Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 3 peyam
    sira sibê - tirşik
    sira sibê
    (4) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. bi min xweştîrîn strana ciwan hacoye.helbesta rojen barnas bûye zêr û zîv.kavilê gundekî,nehatina çûyinekî,miçiqindina kaniyeke ku gelek keç û xortî li ser folort kiriye tîne bîra min. şekirina çûncika xortekî li ber bayê çi be ev stran jî ewe.helbet xatirxwestineke dilşewate ji jyana gundîtî û taşrayê, li bajar pêitr li van deran tê.



    05.09.2013 15:55 | tivirloismail

    2. helbesta/strana ku gotinên wê kêm/zêde rast/xelet wisa ne;



    Sira sibê li ba bû,

    dara hewrê veciniqî hişyar bû,

    tevziyek da xwe, tevziyek kûr...

    rahişt bilûrê danî ser dirana...

    Ji sedsalên dûr û ji kezeba kûr distira.

    Ji sedsalên dûr û ji kezeba kûr distira.



    Kaniya bin dara hewrê,

    Bi dengê bilurê re nehwirand

    Hêstir werwirand melûl melûl

    Dilê heyva ji kovanên xwe re

    Kerî bi kerî, kezext û dirand



    Bilbilek firî ji hêlîne

    Çu danî li guliya gulê

    Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe

    Berda dilê wan ji xuriyê

    Dilop dilop niqutî û xurî

    Niqut niqut niqutî û xurî



    Di dilopa paşî de sefeq beyan bû

    Ji bilûrê hîs birî kanî xayîs ket

    Li binê kema gulê bilbil ji can bû



    Jînek nû dest pêkir bi sira sibe

    Şefeq zelal xuza xuyan bûn



    15.03.2014 16:29 | simurg56

    4. stirana ku ez aniha lê gohdarî dikimê ye. bi rastî jî apê ciwan di vê stiranê de pir bizÎz dibêje.



    17.06.2014 20:52 | kurê xelkê

    5. Îbn haldûn de dibêje erdnîgarî qeder e .kengi dengê vî stranê li gûhêmin dikeve ev gotina tê yê bîramin.erê tav alîkîva me dipêjîne, çiya me ji hev dur dixe, serma me diqefilîne lê em herdem li ser axê xwe ne herdem serbilindin herdem dîroka xwe li nav van hemû dijwarîya da berdwam dikin .Ben hür yaşamışım.

    Hürriyet-i mutlakanın meydanı olan Kürdistan

    dağlarında büyümüşüm. Bana hiddet fayda

    vermez, nafile yorulmayınız.

    Bedîûzzaman Said Nursi



    28.01.2015 06:32 | xeteraqirêj

    6. Helbestê Rojen Bernas û bi dengê Ciwan Haco hatiye strandin, gava ku meriv stranê guhdar dike meriv sermest dibe, stran bi dengê Ciwan Haco sira sibê bi meriv dide jiyîn



    02.10.2022 22:28 | cezmîkurd

    7. herwiha mûzika vê belgefîlma serkeftî ye.
    Here lînkê



    04.10.2022 00:25 | ciwanzêr

    8. Tê bîra min carekê ji bo tesîra stranê ji kûr ve hîs bikim payî mam heta sibê û li gel sirek hênik û dengê kak ciwan hîs û hêsirê min têkilhev bûn.



    05.10.2022 20:55 | rizgarm

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (yên din..)
    pêkenokên beredayî [4]
    Rojekê merivek bi jina xwe ve diçe hecê. Wexta dan ber keviran a şeytê...
    abdurrahim rahmi zapsu [1]
    Nivîskar û helbestvan e. Sala 1890 da li wanê hatiye dinê. Ji navçeya ...
    dayik [2]
    peyva ku ti pêwendîya wê bi lêkera danê tune ye. Ji proto-hindûewropî ...
    illiterate [1]
    Peyveke ji zimanê îngilîzî ye. kesên nivîs û xwendinê nizanin, nexwend...
    kurd çima di navbera xwe de kurdî naaxivin? [1]
    Pirsa ku ez bersiva wê bi vê pirsê didim:100 sal ji bilî jîyana rojane...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » sirac benager
    » sibel can

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî