Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
vîdyoya celal talabanî û kamûran bedirxanî ya sala 1963yan - tirşik
vîdyoya celal talabanî û kamûran bedirxanî ya sala 1963yan

Navê mijarê ya ewil ev bû:videoya celal talabanî û kamûran bedirxan a sala 1963ê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Videoyeka kevn derket holê celal talabanî seba televîzyona fransî dipeyve.
kamûran bedirxan jî gotinên wî digûherine fransî.
Dibe ku kamûran bedirxan soranî nizane lowma mam celal bi kurmancî axiviye.
Ya balkêş jî ew e ku mam celal ta di genciya xwe de jî kurmanciyeka baş zanibûye. (bnr: kurmanciya mam celal).
Di videoyê de ne tenê celal talabanî, kamûran bedirxan jî pir karizmatîk e.
(bnr: mala bedirxaniyan)

Here lînkê



12.10.2017 16:19 ~16:19 | cinorek

2. Wao willah dema min temaşe kir bawerîyek cûda hate min her du jî pir bixwebawer û giregir bûn. Bi kurdîtîya xwe şa bûm *



12.10.2017 22:03 | azad30

3. Vîdeoyek lazime her ciwaneke kurd û siyasetmedarên kurdan lê darî bikin. Di vîdoyê de mam celal bibiryarbûn û ciddiyetê û herwiha mafdarbûnê temsîl dike. Bi awirên xurt û ciddî li hêla kamerayê dinehêre û yek bi yek gotinên xwe bêkêmasî vedibêje. Bêyî ku ji kesekî bitirse, beyî ku gotinên xwe vaco maco bike, li gor berjewendiyên kurdan dixe rêzê û dibêje. Mîr kamuran jî di vir de zîrektî û pisporiyê temsîl dike. Bi awayek profesyonel û jêhatî bi qasî ku fransî zimanê dayikê be diaxive û hevokên mam celal werdigerîne fransî.

Bi rastî dema mirov li vê vîdyoyê darî dike sempatî û heyraniyek ji van şexsên dîrokî çê dibe. Ger ev herdu pêşengên kurdan hê jî sax bûna, bawerim wê halê kurdan ne ev bûya. Li siyasetmedar û pêşengên berê binehêrin û li yê niha binehêrin. Ji dêlava ku em pêşde herin, em paşde hatine.



31.12.2021 00:13 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîdyoya celal talabanî û kamûran bedirxanî ya sala 1963yan
» celal yarıcı
» kamûranborazboz
» sala 1946an

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî