Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
mandariinid - tirşik

di salên 1990î de li gurcîstanê, li herema Abxazyayê şer hêdî hêdî belav dibe. hema bêje hemû niştecihên gundên estoniyan, vegeriyane welatê xwe. tenê du zilamên ku karê mandalînayan dikin. şer tê het...
(8 şîrove)
mandariinid
(6) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. fîlmeke gurcîstanê ye. behsa şerê salên 1990î dike ku le herema abxazyayê diqewime. ji bo alîkariya abxazyayîyan, çeçen jî hatine û tevlî şer bûne.
li cihê ku fîlm lê derbas dibe, gundên estonyayîyan heye. lê ji ber şer, hema bêje hemû dev ji malên xwe berdane û çûne estonyayê.
tenê kalê bi navê ivo maye û hevalê wî margus. bi hev re hewl didin berî ku şer were ber deriyê wan, mandalînayên li daran ve berhev bikin. lê şer ji texmînan zûtir tê ber deriyê wan û wan jî dide zorê ku xwe bidin aliyekê.

li ser rexneya şeran, fîlmek bêaksîyon lê xweş e. ji saetek û nîvê kurttir e.



27.09.2017 22:18 | simurg56

2. Fîlm di nav xwe de peyamên xweş û watedar dihewîne. Wer xuya dike bi butçeyek piçûk hatiye kişandin. Lê fîlmeke xweş derketiye holê
Ji bo fîlmê kurtasî dibêjim. Şer dijminê mirovahiyê ye.



28.05.2020 13:37 | kajav

3. Muzîka filmê jî gelek serkeftiye.





Navê camêrê muzîk amade kiriye (bnr: niaz diasamidze) ye. Bi rastî ruhê wê çand û erdnigariyê di muzîka xwe de bi awayekî serkeftî bi meriv dide hîs kirin û bi gelemperî dengê amûrê gurcîyan tê bihîstin. Mînakek din:





28.05.2020 17:45 | rizgarm

4. Fîlma gelek xweşik ku di programa koma wergera fîlman ya tirşikê de ye û wê di roja 18.06.2020 de bi kurdî were weşandin. Ji kerema xwe bila kes heta wê demê temaşe neke.



28.05.2020 19:21 ~19:21 | simurg56

5. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê ozjan xwnas ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê



têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



14.07.2020 18:47 | simurg56

6. agir bi welêt keve jî mirov dîsa dikeve şopa malên xwe. îja mandariinid jî heta nîvê qala vê dike.

rebenê mêrikê yexçar û eskerê gurcî yê şanoger û çeçenê ku eskeriyê peredarî dike. di dawiya fîlmê de dilê mirov hineke aş dibe lê dîsa jî tehma dev xweş nabe.



28.10.2020 19:19 | biruya hayao miyazaki

7. Fîlmek Estonî-Gurcî ya sala 2013-an e ku derhêner, çêker û nivîser Zaza Urushadze ye.

Fîlm di pevçûna Gurcistan-Abxazya de derbas dibe. Li gundekî ku piştî şer tenê du kes lê mane, ku Estonî lê dijîyan, di vî gundî de du komên leşkeran, aliyek Çeçen û yê din Gurcî, li hev dikevin û ji her aliyekê kesek birîndar dîmenê û yên din dimirin û ji aliyê mêrê Estonî ve di nav yek mal û du jûrên tevel de tên çêdanî kirin.

Fîlmekî ku dijî pevçûne ku bêwatebûna pevçûnê bi zimanekî hunerî tênê ser ziman. Pevçûnek, du artêş û du mirovên dijminê hev di nav pevçûna qedabî de. Di mercên wekhev de dema tenê bi nasnameyên xwe yên mirov dimênin çawa dibin yek û rêzê nîşanî hevdu didin hûn dikarin bibînin. Min gelekî jê hez kir û bondora wê de mam. Divê her mirov carekî lê mêze bike.


"şaş nemîne. Hê kesên ku li ser soza xwe radibin hene"



28.02.2023 17:12 ~19:53 | burak derdilî

8. strana wî ya berbiçav:




28.02.2023 19:20 | horhorik

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» mandariinid

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî