêm nabin, ji ber xwe de tu carî dijûn û heqaretan li tu kesî nake, heta ku yek dernekeve dijûn û heqaretan lê neke, ji xwe li jêr mijara qantirk jî li ser rexneyên elegez û simurg56 bêyî dijûn û heqaret bersiva xwe daye, lê dema dîtiye mele ehmed rasterast dijûn û heqaretan jê re dike, tişta hatî ber dêv ji xwe texsîr nekiriye, peyama dawîn ya mele ehmed nedîtiye, nexwe dîsa tu sitar û mehwar li ber nedihêlişt..

zimanê wî tûj e erê û têra xwe dijwar e jî lê ferqa rexne û heqaretê zane, li hemû deran kî pirr be û kî desthilatdar be tişta ji wan re edet ji xelkê re qibhet e, ji ber wê gelek caran rexneyên piçûk heta pirs û mereqên edetî jî yên xweyî hêz û desthilatdar li cem xwe wekê heqaretê qebûl dikin, tirs û endîşe û perwa wî ji tu kesî nîne, tişta rast dizane dibêje, çawa li cem misilmanekî tu bêjî muhemed ne pêxember e ji xwe re heqaret qebûl dike lê di eslê xwe de ne heqaret e tenê qebûlnekirinek e, bi wî hawî li cem alîgirekê pkkê jî tu bêjÎ apo zilamê mîtê ye, li cem xwe heqaret qebûl dikin..

hêvî heye canik û camêrên bÛn şahidê şerê vê taliyê û ji dijûnên wî êşiyayî dilê xwe negirin, hej şer û dijûnan nake, lê şer dijûn bela xwe jê venakin..



16.04.2015 00:53 ~00:59 | endazer

136. şêwaza wî ne sererast e. zêde henekên xwe bi xelkê dike..

Û herwiha bi qasî dibînim pozbilind e..



19.04.2015 22:16 | mergehez

137. nivîskarê formata tirşikê nivîsandîbe dibe kû eve.



19.04.2015 22:21 | shorbevan

138. ne pozbilind e belkî biçekî ''bêpakî'' û ''bêperwa'' be..



19.04.2015 22:36 | endazer

139. nivîskarê kû ez lêborîna xwe ji dixwazim jiber ez carna bela xwe pê didim.



20.04.2015 10:28 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» endazer û emre uslu

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî