1. pirsgirêka ku li cem me di nav malê de nîne.. bavê min ji diya min re dibêje heyvê an heyvok navê diya min heyvxan e û diya min jî ji bavê min re dibêje hemed navê wî di nasnameyê de mehmet e.. carinan ji bo hev navên wek jinê û mêro jî bikar tînin.. |
|
05.09.2013 18:52 |
endazer
|
2. pirsgirêka ku li mala bavê min %50 hatiye çareserkirin. diya min bi navê bavê min gazî lê dike lê bavê min sed navên erênî û neyênî yên ku patenta wan aîdê wî bixwe ye, gazî li diya min dike. |
|
05.09.2013 21:10 |
simurg56
|
3. pirsgirêka ku wekî gelek malên kurdan ku di nav mala me de jî heye. ji ber ku gelek keç û kurên kurdan di temenekî biçûk de bêyî dilê xwe dihatin zewicandin şerm dikirin ku ji hev re navê hev hildin.li gel mala me gelek jin û mêrên cem me bi navê "min go" an jî "hşş" ba hev dikin. wekî: "min goo, te îro lawik bir xestê?" "hşş, ka şîva min hazir ke.." |
|
06.09.2013 17:16 |
înano lo
|
4. li gorê derûniya dê û bavê min gazikirin diguhere.lê yê neheq bavê min e ew dest pê dike diya min jî li şopa wî diçe û em jî bi wan dikenin. |
|
06.09.2013 20:17 |
gulan
|
5. cînarekî me hebu ji jina xwe re digot "min go" û "min go". |
|
10.10.2013 22:36 |
çukko
|
6. babê min dibê 'herê' dayika min dibê 'kuro', bes van heyamên dawî bi pêla azadiya jinê dayika min bi nav bangî babê min dike.. ka bila pêlek jî bo azadiya mêran rabe.. |
|
11.10.2013 00:31 |
gordereş
|
7. xîtaba herî adilane ya min dîtî 'shirîk' e, ku mam û jinmameke min gava ne di sher de bin pê bangî hev dikin.. |
|
11.10.2013 00:33 |
gordereş
|
8. sebeba "lolo" buyîna navê bavê min û "lêlê" buyîna navê dîya min. |
|
21.12.2013 11:45 |
xurufi
|
9. li gundê me ji wek adet e ku jin û mêr dema bang li hev dikin dibêjin 'ne!'. tiştek ecêb e * |
|
21.12.2013 23:09 |
ozmoz
|
10. BAVÊ MIN TENê BI PEYVA "KEÇê" DIBAKE DIYA MIN. |
|
21.01.2014 21:04 |
xendekî
|
11. Bavê min, ji ciya min re dibe xanim, an jî keçê û ciya min jî, ji bavê min re dibê ewko |
|
21.01.2014 22:13 |
seydayê_peyvan
|
12. erê pirgirêkeke wisa heye. |
|
28.08.2017 12:45 |
bûtîmar
|
13. Li wê meseleyê kurd û koreyî ji hewdû terin. |
|
28.08.2017 17:40 ~17:41 |
cinorek
|
14. li sêwregê gihiştiye radeyek zêdetir. |
|
08.09.2017 21:09 |
simurg56
|
15. (bnr: keçê) |
|
09.09.2017 18:51 |
elaziz izzetpasa camii
|
16. Ev bi salane ez dibihîzim e û hê jî ku her car dibihîzim bi xwedê metal dimînim. Zarok çiye law. Berê gelek kêm bûn. Lê her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Insaallah dev jê biqerin. Yanî wilo hêwî dikim. Çimkî gelek hêrsa yekî dirake. |
|
09.09.2017 19:03 |
rûbar
|
17. pirsgirêka ku jin û mêrên kurd navên hevûdu hilnadin/101729 eynî meseleya hanê re ez jî şahid bûme, hevalekî min heye ji sirûca rihayê ye. ew jî dewsa navê jina xwe "zarokên me" dibêje (bi tirkî: bizim çocuklar) min jî meraq kir jê re pirsî "çima usa dibêjî" ew jî got "em navê jina hilnadin devê xwe şerm e loma cihê navê jina zarok dibêjin" |
|
09.09.2017 22:16 |
mîr
|
18. (bnr: lawo destê min berde) |
|
12.09.2017 13:29 |
cûndûllah el-kurdî
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |