Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ji tirkiyê teqizîn - tirşik
ji tirkiyê teqizîn
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. gava em car caran fanteziya ji kurdbûnê îstîfakirinê dikin, hevalên me yê tirk jî wusa fanteziyên wusa dikin.



19.09.2015 08:17 | cinorek

2. (bnr: siktir)

(bnr: siktirîn) *



19.09.2015 14:20 | biruya hayao miyazaki


4. fikra ku herî kêm rojê carek tê hişê min. kengê be ez ê siktir bim ji van deran herim! li perava okyanûsek masîgirî bikim li wir bibim ax u wax...



19.09.2015 14:51 ~14:52 | ceso

5. (bnr: ji tirkîyê/tirşikê siktirbûn û neçûn)

(bnr: xelasî)

pir nema ez siktira xwe bidim ji van welatan. bes min quşa keçikên tirka qetand di demek nêvzde ezê herim polonyayê an romanyayê dişînin du min dibêjin were ber maxazeya cilan ez naçım. ka bira tirşikvan fikrê xwe bibêjin an pêşniyarîkî bikin (stu: romania an polonia anjî stenbol kîjan) ez siktira xwe bidim an na?.



19.09.2015 17:10 | shorbevan

6. yek ji sernivîsên herî popûler e di ekşîsozlukê de.

bı taybetî piştî encama hilbijartinê eşkere dibe di cî de bi sedan lê zêde dibe.

di tirşikê de jî şûna wê terikandina kurdistanê, ji kurdbûnê îstîfakirin heye *



03.11.2015 11:42 | brusk56

7. (bnr: yılmaz odabaşı)

helbestvanê 'tirkî' yilmaz odabaşi di hesabê xwe yê twitterê de gotiye wî biryara xwe daye, careke din venagere tirkiyê.



03.11.2015 13:08 ~13:21 | xendekî

8. a tiştê asoxî min kir û ez vegeriyam kurdistanê *



03.11.2015 16:58 | berxweda

9. tirkîye rastî jî ne welatek ku cîhê mirov lê bije hûn jî siktirbin ji xwera herin.



03.11.2015 20:01 | shorbevan

10. xwesteka herî populer a van rojan e. lê heta hilbijartineke din emê dîsa hemu hêviyên xwe berhev bikin ku dîsa hilweşin.

(bnr: sisifos)

(bnr: sisyphus)



04.11.2015 00:06 | azadixwaz

11. Cîye çuyine Kurdistan be çuyineke herî başe.



05.11.2015 20:23 | xemgin

12. Gotina gava mirov hem ji tirka û rêveberê wan aciz dibin tê gotin. Dema ez bêhişiya tirkan dibînim di dilê xwe de derbas dikim.



06.11.2015 02:22 | metowski

13. ku mimkûn bûya ez rojeke jî nedimam lê em neçar in.



13.01.2016 01:04 | seydayê_peyvan

14. hûn diçin jî herin norwayê. welatê herî xweş ji bo jiyanekî mirovane.







13.01.2016 01:17 | wiha wilo wisa

15. (bnr: ji tirkiyê çuyîn)

yek ji klîşeyên ekşi sozlukê ye lê ev çend sal in her wiha rastîyek e jî. li nexweşxaneya ku lê dixebitim heta niha bijîşkek îstîfa kir û çû amerîkayê. du heb din jî amadekariyên xwe dikin ku herin. îro bi du hevalên xwe yên ji zankoyê re şitexilîm û hîn bûm ku her du jî çûne stenbolê û qeyda xwe li qursa zimanê elmanî kirine ku herin elmanyayê. ev her du heval, kurdên welatparêz in lê ne di nav tu rêxistin mêxistinan de ne jî ha..
jixwe ev çend sal in ji devê gelek kesan dibihîsim gotinên weke "ya baş divê mirov here ewropayê", "ji vî welatî/miletî tişten nabe" an jî "rojhilata navîn zotika dinyayê ye" û hwd. lê vaye êdî mirov bi rastî jî gotinên xwe tînin cih.
bawer kin, herkesî teqez herî kêm carekê vê yekê fikiriye.



27.10.2017 00:07 | simurg56

16. Li hinek welatên biyanî rewşa kurdan gellek baş e. Komeleyên serkeftî çêkirine. Çand û hûnera kurdî namire.
Mina;
japonya, swêd, fransa...
Ger kurd dixwazin goç bikin bila ji xwe re yek ji wan welatana hilbijirîn.
(bnr: ji rojhilata navînê teqizîn) baştir e.



27.10.2017 13:16 ~13:18 | cinorek

17. xastekeke bi cî da ye.
li tirkiyayê ne hişê me azad e ne fikrên me ne jî bedena me.
hetanekî em di vir da jî peyameke piçûk dinvîsînin em dibêjin gelo tiştekê were serê me yan na..?..
em derva nikarin sohbetekî bikin; wexta hine peyv ji devê te dertên, merivên devdorê te dizvirin te dinhêrin.

milet wisa tijî bûye, tu dibêjî qey me'niyan digerin ku qirika hev bigrin.
bi taybetî jî tirk ji aliyê tv, rojname.. an ve zehv hatine tijîkirinê.
zaten îmana wana ya tineyî ji me diçû, vê carê destê wana were yê me post postî kin.
ez bi awayekî fişalkirî nabêjim. birastî jî wisa ye.

bedena me jî azad nîn e. sektora taybet da heftê da 6 roj xebat heye. hê hine caran 7 roj.
ber vê yekê tu nikarî xwe ra tiştekî bikî.
herî partiyekî, çalakiyekî, semînerekî, konserekî, hetanî nexaşxaneyekî...

rewş çiqa diçe ber xirabbûnê da diçe.
madem em nikarin rast kin, em ê lêxin herin.
bira wana ra be.

welle kurdên ku zûda çûne dîasporayê, xwe ra kêf dikin.
qedexekirî nîn in, zarên wana qe nebe bi îngîlîzî û zimanên avrûpayê jî hîn dibin.
lê yê me?
ne mutlu patatesim diyene!



27.10.2017 15:44 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî