1. Kurmancîya alîyê rojavayê Çemê Feratê ye. Ji vê devokê re berfiratî jî tê gotin. Ji herêma Efrînê dest pê dike heta Meletîyê (Riha, Mereş, Dîlok) tê axaftin. |
|
07.09.2017 20:49 ~20:50 |
cûndûllah el-kurdî
|
2. kurmanciya ku li rojavayê kurdistan'ê tê axaftin , kurmanciyek xwerû ye.Belê em kurdên bakûr dihizirin ku kurmanciya me pirr baş e lê ne wisa ye.Kurdên rojava , zêdetir li ser peyvan dikarin bileyzin ji bo wî ye wêje , stran û hunerên din de ji me baştir in.Jixwe kifş e ku ew kesan bi zimanê xwe mezin dibin û jiyana xwe wisa didomînin. |
|
11.04.2020 02:23 |
brzn
|
3. ji sêmalka heta bi nêzî amûdê kurmanciya wan nêzî kurmanciya mêrdînê ye. ji amûdê û het bi efrînê jî zêdetir bi ser kurmanciya riha, semsûr û wan deverên din e bi ya min. |
|
11.04.2020 03:23 |
hêvî
|
4. Di gelek stranên herêma wan da kurmanciyeke nerm e, mirov ji wê aciz nabe. roşan lezgîn wisa gotibû min jî bala xwe dayê ji min ra jî wisa hat. Mînak: sefqan orkêş |
|
11.04.2020 11:22 |
xabûrî
|
5. Ew kurmanciya wan a xweş û rewan tenê di folklora wan de maye, niha dema diaxivin %60-70 peyvên erebî bikar tînin. |
|
11.04.2020 23:56 |
endazer
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |